Yên bi helbestê dizanin, dizanin ku helbest hunera vegotinê ya herî darivandî û kurt e; bi hevokekê, belkî bi rêzikekê, belkî ya ji du peyvan pêk tê pê mebesta xwe vebêjî; ev huner e û wekî xwende; ji wê hevokê, rêzikê û ji wan du peyvan famkirin jî astek e!..
Nivîs jî wisa ye, di nivîseke 500-600 qarekterî de divê bi hevokeke diduyan mebesta xwe derxî pêş, vebêjî. Lê tiştên wan hevokan tînin pê dimînin li cem te, tu famkirina wan her du hevokan dihêlî ji famkirina xwende re (!)
Ev mijarên ez digirim dest ne ji zanyariya min in, çiku ne zanyar im; hewl didim ji cerebe-serborî, xwendin û nivîsandinên xwe û ji yên kesên din ‘çi yên zanyariyê çi metneke dîtir’ û hwd.; min ji wan çi famkiriye, pê gihîştime çi hizrê û şîroveya min çi ye, wê vebêjim û hew.
Jixwe yên bertek nîşan didin jî ne zanyar in. Heke zanyar bin wê bizanibin ew nivîs ne yên zanyarekî ne, yên helbestkar û nivîskarekî ne ku dikare derbarê van mijaran de hizra xwe derpêş bike, divê bike jî..
Bo nivîsa min a bi serenav “Di wêjeyê de pirbûna mêran û kêmbûna jinan” bi rêya dostekê jê bi hay bûm ku gelek bertek, şîrove, heta bêqîmetkirin û bêrîzîkirin hatine nîşandan. Lê ya du kesan hêjayî bersivdayînê bû. Bo ku wan pirs pirsîne min ev nivîs lê kir. Bertekên din ên ku tê de ast, kûrahî û rêz tuneyî, bêqîmetkirin heyî, yên tiştên min negotine wekî min gotine nîşan dane, wan û gotinên wan hêjayî bersivê nabînim. Rêbazên dijderketinê hene, yan lidij binivîsin şaştiyên meriv bêjin em bi hev re serwext bibin hev temam bikin, an rêzdar bin; an hiş bin li cihê xwe rûnin, di mijarên we fêm nekirine de ne şert e hûn çorsî û asta xwe derpêş bikin.
“Gotine xweliya heft gundan li serê me be”. Lê dibêm me ew yek boriye, ‘xweliya heft gundan li ser serê me de hatiye dakirin jixwe’ Heyf û mixabin….
De bifermin; hevoka ku bêyî mebesta ew vedibêje her tişt jê hatî derxistin, vir de wê de hatî kişandin ev e ‘Armancên mêr li derve bûne, lê armancên jinê di nava malê de bûne. Mêr xwestiye kelehê feht bike xwe ispat bike, lê jinê xwestiye mêr feht bike xwe bi mêr bide ispatkirin’(!)
Ev hevoka ku pişta xwe dide vê behsa li jêr bes ji wê behsê jêfamkirin û nêrînekê vedibêje, ne teqeziyekê! Lê helbet kûrahiya ev hevok di nava xwe de dihewîne ji bejn, zanîn û asta yên bertekên virt û vala nîşan didin zêdetir e. Loma yên hay jê bûne ku ev hevok tiştekî dibêje pêwîst dîne pirs pirsîne, ne ku ketine hewla bêqîmetkirina ji nezanîn û zikreşiyê der dibe’!
Bi kurtasî, çîrok û wateya di nav wê hevokê de, ya min xwestiye balê bibim ser ev e:
Berî vê bi deh hezaran salan li peravên Afrîkaya Başûr em bên du kesan berê xwe dan reşahiyê. Bila navê yê nêr Neandertal be navê ya mê jî Lûsî. Dema wan berê xwe da reşahiyê, dema hê nû nû li ser çar piyan radibûn ser du piyên paşiyê û wisa dest bi meşînê kirin, ji ber zikê birçî divê yek jê biçûya seydê biketa pey şopa karxezalekê. Ji wan ê bi hêla bedenî ve bi hêz û baş dibeziya Neardetal çû seyda xezalan, yanê ya koviyan.
