Diyarname
Lîstikvanê fûtbolê Dijlan Aydin ku ew bi xwe jî ji Amedê ye niha transferê Amed Sporê bû.
Dijlan aydin sala 2000'î hatiye dinê, 23 salî ye. Cihê wê navenda sehayê ye û lingê çepê bikar tîne. Ew li tîma jêrîn a Beylerbeyî dûre dîsa tîma jêrîn a Galatasaray, paşê dîsa heman cih, dûre U19 İstanbulê lîstiye. Aydin wekî profesyonel li Karacabey Belediye û İstanbul Sporê lîstiye. Peymana wî jî heta 2027'an ligel Îstanbul Sporê ye. Amed Sporê ji bo vê serdemê ew kirê kir.
Li klûba Amedê ligel Serokê Amed Sporê Aziz Elaldi peyman hat îmzekirin.


