Ji bo guhdarîkirinê:
Rûpelên rojnivîskê diqulipînim, di her rûpelekê de qewimînek.
"Ez îro hatim dêrê. Bo dublîna min bikeve, divê hinekî li dêrê bimînim.
19.01.2025 / Kassel "
Belê, min di nivîsa xwe ya li ser dublînê de, qala hêviyê kiribû. Dublîna min ket, hêdî hêdî karê min dimeşe.
Di dema neolîtîkê de, bo mirov xwe biparêzin, şikeft ji xwe kiribûn cihê ewlebûnê. Piştî hin lêgerînan jî xanî avakirin. Armanca min jî ew e ku di demeke nêzîk de xaniyê xwe bibînim. Li gorî dilê xwe, alavan bikirim, û xaniyê xwe bixemilînim.
Xeyalan doş dikim û cardin rojnivîskê diqulibînim.
"Zimanê min kul dibe; lê hisên min li ser xwe ne. Ev şeva min a çaran e ku li dêrê dimînim. Îşev bernameyeke xweş hebû, moderator Anna bû. Anna xoşewîsta hevalê min Serfiraz e. Me li muzîkên xweş guhdarî kirin. Mijara bernameya îşev ez lê bûm ev bû: 'Heger herkes bi serbestî rêwîtiya xwe bike, wê cîhan çawa be?'
22.01.2025 / Kassel "
Di rêwîtiya xwe de, min xwe li sînoran xistibû.
Min digot:
- Daristan mala me penaberan e. Daran me diparast, bi şev û rojan bê xwarin û tî em dimeşiyan. Piştî demekê, êdî min xwe teslîmî rêwîtiyê kiribû. Çi dibû, ji bo min dibû; baş an xerab ferq nedikir.
Min konfora xwe berdabû û min dabû dû xwe. Deh rojan di rê de mabûm. Bi rastî jî, aniha difikirim ew rêwîtî wekî Gerdûnên Paralel bû. Carinan di bin çavan de bûm, carinan li ber behrê, carinan di trênê de bûm. Bi zor û du bela min xwe avêtibû Venedîkê.
Gerdûn bi qasî ku mezin bû; ew qasî biçûk bû jî.
Kê bîra min û Venedîkê dibir? Paşê min xwe li Mîlano dîtibû. Min zikê xwe tijî xwarin kiribû, bê qey ne qaçax bûm, min qehweyek jî xwesti bû. Tirsa min hatibû serê min, û baweriya min a li hemberî enerjiyê zêdetir bûbû. Meriv ji çi bitirsiya ew dihat serê meriv. Min ew tirsa xwe jiyabû. Belkî bi salan tirsa min a ku welatê xwe li dû xwe bihêlim hebû.
Difikirim, aniha çima li vir im? Em çima li vê Gerdûnê ne? Xweda çima me afirandi bû? Ew qas sînor çima? Mala me li ku bû? Mîna fîlmê "Bab Azîz" em diçin ku derê?
Pirs li ser pirsan û cardin li rojnivîska xwe vedigerim.
"Min li dêrê mirovekî helbestvan nas kir, ji Binxetê ye. Doh çend helbestên xwe xwendin. Kêfa min pir ji helbestên wî re hat. Digot:
- Helbest bênder e.
Mirovekî pir henekçî ye jî."
Di zarokatiya xwe de Seydayê Cegerxwîn jî ditibû û helbestên wî hinekî di bandora Seydayê Cegerxwîn de jî mabûn. Navê wî Rêber bû. Wî li ser helbestê gotineke kiribû.
Ez jî bejim:
-Tenê ne helbest ev Gerdûn jî bênderek e. Em li vê bênderê li xwe digerin. Kesên ku berî mirinê xwe bibînin bi siûd in. Piştî xwe dîtinê, êdî tu sînor li hemberî jiyana wan xwe nikarin asê bikin.
A grîng ew e ku meriv sînorên di hişê xwe de têk bibe. Ji ber ku mirov, bi tena serê xwe potansiyeleke mezin e. Em ji çi birevin, dawiya dawî wê ew bê serê meriv.
Lê divê meriv xwe konsantreyî kêliyê bike û her roj xwe ji roja din bêhtir nas bike. Dixwazim hûn jî rahêjin lênûskekê û dest bi nivîsandina rojên xwe bikin. Meriv bi vê rêya hanê bêhtir xwe analîz dike. Ji hêla rihî ve xwe baş hîs dike.
"Aniha li cafeyekê me. Muzîkek biyanî lê olan dide. Min qehweya xwe vexwar û sandewîça xwe xwar. Ezê derkevim ber deriyê cafeyê û çixareya xwe sor bikim. Ezê li ezmên binêrim û li rojên xweş bifikirim. Ne ji bo xwe tenê; ji bo hemû Gerdûnê. Meriv bawer bike, jiyaneke bê sînor jî helbet pêkan e. Li vir im, ezê sibê li ku bim? Surprîzên vê Gerdûnê naqedin. Berê min pêşeroja xwe pir meraq dikir û di paşeroja xwe de asê dimam; lê aniha bi tenê dixwazim di kêliyê de bijîm. Di kêliyê de meriv girêkên li hişê xwe yek bi yek dikare veke û xwe ji kaosên xwe dikare paqij bike. 05. 04. 2025 / Gerstungen "
Bi rojnivîska xwe, bêhtir xwe fêm dikim, hestên xwe dişopînim û rojên xwe qeydî rûpelan dikim. Ji ber vê di wêjeyê de rojnivîsk jî, bi qasî cureyên din ê wêjeyê pir grîng in. De haydê rojnivîska we li bendî we ye.