Tiştê Neardetal derxistî pêş û ew şandî pey seydê ne aqil hêza wî ya bezînê bû. Ne ku dema çû neçîra pêşî ji Lûsiyê biaqiltir bû, xêr, belkî pir hendik hişê wan qasî hev dişixulî-tê digihîşt.
Pê re pê re, piştî dem û zemanan di rêya neçîran de Neardetal bêhtir li derve ma, di rêya neçîran de tiştên din jî kifş kirin, nas kirin, ar û hesin peyda kir, tişt li ser tiştan ceribandin, hesp dî û kedî kir; mî, bizin, mirîşk, kûçik, pisîng, tovê genim û zadên din dîtin û kedî kirin; erdnîgariyên nû kifş kirin, şikeft vekirin, axên bi bereket xistin bin destê xwe û hwd.
Helbet wî heya radeyekê Lûsî jî tevlî wan cerebeyên xwe kir. Di vê navê de jî Lûsî hêdî hêdî hînî di şikefê de manê dibû yan dihate şîretkirin ku ji şikeftê bi dûr nekeve; derdora ew lê diçû dihat derdora şikeftê bû…
Ew Neardetalê dema çûyî neçîra pêşî ku hêngê ne zêde belkî bi qasî Lûsiyê xwedî hiş bû, bi rêya cerebeyan serboriyan avantajek bi dest xist! Ew wekî aliyê xwe yê bi hêz bi hêla xwe ya hişî ve jî gavekê bi pêşiya Lûsiyê ket!
Paşê paşê Neardetalê ku hesp, mî, bizin, tov kedî kirî, erdekî çandiniyê ji xwe re ajotî bi hişê xwe yê bi rêya cerebe û serboriyan ketî pêşiya Lûsiyê, rabû got, xwediyê hesp, mî, bizin, tov û axê û heta xwediyê te jî ez im, û jina ku Neartedal re bi hezaran salan hînî jiyana li ser du piyan meşînê bûyî, ya şikeft û kovikê darekê ji xwe re kirî mal, ya pişta xwe dayî wî neçar ma ku şertên nû yên Neardetal danîne pêşiya wê re serî deyne.
Yanê Neardetalê li derve bi cerebe û serboriyan bûyî xwediyê avantajan desthilatiya xwe ragihand û qonaxa serdestiya wî û bindestiya jinê destpêkir.
Neardatel, yanê mêr bû desthilat û xwediyê her tiştî, mêr bû hilbijêr û xwediyê biryarê; mêr bû (karsazê di nav desthilatiya xwe de kar dide jinê) û heta mêr bû xwediyê jinê û wî bo jinê sînorên jiyanê, pîşe û kar diyar kirin…
Bes yek tercîha jinê hebû ji kar û sînorên ku mêr danîne pêşiya wê erê bike û hew.
Sedsal û hezar sal wisa borîn, dem hatin Neardetal bû keyser, împaretorî ava kirin; bû pêşeng, bû bazirganê karwanên mezin, bû serdar artêş ava kirin çû fetihkirina axeke din an ê kelehekê, bû pêxember, bû îdeologê bîrdoziyekê, bû pêşengê tevgerekê, heta gihîşt ser textê xwedatiyê jî û li kêleka textê xwedatiya xwe geh diya xwe, geh jina xwe, geh xwişka xwe, geh jî keça xwe bi payeya xwedawendiyê da rûniştandin...
Yanê mêr bûbû xwediyê desthilatê û mal û milk û jinê; ew bûbû xwediyê hilbijartin-tercîhkirinê û biryarê; biryara derbarê jiyan û karên jinê di destê wî de bû û jin neçar bû di nav pergala wî daniye de xwe bixe çavên wî (!)
Gelo dibe îhtîmalek wiha jî hebe; ‘heke mêr bi wî hiş û karînên xwe yên nû di çavê jinê de nebûbe afirdeyekî îlahî, ku jinê bi dilxwazî îman pê neanîbe û bixwe ew dernexistibe pêş û li ser textê desthilatiyê nedabe rûniştandin!?) Yanê eger li holê tewanek hebe gelo hevkarek jî tune? (şirîkatiya sûcê)
Bila ji wê pergalê re hin wergera tirkî “ata-erkil” bikin kurdî û bêjin “baviksalarî” lê ez dibêjim pergala mêrane yan pergala çespandinê hê zêdetir li kurdiya me tê!
