Diyarname
Ji gelek welatan muzîkar, derhêner, lîstikvan, nivîskarên navdar ji bo hunermend Nûdem Dûrak banga berdanê kir.
Hunermend Nûdem Durak ji sala 2015'an ve girtî ye. Ew niha li Girtîgeha Tîpa M ya Bayburtê ye. Bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" du doz lê hatin destpêkirin û di encamê de 19 sal cezayê hepsê lê hat birîn. Niha navdaran banga berdana wê kir.
Ji Tirkiyeyê Asli Erdogan, Pinar Selek, Ece Temelkuran metneke amade kirin û banga piştgiriyê kirin. Ji gelek welatên dinyayê gelek navdarî piştgirî da vê metnê.
Di metnê de hatiye gotin ku Nûdem Durak ne tu endama tu rêxistinê ye, ger ev cezayê lê hatiye birîn betal nebe heta 2034'an dê girTî bimîne. Hatiye gotin ku ew hunermend e û ji ber fikrên xwe hatiye girtin û ev yek lê zêde kirine: "Nûdem Durak divê heta 2034'an girtî nemîne."
Yên ku metin îmze kirine:
Ji Tirkiyeyê wekî bangwazîkar: Asli Erdogan, Pinar Selek, Ece Temelkuran.
Ji kesên metin îmze kirine,
- Bryan Adams, muzîkar, Kanada
- Tunde Adebimpe, muzîkar, DYA
- Joseph Andras, nivîskar, Fransa
- Ramîn Bahranî, derhênerê fîlman, Îran/DYA
- Saleh Bakrî, lîstikvan, Filistîn
- Jeanne Balibar, lîstikvan, Fransa
- Frank Barat, nivîskar, Belçîka
- Juliette Binoche, aktris, Fransa
- Rachida Brakni, aktris, Fransa
- Breyten Breytenbach, nivîskar, Afrîkaya Başûr
- Eric Cantona, lîstikvan, Fransa
- Carmen Castillo, derhênerê fîlman, Şîlî
- Isabel Coixet, derhênerê fîlman, Spanya
- Molly Crabapple, hunermend, DYA
- Erri De Luca, nivîskar, Îtalya
- Sara Driver, derhênerê fîlman, DYA
- Brian Eno, muzîkar, Kraliyeta Yekbûyî
- Asli Erdogan, nivîskar, Tirkiye
- Annie Ernaux, nivîskar, Fransa
- Peter Gabriel, muzîkar, Kraliyeta Yekbûyî
- Anouk Grinberg, lîstikvan, Fransa
- Robert Guêdiguian, derhênerê fîlman, Fransa
- Annemarie Jacir, derhênerê fîlman, Filistîn
- Nicolas Jaar, muzîkar, Şîlî
- Jim Jarmusch, derhênerê fîlman, DYA
- Aki Kaurismaki, derhênerê fîlman, Finlandiya
- Talib Kweli, muzîkar, DYA
- Paul Laverty, senarist, Kraliyeta Yekbûyî
- Ken Loach, derhênerê fîlman, Kraliyeta Yekbûyî
- Miriam Margolyes, lîstikvan, Kraliyeta Yekbûyî
- Emel Mathlouthi, muzîkar, Tunus
- Sepideh Moafi, lîstikvan, DYA
- Thurston Moore, muzîkar, DYA
- Tom Morello, muzîkar, DYA
- PEN Afrikan, Afrîkaya Başûr
- Charlie Reid, muzîkar, Kraliyeta Yekbûyî
- Arundhati Roy, nivîskar, Hindistan
- Mark Ruffalo, lîstikvan, DYA
- Pinar Selek, nivîskar, Tirkiye
- Shumona Sinha, nivîskar, Hindistan/Fransa
- Ahdaf Soueif, nivîskar, Misir
- Serj Tankian, muzîkar, DYA
- Ece Temelkuran, nivîskar, Tirkiye
- Ana Tijoux, muzîkar, Şîlî
- Êric Vuillard, nivîskar, Fransa
- Alice Walker, nivîskar, DYA
***
Nûçeya Eleqedar:
- Roger Watersî carek din dengê Nûdem Durakê belav kir


