logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  2. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
  3. Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn
  4. Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)
  5. Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

Bedran DERE

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Bedran DERE

Bedran DERE

Rêveberiya dewletan neynika civaka xwe ye

  • Dîrok: 26/04/2021
Ew cîhana mezin ya bê dawî, îro di destên mirovan de bûye wekî gogeke lîstokê. Globalîzm bûye serdest.
Mirovê hemdem êdî li şûna tore, kevneşopî û urf û edetên bav û kalan pîvanên hiqûqa navneteweyî û awayê jiyana gerdûnî ji xwe re esas digire.
Êdî wisa bûye eger mirov li gorî çerxa demê nemeşe ji nîmetên cihanê bê par dimîne.  
Neteweperestî jî wekî nijadperestî êdî bala mirovê hemdem nakişîne, heta wê wekî fikreke kevnar û paşverû dibîne.
Ev formul ji bo sîstemên welatan jî wisa ye.
Rêveberiya Dewletan neynika civaka xwe ye.
Civakek ku nesîbê xwe ji jiyana nûjen negirtibe, haya wê ji pîvanên gerdûnî çênebûbe, wê çawa karibe ji rêvebiriya welatê xwe daxwaza mafên xwe û yên gerdûnî bike?
Lewma jî dikare her cure kesayetiyên ucube, yan jî rêvebiriyên totalîter û dikta hilbijêre.
Ji xwe haya civakeke wiha ji maf, edalet, wijdan, erdem çênabe ku karibe li gorî wan ji rêveberiya xwe re îtîraz bike.
Tu çi bidê şikir dike û bi wî razî dibe.
Însiyatîf ji destan derdikeve, nikare bibe xwedî biryar û îrada xwe wenda dike.
Di vê derê de girîngiya pewerdehiyê derdikeve holê.
Di şerten îro de, ji ber pêşketinên teknolojik tekiliyên di navbera mirovan de wisa hêsan bûne ku êdî cudahiya di navbera çand û gelên cihanê de her ku diçe kêmtir dibe. Mirov di derheqê her aliyên cihanê de kengê bixwaze dikare bibe xwedi agahî.
Ev serdema ku em tê de ne firsendên mezin derxistine pêşiya kurdan. Eger em nikaribin nîmetên vê serdemê ji bo pêşeroja xwe bikarbînin, çarenûs û qedera wan dikeve destê hêzên cuda.
Ev serdema ku em tê de ne, em mecbûr kirine ku em qedera xwe biguherînin, reng û şeklekî estetîk bidin jiyana xwe ya siyasî û civakî.
Mijareke din ku dixwazim balê bikişînim ser, bêtehemuliya li hemberî fikir û ramanên cuda ya ku di van demên dawî de di nava civaka me de zêde bûye.
Bi her awayî cudahî, bi taybetî jî ya fikir û raman eger wekî dewlemendî neyê dîtin, ev dibe sedema pevçûnan.
Li  deverekê eger mirov tehemulê fikrên hev nekin û lê tolerans nebe awayê jiyanê, serhişkî, dizîn, şêlandin, şer û pevçûn û diktatorî lê hukum diajo.

Ji bo yên bixwazin guhdarî bikin:

Hin Nivîsen Nivîskar

Camêr kilîta mala xwe da min

  • 20 Rezber 2016

Wî camêrî cardin têlefon kir. Vaye cara duyem li ber deriyê wî me. Camêr derî vekir. Ew bêhna genî êdî zêde ne xema min bû. Xwarina wî...

Li ser axa bi bereket mirov çawa hê jî birçî ne?

  • 18 Gulan 2021

Li saziya ragihandinê ku îro lê kar dikim,  rojane bi sedan nûçe tên ber destê me. Bê guman hemû nûçe girîng in, lê ji ber dema bi sînor...

Siyasetmedarên kurd gunehkar in

  • 07 Adar 2017

Kurdî ne tenê ziman e, berhemeke dîrokî ye, kîtabe ye, xezîne ye. Di xwe de rêça zemanê berê dihewîne. Me ew ji nifşa kevin wekî yadîgar dewr girt....

Hemû Nivîsen Bedran DERE

Bedran DERE kî ye?

Bedran Dere di bihara sala 1972'yan de li navçeya Mûşê Vartoyê ji dayik dibe. Di sala 1987'an de, di 15 saliya xwe de derdikeve Ewropayê, xwendina xwe li Swissre didomîne.
Di perwerdê de, bala wî diçe ser hunera bedew. Bi salan resim çêdike, li Swissre û welatên Ewropayê pêşengehên wêneyan vedike.  
Ji ciwaniya xwe ve mêla wî li ser kurdî bû lê bi taybetî, dersên pedagojî, wêje û giramera kurdî ku di sala 1993'yan  li Zanîngeha Zurîchê dest pê kirin, berî wî da nava deryaya akademîk ya kurdî.
Di sala 1994'an de, li Kantona Neuchâtel ya Swîssre cara yekem bi awayeke fermî, dibistana kurdî vedike û ew bi xwe lê mamostetî dike.
Di dawiya sala 1996'an de, li televîzyona kurdî MED TV dest bi karê rojnamegeriyê dike. 
Ew bi tevî hevkara xwe Hêvî Têkosîn, pêşkêşvanê yekem ê Bernameya "Rojbas Kurdistan" e.
Di karê rojnamegeriyê de ew herî zêde wekê pêşkêşvanê nûçeyan derket pêş.
Di xebata xwe de, giranî dide ser perwerdeya bikaranîna hunera deng.
Dublaj û xwendina bernameyên dokumanter wekî yek ji karên herî girîng û nazik dibîne.

Youtube Me

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Dadgehê gelek malper û twitterên kurdî asteng kirin

ad

Perwîz Cîhanî: Karekî pir dijwar e ku mirov dubeytiyên Baba yên resen ji neresenan veqetîne

ad

Serokên 5 baroyan hatin hilbijartin

ad

"Ferhenga Kurdistanî" derket!

ad

"Duh Helebçe, îro kelebçe"

ad

Rexnegiran belgefîlmên berendam eşkere kirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026
news

PFDK'ê ceza li Amedsporê birî

  • 23 10 2026
news

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

  • 23 10 2026
news

Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname