Diyarname
Hunermendê kurd ê ji Başûr Zahîd Brîfkanî li mala xwe kuştî hat dîtin. Kes an hin kesan bi kêran ew kuştiye.
Hezkiriyên hunermendê navdar Zahîd Brîfkanî roja 21'yê mehê xeberek xemgîn, ango xebera kuştina wî bihîstin. Roja 22'yê adarê li ser xebera ku termek hatiye dîtin polîsên Duhokê dema gihîştin cihê bûyerê dîtin ku kesê hatiye kuştin Zahîd Brîfkanî ye û piştî lêmêzekirinê fêm kirin ku rojek berê, yanê roja 21'ê adarê hatiye kuştin. Tê gotin ku bi kêran ew hatiye kuştin lê hê kes nezina kî ew kuştiye. Polîsên Duhokê lêkonînê dikin ku bigihîjin encamek.
Brîfkanî ku kurê helbestvan Memdûh Brîfkanî bû, di temenê biçûk de dest bi lêdana kemanê kiribû.
Wî, ji Dilşad Seîd ders girtibû, ji bo Tehsîn Teha, Xelîl Xemgîn, Şivan Perwer, Gulistan Perwer, Nasir Rezazî û gelek hunermendên din ên kurd li kemanê dabû.
Di serî de Swêd, di salên 90'î de gelek salan li gelek welatên Ewropayê jiya.
Wî bi navê "Sulav", "Enstrumantal/ Kurdî", "Senfoniya Azadiyê" (ligel Kawa Şêx amade kiribû).
Wî çend albumên estrumantal derxistin û bi muzîka enstrumantal, bi taybetî bi lêdana kemanê dilê muzîkhezên kurdî geş kiribû.
Brîfkanî piştî ku vegeriya Duhokê berpirsiyariya Koma Muzîkê ya Behdînan dikir û di van salên dawî çend caran hat Tirkiyeyê û beşdarî TRT 6'ê jî bû.
***
REKLAM
- Ji Kurt Tarîhî 'Kurd û Kurdistan'