Diyarname
Lîstika Yenî Sahneyê "Jina Qelew" dest bi tûrneyê dike. Lîstik di nav mehekî de li 5 bajaran dê bê lîstin.
Lîstika "Jina Qelew" ji aliyê Dario Fo û Franca Rame ve hatiye nivîsandin. Yakup Selîmoglu lîstik wergerandiye û derhênirya wê kiriye. Lîstikvanê Yenî Sahne ya li Batmanê Pelda Bal, Gulistan Şahîn, Hasret Selîmoglu, Kenan Demîr û Murat Kurhan têde dilîzin.
Lîstik di pirtûka Dario Fo û Franca Rame ya bi navê "Ka Em Li Ser Jinan Biaxivin" de hatiye belavkirin. Mijara lîstikê jin in û di lîstikê de jin li pêş in. Di lîstikê de newekhevîya zayendî ya civakî ku roja îroyîn derketiye asta herî bilind, derdixe pêş temaşevanan.
Di pergala kapîtalîst de feraseta “laşê îdeal” li ser mirovan tê ferzkirin. Lîstik bi awayekî rexneyî vê îdeolojiya ku bedena jinê wekî “meta” dibîne û israr dike ku divê wisa be; bi îroniyeke absûrd ji çavên Matteayê ji bo temaşevanan vedibêje, ku Matea jî ji hêla mêrê xwe ve hatiye terikandin û keça wê jî xwe jê dûr xistiye. Mateaya ku li ser ameliyata biçûk-kirina mîdeyê an jî ketina diyetê didul e ji temaşevanan dipirse bê ka gelo ji ber sedemên tenduristiyê divê meriv kîloyan bide an jî ji ber fikarên bedeneke estetîk. Di kesayeta Matea de, fikarên estetîk û delalîyê yên jinan, bi taybetî jî zext û zorên di jiyana xebatê de derdikeve pêşberî wan û dejenerebûnên di pêwendiyên malbatên modern de têne vegotin.
Lîstik niha dê derkeve tûrneya 5 bajaran. Tûrneya "Jina Qelew" 17'ê vê mehê li Wanê dê dest pê bike û 21'ê meha pêşiya me dê li Stenbolê temam bibe.
Va ye bernameya tûrneyê:
Wan
- 17 Rezber, Yekşem, Saet 16.00
Cih: Şanowan
Mêrdîn
- 30 Rezber, Şemî. saet 20.00
Cih: Şaneşîn Performans
Riha
- 7 Kewçêr, Şemî, saet 20.00
Cih: Sehneya Baroya Rihayê
Amed
- 8 Kewçêr, yekşem, saet 19.30
Cih: Şanoya Bajêr a Amedê
Stenbol
- 21 Kewçêr, şemî, saet 20.30
Cih: Golge sanat Merkezi /Esenyurt
KUNYE:
Nivîskar : Dario Fo / Franca Rame
Derhêner : Yakup SELİMOGLU
Asîstana Rejîyê : Nurhan OZGUN BİÇİMLİ
Werger : Yakup SELİMOGLU
Lîstikvan : Pelda BAL - Gulistan ŞAHİN - Hasret SELİMOGLU -Kenan DEMİR - Murat KURHAN
Dekor / Cil û Berg : Mehmet SEVİLGEN - Zeki OZDEMİR
Sêwirînerê Afîşê : Ronî Dildar
Ronahî/ Muzîk : Mennan ONCU
Teknîk: Serdar BİÇİMLİ
Ziman: Kurdî
Mawe: 60’deqe, yek perde