Diyarname
Ji bo ji berf, baran û tava bi zirar biparêzin serê Qesra Îsheq Paşa bi caman dipêçin. Xebata montekirina caman dest pê kir.
Qesra Îsheq Paşa li Bazîda Agiriyê ye û wekî sembola wê derê ye. Midûrê Tûrîzm û Çandê yê Agiryê da zanîn ku bi montekirina caman a li ser qesrê, dê qesr ji baran û barfê bê parastin.
Zeydanli Grup karê restorekirina qesrê girtiye û berpirsê wan Adnan Vural jî li ser vê yekê wisa got: "Par me bingeha wê saz kiribû, niha me dest bi montekirina camên ku nayên şikestin kir. Li qesrê 3 hezar metrekare bi camên 13,52 mîlîmetre camên qalind dê bê pêçan. Xebat niha ber bi dawiyê ve diçe."