Ew ên bi nefamkirinê û yên bi zikreşî û bi çorsî bertekên virt û vala nîşan dane! Gelo we heya vê derê ji vê çîroka mêr û jinê çi fam kir û çi encam jê derxist?
Gelo dema min got armancên mêr li derve bûne yên jinê di nava malê de, mêr bi fethkirina kelehê xwe îspat dikir jinê xwe bi mêr dida îspatkirin mêr feth dikir we çi jê fam kir? Qey we go ez behsa ciwan û xanimeke li kafeyê rûniştine li ber hev dafik vedane dikim, an di fethkirin û xwe bi mêr dana îspatkirinê ketina ber hembêza mêr qest dikim, an we go qey ez behsa keçikeke xwe bi xweşikî xemilandî ya di govendekê de bo bala hezkiriyê xwe bikşîne ser xwe, xwe dihejîne dikim???
Bes, ên ‘mêjû genî û dilxirab’ dikarin hevoka fetihkirina mêr ku qest jê fetihkirin an xwe kirina şîrîka desthilata wî, wekî fethkirina hembêz û mêraniya mêr fêm bikin.
Heyfa me û vê astê, vê kûrahiyê û vê famkirinê…
Bi vî rengî bi deh hezaran sal borîn û em bên-hatin îro: Bi wan deh hezar salan re bi ew qas cerebe serboriyan re çi çêbû? Gen û qodên mêran, gen û qodên jinan!
Min gotibû armancên mêr li derve bûne, yanê mêr li derve li pêş çavan desthilata xwe saz kiribû, hemû armanc û planên wî li ber çavan li holê bûn; fetihkirina kelehan! Lê wekî her giyanwerê din ên hem li hember zayendê din hem li hemberî giyanwarên din bi xwedî pergal, zirxên xweparastinê û desthilatekê ne, qey jin bêpergal, bêzirx û bêdesthilata xwe bû? Çawa ku mêr ew di nav desthilata xwe de danî cihekî kêmkêrhatî bi wê rewşê re jinê jî ji xwezayî belkî ji neçarî dest bi avakirina desthilata xwe kir (‘armancên jinê nava malê de bûn’, haya hinan ji îroniyê jî tune) jinê jî di nava xwe de desthilateke ku pê li dijî avantajên mêr xwe wekî aliyekê heyî bike ava kir!
Desthilata mêr li derve ye, armancên wê holê ne aşkere ne, lê desthilata jinê di nava jinê de ye ye ne li holê ye, sergirtî ye nepenî ye!
Bo wê, gotina dibêje “atom tê parçekirin lê jin nayê famkirin” ma îşaret bi wê desthilata di nava jinê de nake gelo?!
Yanê gen û qodên mêr bi desthilata mêr a armancên wê li derve ne çêbûne gen û qodên jinê jî bi wê desthilata di nav wê de ye çêbûne-teşe girtine. Çendîn ku mêr û jinê bi hevkarî tişt pêk anîbin jî, lê mêr bi desthilata xwe armancên xwe pêk anîne jinê jî hewl daye bi desthilata xwe armancên xwe pêk bîne!..
Erê desthilata armancên wê li derve ne ji aliyê avantajan ve ‘bi ser ketiye’ lê wê desthilata di nava jinê de bi tevahî têk nebiriye; jixwe nayê têkbirin jî, çiku ev yek ne gorî zagona bihevrebûnê ya dijberan e.
Yanê bi kurt û bir, îro ez jî kek Dîlawer Zeraq jî wekî mêr tiştên em dikin û dizanin ne tiştên me di jiyana xwe ya çil salî de hîn kirîne ne. Xêr, erênî neyînî em bi mîrateya gen û qodên bi deh hezaran salan hatine pê bi yên zayendê xwe hene, hişmendiya me ya mêrane wisa çêbûye; heta nav gen û qodên me de ji cerebeyên jinan jî gelek gelek tişt hene û wisa, Xecê Daxşîn jî nûnera gen û qodên jinan ên bi deh hezaran salan çêbûne ye, hişmendiya wê ya jinane jî encama wan e.
