Doktorê alîkariya birîndar kir, Dr. Ciwan Hemî
Diyarname
Roja 23'yê mehê yek ji kesên Xelata Îbrahîm Ehmed (Xelata Zêrîn a Bile) girt jî Dr. Ciwan Hemî bû. Hemî yê 52 salî di warê xwe de gelek ked daye. Loma jî em wekî Portreya Mehê wî dixin mijara vê mehê.
Dr. Ciwan Hemî di sala 1972'yan de li gundê Talia yê Hesekê tê dinê. Ew xwendina xwe li dibistanên Hesekê temam dike. Di sala 1990’î de beÅŸa hestî û ÅŸikestinê li Fakulteya BijîÅŸkî ya Zanîngeha Helebê diqedîne. Ew di sala 2006’an de dest bi doktoriyê dike û hê jî vî karî xwe didomîne.
Dr. Ciwan Hemî di jiyana xwe de her piÅŸtgiriya gelê xwe kiriye. Ji destpêka aloziyên li Sûriye û Rojav de, di êrîÅŸên çeteyan ên li ser Serêkaniyê de her di warê tenduristiyê de piÅŸtgiriya gelê xwe kiriye. Dema çeteyên DAIÅž'ê êrîÅŸê Kobanî kirin ew li ser karê xwe bû, û dema çeteyan êrîÅŸê Åžengalê kir jî ew yek ji wan doktoran bû ku çû hawara birîndaran.
Ew mecbûr dimîne demek ji Rojava derkeve û berê xwe dide Swêdê lê di sala 2018'an, di dema êrîÅŸa li ser Efrînê de ew vedigere Rojava. Ew niha li QamiÅŸloyê karê xwe yê doktoriyê didomîne.
'DIVÊ TU ÊÅžA 60 MÎLYON KURDÎ FÊM BIKÎ'
Dr. Ciwan Hemî ji bo ANHA'yê wisa gotiye: "ÊÅŸên gelê kurd gelekî kûr in. Eger bixwazî bibî bijîÅŸk tu yê 6 salan 60 pirtûkan bixwînî. Lê tu bibî bijîÅŸkê kurd divê tu êÅŸa 60 mîlyon kurdan fêm bikî. Erka me ya mirovî ye xizmeta gelê xwe û doza wî bikin.”
Ciwan Hemî li gel karê bijîÅŸkî berhemên wî yên wêjeyî yên neçapkirî jî hene. Ciwan Hemî di van berhemên xwe de serpêhatiyên xwe yên di demên ÅŸer de parve kirine. Ciwan Hemî dibêje: "Wekî bijîÅŸk ÅŸeran min mecbûrî kiriye ku êÅŸên bûme ÅŸahidên wan, binivîsim. Min bi pênûsa xwe xwest peyama gelê xwe û zilma li ser wî ragihînim."
'XELATÊ DIYARÎ HEVKARÊN XWE DIKIM KU ME BI HEV RE ALÎKARIYA BIRÎNDARAN KIR'
Dr. Ciwan Hemî bijîÅŸkê yekemîn ê ji Rojavayê Kurdistanê ye ku xelata Bile werdigire. Hemî nikarî here xelata xwe bigire lê ji bo ajansê wisa gotiye, "Ez vê xelata xwe diyarî 12 hezar ÅŸehîd, 20 hezar gazî, 40 hezar birîndarên me yên rojavayê Kurdistanê dikim. Ne bi saya wan ba îro li QamiÅŸlo me nikaribû vê roportajê çêbikin. Ez diyarî malbata xwe, diyarî hevkarên xwe dikim ku me ligel hev karî tiÅŸtan sererast bikin û alîkarî birîndarên xwe bikin."
Not: Ev portre ji nivîsa Xalid Etê ya di ANHA'yê hatiye girtin û ji nû ve hatiye sazkirin.