Portreyeke cihêreng: Ev 25 sal in li Hewlêrê parfuman çêdike û difroşe
HEWLÊR
Newzad Omer Mihemed li Hewlêrê ev 25 sal in karê parfuman dike. Ji pîÅŸeya xwe hez dike û dibêje, “Gelek miÅŸteriyên min hene. Heta miÅŸteriyek min heye ji Brîtanyayê tê Hewlêrê, parfumên min dikire û bi xwe re dibe.”
Tê gotin ku 4 hezar sal berê yekemîn car li Mezopotamyayê parfum hatiye çêkirin û bikaranîn. Di roja îro de parfum gelek ketiye nava jiyana mirovan. Li Hewlerê parfumfiroÅŸekî heye ku ev 25 sal in vî karî dike. Em qala Newzad Omer Mihemed dikin. Ew kurdekî ji Hewlêrê ye. Di zarokatiya xwe de berê xwe daye vî karî. Mihemed dibêje: "Ez gelek ji vî karî hez dikim. Di salên dirêj de min gelek parfum çêkirin û firotin." Mihemed pêÅŸî qala zarokatiya xwe dike: “Ez pêÅŸî bi bavê xwe re di dikanek hesinkar de xebitîm. Lê hîn di zarokatiyê de kêfa min ji bêhna parfuman re dihat, min bi berdewamî bikar anî û ev yek jî bo sedem ku ez dest ji karê bi bavê xwe re berdim û ji xwe re dikanek parfuman vekim.”
'JI BRÎTANYAYÊ TÊ PARFUMÊN MIN DIKIRE'
Newzad Omer Mihemed hin bêhn çêkirine ku navên wekî ‘VIP, Åžînê Derya û WenewÅŸe’ lêkirine. Li gor gotina wî gelek miÅŸteriyên wî yên van parfuman hene û dibêje, “Hezkiriyên parfumê ji her alî ve tên cem min. Heta muÅŸteriyeke min heye ji Brîtanyayê tê Hewlêrê, parfumên min dikire û bi xwe re dibe.”
Mihemed têkildarî ezmûna xwe ya karê parfuman û wiha got; “Pêdiviya sereke ya bêhnekê awayê kiÅŸandina wê ye û divê kalîteya wê bi pisporî were girtin da ku bala muÅŸteriyan bikiÅŸîne.”
BÊHN DIVÊ LI KU BÊ KIRIN?
Ew bi xwe parfuman çêdike. Li ser vê jî dibêje ku ew bi bêhnê re alkolê bikar tîne, divê sê parên ÅŸûÅŸê bêhna xweÅŸ be û parek jî alkol be; bêhn çiqas zêde be ew qas buhatir dibe.
Mihemed di vî warî de pêÅŸniyaran jî dike: “Ji bo ku bêhn bi bandortir û mayîndetir be, ji bilî cur û pêkhateya wê divê li gorî demsal, zayend û temen be. Divê li stû, zend û piÅŸta guhan were kirin. Ji ber ku li van deveran bi berdewamî xwîn di tevgerê de ye û nêzîkî çerm e, lewma dibe sedem ku bêhn çalaktir be û demek hîn dirêjtir bimîne.”
Parfumkar Newzad Omer Mihemed wisa dawî li axaftina xwe tîne: ”Ji bo parastina domdariya parfuman û pêÅŸîgirtina xirabûna wan ya zû, çêtir e ku ew li cihek guncaw, ne pir sar û ne jî pir germ, ji ronahiya rasterast û xurt were parastin û were hilgirtin.”

Agahiyên vê nivîsê me ji Rojnewsê girtin û li gor xwe ji nû ve ÅŸikil dan wan.





