Diyarname
Di nîv fînalê de Almanya û Tirkiye hatin hemberî hev. Almanyayê bi 3-2 Tirkiye têk bir û derket fînalê.
Maç li Stada St. Jakob Park li dar ket. Di deqîqeya 22'yan de Kazim lê da û gog ji dîregê bi paş ve vegeriya, Ugur Boral temam kir û Tirkiye bi 1-0 derxist pêş.
Almanyayê di deqîqeya 27'an de bersiv da. Di vê deqîqeyê de ji aliyê çepê ve Podolski gog şand, li ber kelehê Schweinsteiger lê da û maç bû 1-1.
Dewreya yekemîn bi 1-1'ê bi dawî bû.
Di dewreya duyem deqîqeya 79'an de ji aliyê çepê ve gol bilind kirin ber bi sehaya ber deleyê ve û Klose baş xwe hil da, bi serê xwe lê da û Almanya 2-1 derket pêş. Tirkiyeyê di deqîqeya 86'an de bi Semihî bersiv da û maç bû 2-2.
Û deqîqeya dawî: Di vê deqîqeyê de alman bi lez ber bi keleha Tirkiyeyê ve çûn û bi lêdana Lahm gol avêtin, maç bû 3-2.
Maç bi 3-2'yan bi serketina Almanyayê bi dawî bû. Bi vê serketinê Almanya derket fînalê. Tirkiye ku her ji Almanyayê panzêr digirtin, vê carê îhaleya wan têk çû û vegeriyan mala xwe.
Divê ev jî bê gotin ku hatina Tirkiye heta nîv fînalê jî ji bo Tirkiyeyê serketineke mezin e. Yekem car Tirkiye di Tûrnûvaya EURO de derdikeve nîv fînalê.
Sibê dê Rusya û Spanya bi hev re bilîzin û kîjan tîm bi ser bikeve di fînalê de dê bibe reqîbê Almanyayê.
Kunyeya Maçê:
Stad: St. Jakob Park
Hakêm: Massimo Busacca, Matthias Arnet, Stephane Cuhat (İsviçre)
Almanya: Lehmann, Friedrich, Rolfes, Schweinsteiger, Klose, Ballack, Hitzlsperger, Lahm, Mertesacker, Podolski, Metzelder
Tirkiye: Ruştu, Hakan Balta, Gokhan Zan, Mehmet Topal, Aurelio, Semih, Ugur, Kazim, Ayhan, Sabri, Hamit
Nota dawî: Ji Tirkiyeyê Serokwezîr Abdullah Gul û hin wezîr,, ji Almanyayê jî, Serokdewleta ALmanyayê Angela Henkel û rêveberên wan hebûn di nav temaşevanan de.


