Ebdulhemîdê Bamerrnî
Dewleta Tirkî berî heyamekê xweş pif kire Sorê, ya xapandina Kurda li joryê Kurdistanê, piştî def qutaneka mezin bo Kenalê Têlefizyonê yê ku bi Ezmanê Kurdî weşanê dike gelek zirrzirr kir û jêhel û jorda û hêve û wêve Kenalê TRT 6 vekir û Serokwezîrê Tirka hat û têda got ( TRT 6 li we pîroz be) û ew kire sedeqe bo serketina Tirka biser hêza siyasî ya di Giyanê Kurda da dişaryêt û roj bo rojê gerimtir lê dihêt.
Serokwezîrê Tirka bi Kurdî peyîvî û li bin barê giranê Serkêşya siyasî ya joryê Kurdistanê, eve jî hate kirin da pîçekê berê Bêhna xwe firheket û bişêt pêtir pêt xwe rapavêjît, belê her di wî demîda xwe ji rastîyê vedizî ne got Kurdistan û Kurd li nav Tuxîbê Tirkî jî hatîne merçiqandin.
Tiştê ji Tirkî hatîye zanîn van çend salêt bihurî, wekî serborrekê dîrokî jî eve ya hatîye kirin her ji Direwêt Etatirkî, Menderesî, Ozalî, Necmeddîn Erbekanî heta gerr gehiştîye teşqelêt pênc Kîlo yêt Meqarna û Jehra Kurd kujyê Çaya bertîla ya lêgerrê Şîrê Osmanya yê vebirandina Ermenya û Xwînrrêjê Xwîna Jin, Pîr, Zarro û bê desthelatêt Kurda û Behîdarê Xezzeyê, ji wan hemîya dema tengav dibin hewara xwe diînine ber Cembazya û heta duhî bes tenê Memkêt hawîşkirnê yêt Zarroya ji Kurda re dikirne diyarî lê îcar Tîrkê xapandinê hinkî mezintir lêkir TRT 6 têkir. Kar hind liber siyasetvanêt Tirk têkçûye heta Erdoxan dixwaze Şivan Perwer û Ciwan Haco Vegerrin joryê Kurdistanê da bi Marş (Kîne Em) denga bistînît û serê Kurda biherrişînît.
Belê ew Diyarî ne di ciyê xwede ne jî di demê xwede hat. Mixabin Nehêjayan ev Şirînqe çareya tirsa wan nake. Ne di ciyê xwede ye, gere ciyê wê ji Kurda bi Kurdî bo Kurda û mirovanyê be, ew ji dojminêt sitratîcî yêt Kurda bo xapandina Mirovanyê û şikandina difna Kurda hate vekirin. Ne di Demê xwede ye, çinkî êdî Kurd nema heyranê wê be û ji deh Kenalê Kurdî pêtir hene. Eve wekî wê Çêlekê ye ya ji tirsa berhavêtî (abortion). Vêca têşkê hikometa Tirkî bû yê mirî û hejî Ritekêye (Le`inet). Ew jî xema dîrokê.
Heqê Xwendevanê vê nivîsînê heye gazindê pirr ji dil ji min bike, ji ber gotna Diyarî. Belê ez daxwaza lênegirtinê ji wî Xwandevanî dikem, bes min eve ji kîna xwe nivîsîye û eve jî wekî Torbekî Meqarna hijmartî ye û ez dixwazim bibêjme Erdoxanî tênde Pirêza Tîrkê Meqarna te çend mifa jê kirîye ewê mifayê firotina TRT 6 ê ji wî pêtir ne be.
Heta vêrê husa, belê pa heke Serkêşya siyasî ya DTP ê ev dirbe ne vegirtiba û serevraz berîv Enqerê ne zivrrandiba ve da Erdoxan vê care difna Amedê, difna Kurdînyê hemêye, şikênît.
Eve hate wergirtin, bi dirustî jî wesaye, wekî heqekê sitandî, belê dojminî viya wê bo xwe mifay jê biket, û wekî çekekê bi xwedîyê xweve bipeqît, bikarîna û kire delemêta liber sîngê serkêşya DTP ê veday. Her çende serkêşyeka wekî ya DTP ê bi Serborr û giyanfîda pêtvî hindê nabît xwe pirr biwestînît, çinkî Tirk wekî siyaset hind di derheqê Kurd û mirovanyê de di xaînin ku rojê sedcarî dê di derazînka xwe helingivin û dê pîla wan bite Şipek. Belê di gel hindê tivya dîrok serketina DTP ê û çawanya bersivdana wê bi xwîna Canemerga binivîsît da ne hête jibîrkirin.
Sera (bîsebeb) Ezmanê Kurdî di siyaseta Kurdewaryêda Leyla Zana deh sala kete hindurr û li wêrê piştî Dengê wê Tirkî ya Kemalî hijandî, wan gotnêt kurt Kurdî, Kurdewarî û Azadî ya di serîda şarandî.
Dirûşmê (silogan) ku zarroyên dîrokê li Kolanên bajêrrên joryê Kurdistanê di nivîsin ( Em dixwazin bi Ezimanê deyka xwe bixwînin û perwerde bibin), kire dirbê şikandina difna pîlana Erdoxanî û gotê çima rê nadey Kurda bi Kurdî bixwînin, binivîsin û bipeyivin ger to welê dîmokratî, way deryê Dîmokratyê li taxê Baxlera (1) vedibît. Ma Têlefizyona Kurdî bo Kurdaye an bo Perlemanê Ewropaye?
