(Dûmahîka beşa 3'yan a nivîsa “YEZDAN WINDA YE” )
Heyfa min bi min tê.
Destê xwe dibin ser rûyê xwe, çavên xwe, eniya xwe, sûretên xwe miz didim. Li derve, li derdorê dinêrim. Ev rewşa ku tê de me, hîç naşibe jiyaneke xeyalî. Hertişt wekî her roj e.
Bi tonan pirs di serê min re derbas dibin. Ji qedera xwe razî dibim û bersivên wî ciwanmêrê efsûnî mereq dikim.
-Baş e tu dê û bavê min nas dikî ? dizanî li ku derê ne, çi dikin?
-Belê ez her roj wan dibînim.
-Ew te nas dikin?
-Yên li vê gerdûnê min nas nakin, yên li aliyê din min nas dikin.
-Çawa çêdibe? Çend dê û bavên me hene?
-Her mirov tim dudu ne.
-Ji bilî min û te wekî din ez yan jî em hene?
-Ez û tu tenê hene. Ez û tu tim jiyanê li hev dor dikin.
Pê keniyam, lê kelecana min bilind dibe, nav kefa destê min xwêdan dide.
-Çi yanî ? Carekî ez têm dinê, piştî min îjar tu tê?
-Rast e.
-Ev pirtûka di destê te de çi ye? Kê nivîsandiye?
-Ew qedera me ye. Çarenûsa me ye, nivîskarê wê niha winda ye.
-Çawa? Kesê ku qedera me nivîsandiye niha winda ye?
-Belê, winda ye.
-Ma niha çarenûsa me çawa tê pêkanîn ji aliyê kê ve tê bi rê ve birin?
-Ez ji bo vê yekê li vir im. Qedera me çawa hatiye nivîsandin wisa pêk nayê.
-Kî ye ev nivîskar?
-Yezdan.
-Ma Yezdan çawa winda dibe?
- Belê winda ye. Pir li pey geriyam, min nedît, dibe ku dîl hatibe girtin. Nayê zanîn. Eger di nava vê sedsalê de li me venegere, emê jî winda bin.
-Ma rojekî yezdan were dîtin jî, ji xwe emê tev rojekî nemirin?
-Mirin tune. Tu kes namire.
-Dema dawî li jiyanê tê em çi dibin?
- Jiyan namire, tenê windabûn heye. Ger xwediyê çarenûsa te winda nebe, tu tim heyî.
-Tu ji kenvê ve heyî?
-Ne ez, ez û tu, em ji roja cihan avabûye û vir ve hene
-Çi yanî? Madem ev demeke dirêj e em hene, em niha bê xwedî û bê yezdan dijîn? Ew qas dem e, kî çarenûsa me bi rê ve dibe?
-Çarenûsa me, bê ser û ber dimeşe.
-Tu li ku derê dijî, bi çi re mijûl î?
Ez gerok im, li yezdanê winda digerim.
-Ezê ji vir û pê ve çawa te bibînim.
-Tu nikarî min bibînî. Tenê ez dikarim te bibînim.
Êdî min dev ji xwe berdaye, bê navber dixwazim pirsan jê bikin. Qet nebe pirtûka qedera xwe jê bigirim ka tiştên îro dijîm yan jî neçarê jiyanê hatime kirin û yên di çarenûsê de hatine nivîsandin çiqas ji hev dûr in?
Gotina wî ya ‘çarenûs û jiyana me bê ser û ber dimeşe’ di serê min de pirsên girîng hîştin.
Di wê navberê de tren sekinî, min li derve nêrî, berê xwe zivirand ciwamêr dîsa tune bû. Herkes peya bûbû. Ez tenê mabûm. Ciwamêr jî winda bûbû. Bi gotina wî ez winda bûbûm. Rabûm, lê geriyam. Di pencerê de li aliyê derve li ber çavên min ket. Di bin baranê de sîwana xwe dagirtiye, pirtûka wî, yanî çarenûsa min di bin çengan de dîsa li min dinêre.
Ji trenê revîm derve, tune. Pir lê geriyam, rastî rêça wî nehatim, bi gotina wî rastî rêça xwe nehatim. Ew winda bûbû, bi gotina wî ez winda bûbûm.
Wê rojê derengî gîhîştibûm dersê. Di navberekê de min sandiwîça xwe derxist, çûm baxçeyê dibistanê, li ser bankekê rûniştim, çavên xwe girtin, bêhna perçeyên xiyarê ku jê difûriya ez dîsa birim diyarî Mezopotamya, cem dayika yezdan.
Kê yezdanê xwe kengê winda kiribû nizanim, lê min ya xwe çar sal bûn wenda kiribû.
DAWÎ…