Ji aliyê HDP'ê ve bajarên krîtîk
Diyarname
Di hilbijartina 7'ê pûÅŸperê de ji aliyên partiyan ve 39 bajar hebûn ku mebûs bi dengên hindik yan winda kirin an bi dest xistin. Di nav van 39 bajaran de HDP jî hebû.
Ji aliyê HDP'ê ve ev bajarên krîtîk wisa ne:
Kocaelî:
Li Kocaelî HDP'ê bi dengên ku ji Ewropayê hatin mebûsek bi dest xist. Ferqa dengan di navbera HDP û MHP'ê de li dor 600'î bû. Ev bajar careke din krîtîk e.
Amed:
HDP'ê yekem car 10 mebûs derxistin û AKP'ê tenê yek derxist. Ji bo mebûsek li Amedê pêdivî bi 64 hezar dengan heye. AKP'ê 122 deng girtin. HDP ji bo mebûsek din winda neke divê dengên xwe biparêze.
Batman:
Li Batmanê HDP'ê sê mebûs derxistin AKP'ê yek. AKP'ê bi dengên ji Ewropayê hatin karî vê mebûsî bi dest bixe. HDP ji bo her çaran bi dest bixe divê dengan zêde bike.
Semsûr:
HDP'ê li Semsûrê jî yekemîn car mebûsek derxist. Ji bo mebûsê duyemîn jî divê 20 hezarên din dengan bigire. Di 7'ê pûÅŸperê de 45 hezar û 452 deng girtibû. Belavbûna dengan a li vî bajarî bi kêrî AKP'ê hat, ku AKP'ê bi 180 hezarî 4 mebû, HDP û CHP'ê jî her yekê yek derxist.
Îdir:
Li Îdirê HDP'ê her du mebûs girtin bi 54 hezar û 289 dengî. MHPê 25 hezar û 903 deng girtin. MHP'ê 1200 dengên din bigirtan dê biba yek bi yek. HDP'êji bo winda neke gere dengên xwe biparêze.
Wan:
Li Wanê HDP'ê bi 367 hezar û 917 dengan 7 mebûs bi dest xistin, mebûsek din AKP'ê bi 95 hzar û 446 dengî girt. AKP 4 hezar dengên din bigire dê 2 mebûsan derxe.
Stenbol:
Ji her sê herêman bi taybetî li herêma 3'yemîn derket pêÅŸ. Li vê herêmê HDP'ê 20 hezarên din deng bigirtan mebûsek din li 5 mebûsan zêde dikir. (Li vê herêmê HDP'ê 422 hezar û 804 hezar deng girtin)