Diyarname
Jina Rêberê PDK-Î Dr. Abdurrahman Qasimlo Hêlin Qasimlo di 89 saliya xwe de mir.
Helîn Qasimlo (Bi navê xwe yê orjînal Helen Krulich) di sala 1934'an de hatiye dinê. Ew çekoslovak e. Dema Çekoslovakya welatekî komunîst bû û Dr. Qasimlo jî wekî xwendekarekî çûbû wê derê li Pragê hev nas kiribû. Di salên 60'an de li Zanîngehê di pîrozbahiyek de wan hev naskiribû û ji hev hez kiribûn.
Zewaca wan li Balyozxaneya Îranê ya Pragê çêdibe û ew vedigerin Îranê. Pêşî li Tehranê bi cih dibin. Paşê Hêlîn Qasimlo baştir kurdan nas dike, germ dibe û dibe kurdek xas.
Hêlîn Qasimlo li Parîsê dijiya û roja 10'ê adara 2023'yan canê xew ji dest da. PDK-I bi ser hesabê xwe yê tora civaki re ji bo wê wisa nivîsî, "Oxir be sembola sadiqbûnê. Jina sadiq a şehîd Dr Qasimlo Helîn Qasilmo, îro wefat kir."
Dr. Abdurrahman Qasimlo û jina wî Helen Krulich li Pragê bi hev re zewicîn