Yanê hem mêr hem jin em tev encama serborî û cerebeyên hem ê zayendê xwe hem ê zayenda din in, em eynika dîroka tevahî mirovahiyê ne, em îro gen û qodên ên berî xwe di xwe de dihewînin, nîşan didin, em encama wan gen û qodan in. Erê hişmendiyeke mêrane heye lê hişmendiyeke jinane jî heye; kîjan rabe bêje hişmendiya zayandê/a min hê zêdetir xweser resen û mirovane ye, ew rûyê xwe reş dike; çiku ne wisa ye…
Îro roj, her du zayend ku bi desthilatên xwe, yan bi serê xwe, yan ligel hev bi deh hezaran salan dûrî reseniya xwe ketibin, kî dikare bêje jin resen e yan mêr resen e?! Xêr, her du jî bi deh hezaran salan li dûrî reseniya xwe ketine; heke bêjin resenî, divê her du jî bêjin me reseniya xwe kir qurbana armancên desthilata xwe!..
Ev tiştên kûr, tîr, aloz û tevlihev kana gengeşiya me ne!
Îro ne bi dilê me tevan e jî, lê realîte- rastiyek e; ji ber wê avantaja dîrokî gelekî asayî ye, yê zêdetir xwedî cerebe û serborî, yê xwedî gen û qodên bi avantaj di nava jiyanê de pir xuya bike û ev avantaj in, ku îro jî pê pergala mêr li dar e, mêr tê de pir e, lê jin di vê pergala mêr de, di gelek waran de wekî hemjar kêm e, di huner û wêjeyê de jî!
Hêja Dîlawer Zeraq û Xecê Daşxîn, ji wê nivîsa navborî mebesta min bi awayekî kurt û îronî behskirina wêneyê min ji vê çîrokê girtibû. Hêvî dikim pirsa we bêbersiv nema be?
Ji dervayî pirsa D. Zeraq û X. Daşxînê bi mijarê ve girêdayî çend xalên din:
Derbarê pirsgirêka mêr û jinan de: Çareserî çi ye nizanim, lê dizanim ku çareserî ne desthilatiya mêr e, çareserî ne bi dijî desthilata mêr derketinê re teqlîdkirin û mêranebûna jinê ye jî; çareserî ne bo destê xwe de girtinê jinanebûna mêran e jî; gen û qodên xwedî cerebe û serboriyeke bi deh hezaran salan ne hêsa ye bi carekê re, bi çend cerebe û salan biguhere…
Helbet divê di derekê de were destpêkirin, lê destpêk divê di ku derê de dest pê bike; ‘muzakerekirina desthilatê yan li ser rawestîna pirsgirêka esas-li dor reseniyên me yên zayendî û mirovane gihîştina çareseriyekê’?..
Pirsgirêk giştî ye ne şexsî ye, lê ez wekî şexs di nava bi hezaran liv û tevger, hest û hizrên xwe de lê digerim, dibêm gelo ji wî Neardetalê li wê peravê rabûyî ser du piyan tiştek di min de maye ku bi wî parçeyê xwe yê resen xwe ji her du desthilatan bişom da bê hesab berê xwe bidim xwe, bidim zayenda jinê û xwezayê...
Belkî çareserî li xwe veger e! Lê ne mêr dikare vê yek bi tena serê xwe bike bi reseniya xwe re rû bi rû were ne jî jin! Çiku di nav hemû liv, tevger, hest û hizrên me de hesabên matematîkî yên desthilata me hene, heta nava evînê de jî… Û em ne dev ji desthilata xwe ya li derve berdidin ne jî dev ji ya di nava xwe de! Loma jî, em ne bi hev bextewar dibin ne jî azad…
Derbarê wêjeya jinan de: Tê zanîn, destpêkê, di salên nêz de huner-wêjeya kurdî di bin bandora ya dagirker û cîhanê de şîn hat, aliyê wê yê teqlîdî û sitemkarî (mexdûriyet) hebû. Heta îro jî gelek nivîskarên me ji nivîskarên tirk rol didizin, wekî gelek waran de hinên ji me tirkan teqlîd dikin û ji wan rol kopye dikin!..
