Serboriya zanînê û mirovahiyê bi hev re destpêkiriye; her ku mirovan gavek avêtiye tiştek zaniye, her ku dest avêtiye tiştekî nû zanîneke nû hîn kiriye; wisa wisa em gihîştine îro! Serboriya mirovahiyê belkî jî pêşbirka zanînê, maratona zanînê ya ji pêwîstî û nepêwîstiyan pêk tê, ku hê jî bêsekînin mirovahî li wê maratonê dibeze, pê li ser pişta hev dike baz dide…
Di ber zanînê de gelek berdêl hatine dayîn, pir kes bêxew, bêaram, bêderfet mane; hin bûna beleya serê yê zanînek zanî ye, hin zanîn bûne beleya serê mirovahiyê…
Hinan di ber de canê xwe dane, hinan pê navê xwe li dîroka mirovahiyê nivîsî ne…
Civakeke mîna ya îsraîliyan a pênc-şeş mîlyonî bi zanînê bûye yek jê hêza herî mezin a cîhanê, lê nezanîna zanînê ya di civakên li derdora îsraîliyan de li ber çavan e…
Lê qesta min zanîn e, ne zanist e!
Di serdema îroyîn de ku zanînê bi rêya navgînên hînkirinê, ragihandinê, teknolojiyê xwe gihandiye ser her bihosta axa cîhanê, nexwe heya radeyekê kesî nezan, nizane, ji zanînê bêpar tune ye… Belkî bi tenê bikaranîna wê diguhere; bikaranîna wê li gorî pêdivî û nepêdiviyê, li gorî kêrhatin û bêkêriyê, helbet li gorî dirustiyê û nedirûstiyê jî diguhere!
Û tişta zanînê bi ehlaq an bêehlaq dike jî ev bikaranîna wê ye; bikaranîna bi dirustî yan bi ehlaqî û bikaranîna wê ya bi nedirustî ya bêehlaq!..
Jixwe tiştê zanînê bi qîmet dike bikaranînê wê û sedema bikaranîna wê ye!
Dema tê bikaranîn em dibînin ka bo hizrek, nêtekê dirust tê bikaranîna yan bo hizrek nêtek xirab nedirust tê bikaranîn!.. Yanê zanîna bi ehlaq û zanîna bêehlaq di bikaranînê de kifş dibe!
Zanîna li welat û civakên zanîn bo xwe bikaranîne û xwe pê bi pêş xistine diyar e, li ber çavan e, lê ya civakên xwe dûrî zanînê girtî, paşde mayî! Heçî yên wekî me bêdewlet, bindest?
Balam tevî bindestiyê jî ez dibêm em ne civakeke nezan, ne neteweyeke bi zanînê nizanin in!!! Xêr, haya me baş bi zanînê heye, heya carinan em wisa bi tiştanan dizanin ku em dikarin merivan tî dibin ser avê tî vedigerînin(!)
Helbet rovîtiyê jî zanînek xwe heye; çendîn nikaribe serê keçel re dermanekî peyda bike jî..
Mînak, em giş di zanîna kolonyalîzmê de ne, em dizanin em bindest in, ma ev ne zanîn e?
Haya me gişan bi nexweşiya asîmîlasyonê heye, ma ev ne zanîn e?
Haya me gişan pê heye, asîmîlasyon çawa tê têkbirin, ma ev ne zanîn e?
Haya me gişan bi serdestiya tirkan-farisan-ereban a li ser me heye, ma ev ne zanîn e?
Em giş jê bi hay in ku li civaka me problemên jin û mêran ên pêkve jiyanê hene, ma ev ne zanîn e?
Wekî libên tizbiya nod û neh libî em giş dikarin pîvanên mirovbûnê; merdiyê, canecaniyê yeko yek li pey hev şiq şiq şiq rêz bikin, ma ev ne zanîn e?
Û haya me gişan bi her û wekî û din’ên din jî heye, ma ev jî ne zanîna ûltrayî ye!...
Erê ev giş zanîn e, em bi zanînê dizanin, lê mesele ev e em bo çi dizanin?!
Ew zanîna ku ji devê me gelek kesan nayê der, bi çi mebestê, bo çi armancê, bi çi hizrê der dibe? Dibêm a girîng ev e!
Her parçe jî tê de şoreşa me heya ev nivîs dihate lêkirin jî pêk nehatibû; yanê em hê jî neteweyeke bêşoreş, belawela, ji hev de ketî, xwedî qerekterekî bi pirsgirek-nexweş in…
Pirs ev e, di nav van şert û halan de em wê zanîna ji devê we dernaxin çawa û bo çi bi kar tînin???
Bersiva vê li derdora me ye; fermo em carê li derdora xwe, li rûyê yên wekî haya xwe ji meseleyê heyî bi me re bi zanîn diaxifin, binêrin(!)
Em ê binînin ku zanîna halê me ya bûye benîştê devan li ser rûyê hinan bûye rûpoş; rûpoşê rastiya rûyê xwe veşartinê; ya derbarê neteweyê, humanîzmê, siyasetê û hwd. de xwe heyîkirinê, ya/ê li hemberî xwe xapandinê ye zanîna ew bi kar tînin, nezanan pê sûîstîmal dikin!..
Zanîn amûra galegalê ya demogogê/a kesayeta bindest a demogojiyê ye!
Çiku di nav bindestên bêşoreş an şoreş bi ser neketî de qonaxek din rû dide; zanîn dibe amûreke kesayetê bêkêr-bêqerekter a xwe pê perde kirinê...
Erê zanîn, jê bi hay bûn cewhereke, lê bo me mesele bikaranîna wê biehlaq e yan a bêehlaq e!
Li nava me ji dema peydabûna demogog-mageloman ve zanîn ne bo tiştek derbarê pirsa me de were kirin tê zanîn, zanîn bes bo li ser pirsê galegal were kirin tê zanîn…
Erê zanîn cewherek e, dikare bibe mifteya xelasiyê-çareseriyê-dermanê seriyê keçel jî, lê dibe bibe pê kifşkirina kesayetê/a bindest a demo-gû-jiyê jî…
Îro roj, zanîna kurdbûnê bo demogog-narsîstên nû peydabûyî ne ku bo kurdbûnê hewlek were dayîn e, ew zanîna li ser zimanê wan peya nabe bes bo li dor maseya cafeyekê yan di twîtekê de li ser galegal-demogojî were kirin e…
Loma, di vî halê me de zanîna biehleq dema tê gotin û nayê kirin, mixabin ku bi yên bêehlaq-nesamîmî re dibe zanîneke bêehlaq...
Belesebeb kurdan negotiye; ‘yê nabêje û dike şêr e, yê dibêje û dike mêr e’ lê yê dibêje û nake? Bo yên wisa jî helbestkêr gotina heq gotiye; ‘yên dibêjin û nakin qehpe ne’!!!
Û pirsa li pey bersivê ev e, gelo ji wê zanîn-hay jê bûn’a bêehleq re yan ji bo wan bêehleq-qehpeyan re çawa ew qas li çepikan tê xistin?!..
Her hal ev qonax ew qonax e; ‘yên bi tiştekî nizanin çiqas dirust, samîmî û xweşik in’!


