Diyarname
Meclisa Demokratîk a Gelan "Qanûna Şaredarî" û Yekîtiya Şaredariyên Demokratîk ku ji 66 madeyan pêk tê, erê kir.
Meclisa Demokratîk a Gelan 97'emîn civîna xwe li dar xist. Di civîna îro de hevserokên meclisên 7 Kantonan, endamên meclisên gel, endamên rêveberiyên herêmi yên Herêma Bakur û Rojavayê Sûriyeyê amade bûn. Di civînê de Qanûna (Zagona) Rêveberiyên Herêmî ku ji 64 xalan pêk tê hat qebûlkirin.
Di nav zagonan de xalên li ser zagona yekîtiya şaredariyan, pergala pereyê, butçeya şaredarî, civakên herêmî yên şaredariyê û têkiliyên li ser meclisê hene.
Li aliyê din îro li ser 29 xalên din dê nîqaşş çêbibin ku li ser hilbijartinên şaredariyan in.