Bo wêjeya kurdî jî, bo wêjeyeke din a bindestan jî û bo hemûyên nû destpê dikin jî ev yek gelekî asayî ye. Lê em dibînin huner bi taybetî wêjeya kurdî bi ser lingan dikeve û ketiye qonaxa xweserî-reseniya xwe nimandinê…
Wekî serboriya wêjeya kurdî, ne tenê di nav wêjeya kurdî de di nav wêjeya cîhanê de jî wisa tê xuya ku huner-wêjeya jinê hê di wê qonaxa li ser çar piyan meşînê de ye. Teqlîd e, hest sîtemkariya ji mêr e (mexdûriyetê)! Hê jî em ji deng û rengê jinê yê xweser bêpar in. Jixwe ne hêsa ye jî; jinên ku bi şoreşên çînî û neteweyî û bi tevgerên femînîst ên sedsalên borî re keys bi dest xistine derkevin qadê di sedsalekê de wê navbera wan û mêran a bi deh hezaran salan di sedsalekê de biqedînin. Ji loma, belkî bo jin xweseriya xwe binimîne gelek serborî, cerebe; bi dest ve anîna avantajan-navgînan, belkî bi sedan-hezar sal dem û tiştên din divên. (tika ye vê nêrînê jî bila kes derek din ve nekşîne!)
Helbet dikare were pirsîn, gelo wêjeya mêr çiqas reseniya mêr nîşan dide? Çendîn ku mêr ji xwe destpêkiriye loma wêjeya wî ne taeqlîda ya zayenda din e jî, lê di çarçoveya reseniya em behs dikin de helbet pirsek wiha wê pirseke di cî de be!
Derbarê sedema tercîhkirina berhemeke wêjeyî de: bawerim li cîhanê jî kêm zêde wiha ye! Dema em pirtûkekê digirin destê xwe em nabêjin ka jinê nivîsandiye yan mêr nivsandiye, yan zimanekî mêrane yan zimanekî jinane bikar aniye; sedema tercîhkirina me ya pirtûkekê ka çi nivîsandiye ka çawa nivîsandiye ye! Ger baş be mêr jî nivîsandibe jinê jî nivîsandibe em ê bêjin spas û bêjin xwezî min ev binivîsandiba, lê eger ne baş be em ê bêjin heyfa wî/wê.
Her wiha, pirbûna mêran nayê wateya ew mêr giş wêjeyeke baş dikin, xêr, belkî nav sed kesî de deh jê baş in, yên din bo bibin yek ji yên baş dinivîsin û kêmbûna jinan a ji ber sedemên li jor, nayê wê wateyê ku baş nanivîsin, xêr, heke deh dinivîsin di wan de jî yek baş e, yên din bo bibin a baş dinivîsin û encamê de ev dertê holê; mêr-jin ferq nake sedî deh belkî baş in ên din bo bibin ya/yê baş dinivîsin. Yanê çendîn cudahiyên vegotinê hebin jî lê pîvan ne ji destê jinê derketiye yan destê mêr derketiye, ne jî hejmara mêr û jinan e, pîvan ast û çawanî ye.
Û bo min; nivîskar, helbestkar, çîroknûs, romannûs an hunermendê/a hunereke din çi mêr be çi jî jin, di nivîsek din de jî min hizra xwe gotibû, ‘huner peydakirina hesta heyraniyê ye’ û pê ve girêdayî; ma huner-wêje ne ew tişt e ku cudahiya hestên me yên mirovane ji yên lawir, hov û giyanwarên din vediqetîne û em mirov pê zêdetir nêzî xwe û hev dibin, xwe û hev zêdetir dinasin e!?
Heke wisa ye, dibêm çi şanaz in ên ev yek di hunera xwe de pêk anîne; çi jin be çi jî mêr be.
Wekî encam; biborin heyra, heke li hemberî derbirîna hizrê ev bertekên jinefamkirinê û bêtahmûliyê hebin û ku em ê kesên hizra xwe vedibêjin (dema ne bi dilê me be; kes ne mecbûr e dilê kesî xweş bike) bi hin tiştan tewanbar bikin em nagihîjin tu azadiyê û ne jî digihîjin armanceke xwe ya dîtir.
