Selîm Temo: Çanda xwe biparêzin û ragihînin nifşê nû
Silava Ebdurehman
Gelek hunermendên kurd mîras û çanda gelê Kurd bi stranbêjiyê parastin. Yek ji wan jî hunermend Mihemed Selîm Temo (67) yê ji gundê Mamirlî yê navçeya Amûdê ye.
Selîm Temo di nava malbatekê de ku di salên 1980 û 1990`î de ÅŸahî û dawet ÅŸên dikirin, mezin bû. Wê demê dawet 3 yan 7 rojan li dar diketin.
Temo di ciwantiya xwe de dest bi vê rêwîtiyê kir ku kilama DerwêÅŸê Evdê yekemîn bû ku straye. Her wiha stranek bi navê “Gula xwe nadim tu kesî" hûnand û awaza wê danî.
LI AMÛDÊ YEKEMÎN ÅžAHIYA TEMO
Temo girêdayî serpêhatiya xwe wiha axivî: "PiÅŸtî ku ez fêrî tenbûrê bûm, bi bavê xwe re min dawet ÅŸên dikirin. Li Amûdê min yekemîn kasêt bi stranên dawetan qeyd kir. Dûre me hinek din jî qeyd kirin. Yekemîn ÅŸahiya min li gundê Merkebe bû."
Temo tenbûr wekî çandekê ku nabe dev jê berde, bi nav kir û dixwaze wê fêrî nifÅŸên din bike. Temo, kesên bixwazin fêrî tenbûrê bibin, fêr dike mîna ku kurapê xwe û birayê wî fêrî tenbûrê û stranbêjiyê kiriye. Her wiha dixwaze zarokên xwe û kesên ji huner û stranbêjiyê hez dikin jî fêr bike.
REWÅžA ABORÎ YA DIJWAR
Temo wiha domand: "Berê me bê amûrên deng dawet ÅŸên dikirin. Em gelek pê kêfxweÅŸ dibûn. Jê aciz nedibûn ruxmî ku dawet dirêj bûn jî. Lê îro mixabin, zehmetiyan dikiÅŸînim, ji ber ku ji ber rewÅŸa aborî ya dijwar, erebeya min tune ye û amûrên nûjen jî tune ne. Heta niha min klîbeke xwe ya taybet dernexistiye."
Temo bi xembarî got: "Dawetên me kurdan 3 roj bi stran û dengbêjiyê dewam dikir. Bê westan me dengbêjî dikir. Çêja wan rojan xweÅŸ bû. Ji ber ku stranên berê çîrok û destanên kurdî vedibêjin."
Temo destnîÅŸan kir ku çanda kurdî ya devkî, beÅŸeke bingehîn e ku bi saya hezkirî, hunermend û stranbêjan derbasî nifÅŸên din dibe.
'CANDA XWE BIPARÊZIN Û RAGIHÎNIN NIFÅžÊ NÛ'
Temo bang li hunermendan kir ku çanda xwe biparêzin û ragihînin nifÅŸên nû, her wiha bang li Desteya Çand û Hunerê jî kir ku piÅŸtgiriya hunermendan bikin ji bo ku çanda kurdî biparêzin û bi pêÅŸ bixin
ANHA