Li ser rûyê cîhanê çend mêr çend jin hene nizam, lê dibêm kêm zêde zayendek çend mîlyonan ji zayenekê kêmtir e yan zêdetir e.
Bi şertên malbatî û civakî ve girêdayî, li hin cîhan mêr hene bi hiş û karînên xwe deh mêran di berîka xwe de derdixin, li hin cîhan jin hene bi hiş û karînên xwe deh jin nikarin ya ew dikin bikin; her wiha, ya hin jin dikin deh mêr jî belkî nikarin bikin a hin mêr dikin belkî deh jin jî nikarin bikin. Yanê qasî ne wekheviya mêr û jinan newekheviyeke mêr û mêran jin û jinan jî heye!..
Helbet newekheviyeke zagonî heye, newekheviyeke civakî jî, newekheviyeke xwezayî jî;
newekheviyên zagonî û civakî ji destê mirovan in, dikarin bên çareserkirin lê ya xwezayî, na tucar…
Dilê xwe dibejînim giyanwarên ji dervayî mirovan; çi bi aheng, bi pergal, bi karbeşî û bi piştevanî têkîlî bi hev re saz kirine; qasî lê hûr dibim û hewl didim fam bikim, dibînim ku pirsgirekeke wan a zayendî tune; di jiyana wan de hevbanandin û karbeşî bingeha têkîliyê ye. Lê ya mirovan, lê ya jin û mêran!?
Loma ez di têkîliyan de ne wekheviyê, hevbanandinê û karbeşiya li ser karînan li pêş digirim û bo xwe, pirsa wekheviyê di vir de bi wate dikim; ‘pêdivî, hevfamkirin, karbeşî û piştevanî’!
Çiku ne ji xwezaya wekhev û yekpare ji xwezaya bi newekheviyan saz bûye hez dikim; ‘xweza newekhevî ye, lê xweşiya wê di ahenga newekheviyên wê de ye’!
Di meseleya huner, bi taybetî di wêjeyê de çima mêr zêde jin kêm in, ez jî vê pirsê li xwe dikim û li pey bersiveke rasteqîn im, bi rastî li pey sedemê me; dibêm gelo ew serweriya mêran ji ku tê?! Çiku bes ne li nav me, xêr, li cîhanê jî wêneyekî wisa heye; li cîhanê jî mêr zêde jin kêm xuya dikin.
Mînak, ên sibê êvarê wêjeya rûsan dikutin çavên me ka ji me re karin navê jineke wêjekar a rûs bidin? Yên kevalên Pîcaso, Ronî, Mûdîlîanî rayî me didin, ka ji xeynî Frîda Kahlo kevaljeneke jin a nav dayî bêjin? Yên behsa sînemaya cîhanê û Hollywoodê dikin ka navê çend derhênerên jin bêjin? Ka li komeke Rocê guhdarî bikin di nav muzîkjenên wê komê de çend jin hene? Ma qet tunê ne? Helbet hene!
Her wiha, ji vê pirsê re bersiveke wisa hêsa û req jî dikare were dayîn; ‘wêje ne karekî partiyê ye ku hevseroketî yan sedî pêncî kota hebe!..
Helbet ev rêzikên li jor ne bersiva min in, ne bersiva pirsa çima di wêjeyê de mêr pir in jin kêm in jî! Bêyî mêran bipesînim jinan kêm bibînim bi samîmî min ev pirs li xwe pirsî û bersiva min ev e! Bo bersiva çima di wêjeyê de mêr pir in jin kêm in ez qodên di nava hişên me de yên bi hezaran salane teşe girtine tev didim:
1- Bi hezaran salan hemû împaratorî û dewlet ji aliyê mêran ve hatine damezirandin; hemû pêxember mêr in, hemû rêberên olî mêr in, hemû şer mêran destpêkiriye, hemû îdeologên bîrdoziyan mêr in, hemû pêşengên tevgeran mêr in, keleh ji aliyê mêran ve hatine zeftkirin û hwd.
2- Mêr ji neh mehan zêdetir çîrokekê di mêjûyê xwe de dihone lê jin wan neh meh û deh rojan dema xwe dide tovê di malzaroka xwe de.
Mêr rûdine bi seatan li ser peyvekê hevokekê serî diêşîne lê jin wê navberê de bitik û kûtê xwe dimêjîne, aş dike, binî paqij dike, yan dixe xewê.
Mêr radibe devê pirtûkekê vedike bi rojan wê dixwîne lê jin wê navberê de li serşokê, li pêşgehê, bi şîv, xwarin, malaştinê, bi nava malê ve mijûl e.
Mêr hesabê berhema xwe ya sertacî dike jin hesabê dev ji ser zayînê re ranawertinê dike.
Ev sedemên li jor helbet dikarin bibin bersiva pirsê, lê bi tevdana hin pirs û bersivên dîtir re ez digîjim vê bersiva kurt û zelal a hişê min zevt kirî; ‘Armancên mêr li derve bûne, lê armancên jinê di nava malê de bûne. Mêr xwestiye kelehê feht bike xwe ispat bike, lê jinê xwestiye mêr feht bike xwe bi mêr bide ispatkirin’(!)
Yanê, bi min sedema di wêjeyê de pirbûna mêran û kêmbûna jinan dibêm encama ev armancên li jor in!
***
Ji bo yên bixwazin guhdarî bikin:
***
Ji bo yên bixwazin guhdarî bikin:


