Yeko Ardil
Vê sersalê kir ku ew bûyer û çîrokên dîrokî carekî din li bîra me vegerin.
Çîrok di serdema dewleta Osmanî de derbas dibe. Her çiqas em dibêjin, çîrok jî, ew bûyer bi rastî jî qewimiye û di arşîvên dewletê de, ji aliyê waqayînivîsan ve hatiye tomarkirin. Hingê dewleta Osmanî noqî nav gendelî, dizî û nelirêtiyê bûye.
Lê alimên dewletê ango ‘Melayên nûnerên ola serdest a dewletê‘ li ser kar in. Li dewsa ku li dijî rizandina dewlet û pergalê li ber xwe bidin, ketine pey bûyerên talî. Em werin ser lehengê bûyera Meymûnan a di dewleta Osmanî de. Mela Evdilkerîm Efendî yê xwedî şiyan û gotinê di qata rêveberiya dewletê de rojekê pêrgî pirtûkekê tê. Di pirtûkê de derbarê têkiliyên mirov û heywanan de agahiyên balkêş û ‘sosret‘ hene.
Li gorî agahiyan meymûn û mirov dikarin têkiliya cinsî daynin. Mela Evdilkerîm dike ku dîn bibe. Rojeke înê di xutbeyê de bi dirêjî behsa têkiliya mirov û heywanan dike û dawiyê jî gotinê tîne ser babeta ku dilê Melayî sotaye.
Civata ku bi gotara Melayî sinciriye, sor bûye wekî êtûnê lê hatiye, ji mizgeftê derdikeve û rasterast berê xwe dide bazara meymûnfiroşan a li Azebkapiyê. Dem û dîrok sala hîcrî 999 e.
Melayî gotibû, ‘Her mirovê têkeve pençeya tarîtiyê, dikare kiryarên şermê bike. Bi taybetî jî jin û nexasim jinên bî dikarin bi meymûnan re bikevine têkiliyên şermê. Bi gotineke din, Mela li dijî fuhûşê radibû. Li aliyê din bê gendelî û dizî tekane diranê çerxa pergala rêveberiyê jî kar nedikir.
Mêjiyê Melayî tarî bûye. Lê Xwedê heye, di gotar û peyvê de hosta bûye. Girseya guhdar ji bo her tiştî amade bû. Di destê wan de, dar, ber, kevir û li ser newqa gelekan şûr û xencer, ketin nav bazarê. Ma kî dikarîbû li hemberî wan bisekine! Ji xwe kes jî nesekinî. Meymûnên ji deverên cihê yên cîhanê yên cûr bi cûr kom kirin û ew bi darve kirin. Ango ev bûyer di dîroka mirovahiyê de wekî tekane bûyera ‘Dardekirina Meymûnan’ e. Hem jî bi zanîn û amadeyî hatiye kirin. Dîsa tê gotin ku li gelek deverên Stenbolê wekî fêkiyan bi daran ve meymûnên cur bi cur hilawestî bûn. Piştî bûyerê, navê Melayî kirin ‘meymûnkuj’.
Dijberî û rikeberiya di navbera olan û meymûnan de ne ev tenê ye. Bi taybetî piştî Charles Darwin ku mirov wekî neviyên meymûnan pênase kirin û ev zanîna hanê jî di Teoriya Veguherînê/Beridînê (Evolution) de bi cih kir, meymûn li pêş çavên gelek oldarên li ser şopa Mela Evdilkerîmî reş bûn.
Serpêhatiya duyemîn ya bi têkiliyên navbera heywan û mirovan re eleqedar, li Almanyayê diqewime. Ciwanekî kurd li pêş karmendê dewletê di pêvajoya îfadeya yekemîn de ye. Ligel wergêrekî serpêhatiya xwe dibêje.
Karmend pirs dike: "Çima dixwazî wekî penaber li welatê me bimînî?" Ciwanê kurd dest pê dike û dibêje: "Em kurd in, dewleta Tirk wiha wiha zilmê li me dike. Karmend bêdeng lê guhdarî dike. Ciwan dewam dike: "Gundê me sotin, mal, xanî, tewle, axûr û lodên giyayên me jî tev de şewitandin." Karmend pirs dike: "Baş e, heger wisa ye û rast e, tu çawa filitî?!" Ciwanê kurd dewam dike: "Li deştê li nav giya bûm. Min xuruman girê dida. Gava li gund ew tevlihevî çêbû û ji hind devaran dûman bilind bû. Min baz da. Li kêleka gund ez pêrgî laşê Bigro hatim."
Karmend pirs dike: "Bigro kî bû?", Ciwan dibêje, "Ew kûçikê gund bû li gel Beşo parastina gund dikirin." Karmend: "Nexwe Beşo jî kuştin?!"
Ciwanê Kurd: "Belê ji ber ku deqek spî li ser eniya wî ya reş hebû, navê wî kiribûn Beşo. Li ser eniya wî reşandibûn." Karmend ji nişkeve dest bi girînê kir. Bû îskeîska wî. Ciwanê kurd û wergerî li hev mêze kirin. Ne ew e bigirîn û ne ew e bikenin. Hesten cur bi cur têkelê nav hev bûne. Navberek dan axaftinê. Li ber derî ciwanê kurd ji wergerî re got, "Bira, ev çi sosret e. Min behsa kuştin û şewitandina ew qas mirovan kir, lê ev hakim e çi ye, ji bo du kûçikan xwe parçe kir." Wergerî jî bi dengekî ji xwe bawer got, "Ewropî mirovên cihêreng in, hestiyar in, pirr bi rewşa heywanan diêşên!"
Piştî sersalê, piştî ku careke din me şahidiya wê teror û randalîzma serê salê kir. Piştî ku hinde teqîn, sotin, feryadên mirovan, yên dar û beran û yên heywanan bûyera Krefeldê ya di encama şewata ji ber fîşekên hewayî sotina meymûnan mohra xwe li sersala Almanyayê xist, gelek serpêhatî jî li bîra me bûne mêvan.
Gelo niha ew karmendê ji bo kûçikan digiriya li ku ye? Ji bo meymûnên dîl çi hizir dike? Gelo cîhana pereperest wê ji bo vê terora sersalê ya bi navê ‘şahiyê’ hind tedbîran amade bike yan na?
04.01.2020, Yenî Ozgur Polîtîka