Demîrtaş dondirmeyek deyndarê Delalê ye
1-
Du keçên min hene, Delal 4 sal û 2 mehî, Narîn 2 salî ye. Par mîtînga Selahattin DemirtaÅŸ ji bo hilbijartina Serokomariya Tirkiyeyê hebû. Min Delal girt, em çûn. Em li Kadikoyê ji keÅŸtiyê daketin, qelebalix e û Delal ji qelebalixê ditirse, dest bi giriyê kir. Min got were ez dondirmeyek ji bo te bistînim. Em çûn, dondirmeyê xwe girt, dest bi alastinê kir, sekinî. Em ketin nav qelebalixê, mîtîngê dest pê kir, lê ew hê biliyê dondirmeyê ye. Di vê navberê de DemîrtaÅŸ dest bi axaftinê kir. PiÅŸtî kêliyek dondirme xilas û Delalê vê carê xwe avêt erdê ku "em herin". Min got: "Babacan, bise dê apo niha qala dondirmeyê bike." Em sekinîn, sekinîn apo, yanê DemirtaÅŸ qet qala dondirmeyê nekir.
Û îro. Em çûn cem sindoqê. Ji peywirdaran min pûsûla û zerfê xwe girt, ez û Delal em çûn piÅŸt perdeyê. Her tiÅŸtî em bi hev re dikin. Min mohr danî ser gilovera HDP'ê û min got; "Pêl lê bike". Delalê pêl lê kir û me deng da.
Min ew pûsûla xweÅŸik xist nava zerfê û em hatin cem sindoqê. Min ji rayedaran re got ez dixwazim keça min zerfê biavêje sindoqê, ezê wêneyê wê bikiÅŸînim. Wan qebûl kir, û karê me temam bû. (Ev wêneyê jêr ji encama wê ye)
Û xalek din, di vê dema hilibjartinê de her dengek erebeyên hilbijartinê dihat, Delalê digot; "Apo dê dondirme bîne?"
Belê, niha Serok Selahattin DemîrtaÅŸ dondirmeyek deyndarê keça min Delalê ye. Em qet bernadin, rojek miheqeq emê jê bigirin.
**
2-
Heta niha ez her bi navçeya me Licê serbilind bûm, di her hilbijartinê de bi dengên ku dida vê tevgerê dibû yekemîn. Her bi Geverê re qayiÅŸ dikiÅŸand. Lê vê carê piÅŸtî Elbak, Qereyazî bûye sêyemîn.* Erê xemgîn bûm lê piÅŸtî parçekirina bendavê tu dixwazî bila Licê bibe 5'emîn.
3-
Ez wekî amediyekî bi Amedê careke din serbilind bûm ku reqora xwe ÅŸikand. Licê min çiqas ber bi paÅŸ ve çûbe, Amed ew qas ber bi pêÅŸ ve çûye.
4-
Li Stenbolê gelek hevalên min ên nêz hene. Hema bibêje hemû hevalên min ên nêz li cem sindoqan bûn û muÅŸahid bûn. Bi qasî hemû kesên ku dengên xwe dan, keda van muÅŸahidên me jî heye. Ez li ser navê xwe sipasdarê her destê ku deng dane HDP'ê.
5-
Û çend tiÅŸtên giÅŸtî:
Berê partiyên wekî Dogruyol, ANAP, CHP û yên din kurdan ÅŸandibûn ser sergoyê, piÅŸtî vê encamê partiyeke din li Bakur çû ser sergoyê.
Ew kurdên me yên ku dengên xwe nedan kujerên Roboskiyê, ew kurdên me yên ku dengên xwe nedan Hudapariyan ew kurdên serbilind in, enîpaqij, ÅŸîrhelal in. Yên mezin ez diçim destên wan, yên biçûk diçim çavên wan.
Vê encamê daxwaza Xweseriya Demokratîk a kurdên Bakur erê kir. Êdî ji wê daketin dê çênebe.
Ev encam bandora wê li ser Rojava, BaÅŸûr û Rojhilat jî dê çêbe. Ji niha de bi awayekî moral, paÅŸê bi tevgera xwe.
Li Bakur, ji niha û pêde kesên ku dixwazin muxalifeta tevgera bakur bikin serbest in, yên dixwazin rexne bikin jî. Lê her rexneyên we bila zêdetir dehf bide vê tevgerê ku zêdetir xizmetê bike.
Ev encam nîÅŸan dide ku kurd divê zêdetir nêzî hev bibin. Sipasiyek ji bo Goran û YNK'ê jî ku heyet ÅŸandin, piÅŸtgirî dan û hwd.
Gelek kêfa kurdên metropolê hatiye ku HDP'ê bendav derbas kiriye. Bi vê dê hinekî din xwe di nav ewlehiyê de hîs bikin. Kurdên Bakur jî divê zedetir zor li DBP'ê bikin ku bersiva ev dengên ku hatine dayîn bidin.