Ew Konfiransa li Heblêrê ku li bin navê (Diyaloga Kurdî _ Tirkî ) hatîye girêdan, mirov ne şêt bibêjît tiştêt husa di baş nînin, belê pa pêtvîye mirov pêtir bi hişyarî bixebitît û tivya serkêşya siyasî li jêrya Kurdistanê pêtir ji girêdana Konfiransê liser kaudanêt demê girêdana wê rawestaban, da liser kîstê Kurda li helbijartinêt joryê Kurdistanê ne bît, çinkî Tirkêt Erdoxanî, her wekî ji axiftinêt wan xoya bûy, yêt hatîne wêrê ji ser xatra helbijartina û ew li nik Tirka ne zêdey Berrebeyt (Pirropagende) a helbijartinêye.
Xala ji wê jî û ji hemî Tişta bi bihatir roja girêdana Konfiransêye, ew roj jî ya bi kêşan û pîvane di Dîroka Kurdînyêda û di wê rojêda Tirka digote tevê Dinyayê me Serokekê Kurda girt çinkî hingê di bê minet bûn, ew roj jî 15 Şiwatêye û hêja Ebdullah Ocalan yê lê hatye girtin û dirbekê bi Kurda hemya ketî û hingê Serokê deverê jî bi wê girtinê yê ne xweş bû.
Di gel hindê jî serkêşya siyasî ya joryê Kurdistanê bersiveka gelek baş û bihêz ku baş dengveday jî da. Ew jî Ehmed Turkî diyaloga xwe di gel Tirka bi Ezmanê Tirkî û Kurdî li civata Berdevkêt (Perlemanter) Tirkîya kir û gote Tirka (heta mar rast ne bît na çîte di kunêve), heku gotye Erdoxanî direw besin, heke to rê bideye xwe bi Kurdî bipeyîvî gere to berî her tiştekî vî heqî bo xwedî yêt wî Ezmanî bixwe misoger key.
Peyva Ehmed Turkî li Perlemanê Tirkî Bersiveka gelek bihêz bû bo Konfiransa Heblêrê, ew Konfirans li demekî bû ku Polîsên Tirka Serê Zarrok û Jinên Kurd li Kolanên Amedê li ber Doqiçka (Qamçî) di peqandin û ciyê Şêx Se`îdê Pîran lê helawîstî xwîn lê diherrikand.
Ehmed Turkî bi aşkira bê tirs gote Erdoxanî Kurdî hingê ya serbeste heta êkser (mubaşir) ji Perlemanê Milletêt Tirkî û bê vebirrîn û bê daxwazkirina lênegirtinê ji Guhdar û Bînerêt Tirkîya, bo hemi Dinyayê bête veguhaztin, eve jî hingê dêbit heyanê Kurd kesnasa Kurdînya xwe disitînin. Xwezî hizirkerêt jêrya Kurdistanê dwîrtir hizra xwe kiriba da bersiva wê Konfiransê ji TRT 3 ê ne wergirtiba. Heku gotî; Me Peyva Ehmed Turkî birrî çinkî bi Ezmanekê ne destwîrday di Perlemanîve axifvî, da hûn baştir bizanin navê Ezmanê Kurdî jî ne îna her wekî berhevbûyêt Konfiransê jî ji Xwîna Kurda li Heblêrê xar û vexwar û tênivistin û Gotna ku Kurd an Kurdistan têde hey qet ne gotî.
Ew bersiva Ehmed Turkî day, difna direwêt Serkomarê Tirkî di gel Kenalê (El_ Erebîye) heku gotî em gelek ji Kurdêt joryê Îraqê hezdikeyn, şikand. Vêca Hêjayê Ehmed Turk gotê benê direwa kurte , heke rast diken vaye ez bi Ezmanê wan dipeyîvim û dibêjme we em daxwaza serbest kirin a Ezmanê Kurdî Kurmancî dikeyn. Ger hûn rast dibêjin dê Maddê 81 û hemû qanonêt êk Millet, êk Ezman û êk Dewlet ji Destwîrê resîdken (jêbiben).
Serkomarê Tirkîya raste gelek hez ji Kurda diket, belê heke di mirî bin. Ew hez ji Kurda naket heke hevbaskêt wî bin. Erdoxanî TRT 6 bi Kurdî pîroz kir û Ebdullah Gulî jî Evîna dilê xwe bo tuxmê Kurd diyar kir, van herdoya bi çîkê got, TRT 3 ê daxwaza lênegirtinê ji Bînera kir weşan a xwe birrî, çinkî Kurdî di Perlemanîde hate peyîvîn, û got me birrî çinkî li dîv Maddê 81 ji Tirkî pêve tu Ezmanê dinî nabît bête peyîvîn, vêca bi maçîkê, gotna wan herdoka kire di zikê wanda,vegêrra.
Ji vêrê wêve jî di mînîte liser millêt dengderêt joryê Kurdistanê…….. dora Kanyê dora weye, Denkê avê li milê weye, DTP e jî partîya weye.
28/02/2009
Têdîtin:
1 _ Baxlera jartirîn Taxê Bajêrrê Amedêye.
Nivîsên Ebdulhemîd Bamerrnî yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Helbijartinên jêrya Kurdistanê
- Kî bi ser ket?
- Barak Obama
- Dengên demê zwî (2)
- Dilbera Min
- Hîvyadera, xwelya sera
- Dengên demê zwî (1)
- Dengên demê zwî
- Li Duhokê nexweşketin qedexeye!
- Çi renge Zaravekî li Kurdistana Iraqê fermî biken!? (2)
- Çi renge Zaravekî li Kurdistana Iraqê fermî biken!?
-
Têbiniya Diyarnameyê: Me dest nedaye zimanê nivîskêr û awayê nivîsandina wî ya bi zaravayê Behdînî.