Heke em pirsgirekên xwe bikin parsêl û bixin bin tehekûma xwe ya xwe pê heyîkirinê, bitirsin û nehêlin ew werin nîqaşkirin, a ev yek tam rêbaza desthilata tê gotin ku mêrane ye; hem jî teqlîdkirineke xirabe ya wê desthilatê ye...
Eger em, bo wan qad û kesên li wan qadan in di destê xwe de bigirin li ser pirsgirek, ast û çawaniyên hev lihevkirinan bikin em ê wisa timî bi sextekarî li rûyê hev bikenin, ku di vê yekê de tu kes nikare avê li destê me bike…
Ya rast, her kes bi her tiştî û bi her sedemê hayîdar e, lê em giş bi balonên xwe yên pembik nepixandî şanaz in! Çi dem yek sitriyekî ji balona me re dike wê diteqîne ku pê derdikeve holê me bi baloneke pembik a bi bayî hatiye werimandin xwe mijûl kiriye em gelekî bi hêrs dikevin. Hêrs ne ji peqandina balonê ye, xêr, hêrs ji pêhesîna kes-ên din e ku dîtine em bi baloneke pembik nepixandî şa dibûne ye!
Helbet mijar nazik in; êdî wisa bûye ku hin di hin mijaran de wekî radîkal û fanatîkên oldar bertek û êrîşan dibin ser kesên balona wan a pembik ku bi wan pîroz e nîqaş kiriye!..
Lê gelekî eşkere û zelal e, ji dîrokê, ji olê, ji siyasetê, ji nivîskaran û helbestkaran, ji efsane û mîtosan, ji wêje û huner û di meseleya mêr û jinan de û hwd. gelek balonên me yên bi bayî hatine werimandin hene ku divê rojek beriya rojekê bi derziyekê werin teqandin. Belkî piştî hêngê em di rêya azadiyê de bigihîjin derekê-astekê. Bo wê eger teqîna balonê dengekî derxe jî divê em li ser wan balonên bi bayî nepixandine bêtirs bigengeşin.
Di vê bersivê de jî, ‘tiştên hatine gotin ku ji dîrok, wêje û tiştên din, rast-şaş jêfamkirinên min in, nêrîn û şîroveyên min derpêş dikin’ (ne behsên teqeziyê ne, nêrînin min ên şexsî ne) dibe gelek tişt kêm mabin an min hewce pê nedîtiye hê jî… bi hurgilî behs bikim. Çiku ji hinan re heta ta bi derziyê ve nekî fam nakin! Lê hewce nîn e yên ji ast, kûrahî, zanîn û bejna wan zêde ye her behsê fam bikin.
Mebest ji nivîsandina van mijaran helbet bo werin nîqaşkirin e. Eger van derbaran de hizir-gotineke yên dij derdikevin an wisa nahirizin hebe bila ew jî binivîsin da em hev serwext bikin, hev temam bikin. Heke na, bila tu kes bi rikeke dijminane li vir li wir û li ser medyaya sosyal şîroveyên bêast-reşkirinê lêneke û pê berê xwe nede temaşevanên li trûbînan rûniştî.
Bêexleqî ye, li cihekî ku muhatab ne li wir be meriv paş wî/ê re devjeniyê bike dev bavêje wî/ê (!) Ger nizanin bila hîn bikin, rêbaz diyar e; bersiva nivîsekê bi nivîskî tê dayîn, ne bi dev avêtinê...
Di nivîsa navborî de jî mijar, mebest û behs ew qas aşkere û zelal bû.
Lê ka ew ên digotin ‘leb demeden leblebîyî anliyoruz’? (bi wateya, ewê digotin ‘dema lêv dilivin, dizanim di paş de diran hene’)
Gelo nebê nebê ew zanîna ‘leb û leblebî’yê jî baloneke pembik a pifê kiriyî be…
**
Nivîsa ku bûye sedema nivîsandina vê nivîsê:
- Di wêjeyê de pirbûna mêran û kêmbûna jinan
- Di wêjeyê de pirbûna mêran û kêmbûna jinan