Bi ya min dublaj gelek bandorker e ji ber ku fîlmên biyanî tînin nava civaka xwe. Û linga herî girîng a dublajê jî wergera ji bo dublajê ye. Em îdîayeke wisa...
Wisa bifikirin: Li welatekî hikumet leşkeran dişîne şer. Ne yek ne didu, ne sed ne hezar... Hema dişîne. Ligel ku dizane di wî şerî de bi ser nakeve jî... Ew hikumet her pêdivî bi...
Tu li qada twitterê* dinêrî gelek kesên/kurdên bi aqil, xwedî gotin li ser berendamtiya Şaredariya Stenbolê diaxivin. Bibe-nebe Stenbol. Bi ser de jî vê dibêjin,...
Cemil Oguz di sala 1975’an de li gundê Zengê ya Licêya Amedê hat dinê. Oguz di 4’ê tîrmeha 1998’an di rojnameya Azadiya Welat de dest bi xebatê kir û heta 12’yê tîrmeha 2003’yan di rojnameyê de karê nûçegîhanî, edîtorî û gerînendetiya weşanê girt ser milên xwe.
Heta niha di gelek rojname, kovar û malperên înternetê de nûçe û nivîsên Oguz hatin weşandin. Oguz digel karê xwe yê rojnamegerî, bi belgefîlman re jî eleqedar e û vê xebata xwe jî didomîne.
Oguz demek di ajansên kurdî de xebitî, her wiha edîtoriya kovara Tîroj û kovara Dîwarê kir.
Cemil Oguz ji 21.04.2005'an ve edîtoriya malpereke bi navê Diyarname.comê dike ku ev karê wî hê didome. Ew di heman demê de di Diyarnameyê de quncekên "Diyarê Me" û "Dewey Ma”, li aliyê din ji bo rojnameya Xwebûnê jî quncik dinivîse.
Pirtûkên wî
- Rojnamegerî û pîvanên wê yên sereke (Rojnamegerî, berfanbar 2002, Weşanên Pêrî)
- Qurtek Evîn (Çîrok, reşemî 2005, Weşanên Pêrî)
- Sako / Gogol / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrokek dirêj, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)
- Duzimanî (Gotar, Tevî Dawud Rêbiwar amade kiriye, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)
- Dengê Doyê / Ferîd Edgu / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrok, Weşanên Evrensel, rezber 2011)
Belgefîlmên wî
- Rewşen (2011)
- Mazgal (2013)