'Evdalê Zeynikê’ li Brîtanyayê bû
LONDON
Belgefilmê "Evdalê Zeynikê" li Brîtanyayê hem di çalakiya Meclisa Aþitî ya Brîtanyayê de, hem jî di festîvalê de hat nîþandayîn. Derhênerê belgefilm Bulent Gunduz, piþtî nîþandana fîlm bi temaþevanan re sohbet kir.
Li Brîtanyayê li du cihan belgefîlmê Gunduz ê bi navê "Evdalê Zeynikê" hat nîþandayîn. Di nîþandana Evdalê Zeynikê ya li "Cafe Z" ya li Stoke Newington de, ku Meclisa Aþtiyê ya Brîtanyayê organîze kir de, endamê meclisê Ali Has kir diyar kir ku ew serbilind in ku malovahiyê ji bo fîlmê dengbêjê nemir Evdalê Zeynikê dikin û sipasiya derhêner Bulent Gunduz kir.
Fîlm ji aliyê kurd, tirk û îngilîzan ve bi eleqeyek baþ hat temeþakirin. Piþtî nîþandana fîlm, derhêner Gunduz bersiva pirsên der barê fîlm de da.
Gunduz wisa got; “Evîna Evdalê Zeynikê a ji bo xwezaya Kurdistanê pir bilind bû” û diyar kir ku Evdal li zozan û çêrgehan, li ger robaran digeriya û klam digot. Gunduz got ku Evdal ji xwezaya bi heybet a Dêrsimê bandor bûye û strana Xozan gotiye.
"Evdalê Zeynikê" di heman demê de di çarçoveya Festîvala Fîlmên Navnetewî ya Swansea Bay li Gallerê de hat nîþandayîn.