Aş û tî. Meriv xwe aş neke, wê hertimî tî yê aştiyê be;
Mirov ji xwe hezneke wê bibe dijminê xwe û wê ji derdora xwe jî hezneke. Ma meriv mecbûr e ku bi herkesî re di nava aştiyê de bijî? Ne pêkan e ku meriv bi herkesî re derxe serî. Carinan cihêbûn çareseriyeke qerase yî. Bira û bira nema li hevdû dikin, pismam dijminatiyê bi hev dû re dimeşînin. Kesên ku bi xwe re dijminatiyê dikin û xwe nasnakin hertimî dijminatiyê bi derdora xwe re dimeşînin. Yanî gava ku li ser peyva "Aştî"yê ponijîm di serî de ev gotin hatin bîra min. Hişê mirov, çiqasî ne zelal be, tevlihev be ewqasî bi xwe re şer dike. Lê gava ku hiş zelal be û ne tevlihev be di serî de bi xwe re di nava aştiyê de dijî. Ji ber vê ye pir caran ji bo ku hişê xwe zelal bikim, ez medîtasyonê dikim, û şerê li hemberî xwe nema didomînim. Xwe bi her halê xwe qebûl dikim. Meseleya cikavakan jî, bi min hinekî dişibe vê mijarê. Gava civak, bi her halê xwe, xwe qebûl bike û kompleksên xwe bikaribe têk bibe wê bela xwe ji civakên din jî veke. Xwe nasnakin, derdora xwe nasnakin. Xwe ji hêla rihî ve bi pêş ve naxin, îjar bela xwe li derdora xwe dixin.
Belê îroj 1’ê Rezberê/Îlonî ye, çend gotinan dixwazim bêjim. Kitanên spî yê dayikan li ser axê ye. Xwîn, bi ser kitanên wan ve diniqute. Çavên wan westiyayî û dilê wan dixwaze bibe mifteya aştiyê. Bangî dayikên leşkeran dikin û banga aştiyê li wan dikin. Ji ber ku dizanin dayik kezeb in, dilê wan bi ser zarokên wan ve dişewitin bangî wan dikin û dibêjin: "Bes e bes e, bila êdî xort nemirin.”
Ew dixwazin saetek berî saetê avek li vî agirî bibe û ev agir vemire. Mîna gergerîka ku bixwe dizanî bû ku agir venamire; lê dîsa jî niqûtek av bi ser agir ve dakiribû. Belkî ji ber vê meseleyê ye, di civaka me kurdan de herî zêde dayik dibêjin: "Xwedê avekê li vî agirî bike."
Agirek mezin li vê gerdûnê dadayî ye û dayikên me li hember Nemrûdan mîna gergerîka ku niqûtek av bi ser agirê ku ji bo Birahîm Pêxember hatibû dadan dakiribû. Ew jî dixwazin avek li vî agirî bibe. Dayik, di xizmeta aştiyê de ne. Dilê wan bi şewat e, dûrî kezebên xwe ne. Pir stran li ser wan hatine gotin; hertimî hesret in, geh birîna zarokên xwe li bêndera dilê xwe dihêrin geh li qadan bang dikin. Wekî ku doh dayika me ya Maqbûle ji zindanê derket û got: "Ji me ditirsin, ev besî me yî."
Belê, tirsa wan a mezin aştî ye. Mane ji ber vê tirsa xwe, li Sirûcê di nav gergerîkên ku dixwestin bibin avek ji ava Birahîm Pêxember bombe teqandin. Li paytexta xwe, dîsa bombe dabûn teqandin û cardin mirin bûbû pahra aştîxwazan. Kevokên aştiyê, bûbûn qurbanên şer.
Şer û aştî du dijmerên hev in. Kî dikaribe bi kê, ew beran e. Belê, şer heye û gerdûn di nav şerê cihanê yê sêyê min de hêviya aştiyê dikuje. Ma hêviya we, ji aştiyê heye an na? Kî dizane belkî rojek aştî were; lê piştî wê dîsa bibe şer.
Gerdûn e, sibeh û roja wê nabe wekî hev. Lê hertimî çi dibe bi dayikan dibe û wê îro careke din hewara wan a ji bo aştiyê, li gerdûnê belav bibe. Lê wê ev hewara wan bê bihîstin an na?
Birastî jî, her ku dem û dewran diçe, agir hilodanî dibe û av nema têrê dike ku vemire. Ji ber vê pêwîdiya hemû mirovan, bi aştiyê heye. Di roja efûkirinê de, hêviya aştiyê jî nêz dibe. Xwezî di rojek wekî îro de, li her deverên dinyê kevokên spî bifiriyana; lê mixabin li her deverê bêjna xwînê tê. Şer, bûye belaya serê vê gerdûnê. Ka em rabin biçin, ji kesên ku şer dikin re bipirsin bê wê ji we re çi bêjin. Wê bêjin, em bi qasî şer dikin, dildarê aştiyê ne. Kesên şer dikin, herî pir dixwazin aştî were û kesên dûrî şer hertimî şer dixwazin. Wekî tê gotin, kesên ne di nav şer de şêr in.
Belê, îro 1’ê Rezberê/Îlonê, roja aştiyê ye. Xwezî, bi wê roja aştiyê be; lê ne bawerim, hetanî ku ev pergala kapîtalîzmê aşê xwe bigerîne û hetanî ku Derwêşê por spî li hundir be, aştî pêkan nabe.
***
Ji bo guhdarîkirinê:


