Diyarname
Li Tirkiyeyê gelek şîrketên anketan hene. Hin jê nêzî hikumetê ne, hin nêzî muxalefetê. Yek ji van jî SONAR. SONAR'ê di hilbijartina 2011'an de texmînek rast kiribû niha anketek nû çêkir û ev anketa wê di rojnameya kemalîstan Sozcu de hat weşandin. Ji bo hilbijartina 7'ê pûşpera 2015'an şîrketê li 26 bajarên Tirkiyeyê ligel 3 hezar kesî rû bi rû anketek çêkir.
Li ser pirsa vê roja yekşemê hilbijartin çêbe hûnê dengên xwe bidin kîjan partiyê encam ev derketiye:
AKP: Sedî 38,1
CHP: Sedî 27,8
MHP: Sedî 17,6
HDP: Sedî 8,2
Partiya Adolu: Sedî 3,9