Diyarname
Kovara Destar sê mehan carek bi kurdî, bi zaravayên kurmancî, kirmanckî (zazakî), soranî û hewranê weşanê dike hejmara xwe ya nû pêşkêşî xwendevanên xwe kir.
Destara ku bi diruşma “Destarê Kurdî Hûr Dihêre” weşana xwe dabû dest pê kirin niha hejmara xwe ya 6’an derxist. Kovarê Jîna Emînî ku li Rojhilat hat kuştin û Nagihan Akarsel ku li Silêmanî hat kuştin bi diruşma “Jin jiyan azadî” xistiye berga xwe.
Ev hejmar ji 176 rûpelan pêk tê. Di vê hejmarê de nivîsên 42 nivîskaran cih girtine.