Siyaseta deþtê, þîna Dersimê...
Xelîl Dalkiliç
Li Tirkiyê krîza siyasi her diçe kûrtir dibe. Li derekê bi pîneyê tê girtin, lê di dereke din de xwe dide der. Xwediyên rejîmê nikanin krîza xwe veþêrin. Di nava hefteya çûyî de siftê sewa rakirina destnedayîna parlamenterên HDP’î pêþnûmeya AKP’ê bi hevkariya AKP-CHP-MHP’ê ve hat qebûl kirin û piþt re jî krîza di nava AKP’ê de teqiya…
Rejîm ji ber ku xitimî ye û êdî ji pirsgirêkên civakî û rêveberîyê re nabe ti bersiv, hewl dide ku krîza xwe bi krîzên nû û bi taybetî jî bi êrîþbirina ser Kurdan re ji ber çavên raya giþtî dûr bixe.
Xwediyên rejîmê Kurdan tim û tim bi rêvebirina þerê çekdarî tawanbar dikin û ji raya giþtî ya cîhanî re jî wer didin nasandin ku qey Kurd xeynî þerê çekdarî siyasetê nizanin û nameþînin! Ji ber vê siyasetê heta demeke berê ji Kurdan re banga ’ji çiyê daketina deþtê’ dihate kirin. Ên ku nizanin, wê bihesibandana qey ’li deþtê’ ji bo Kurdan derfetên siyasetê heye. Lê dev ji siyasetê berdin, niha parlamenterên Kurd ên ku bi dengê 6 mîlyon hilbijêran hatine hilbijartin jî tê xwestin ku ji parlamentoyê bêne avêtin.
Ji xwe parlamentoya Tirkiyê tenê ji hêla partiya desthilatdar AKP’ê ve ji bo bihêzkirina destê Erdogan, bêdengkirina xelkê û opozîsyonê, derxistina yasayên ji bo kuþtina Kurdan û hilweþandina bajarên Kurdan tê bikaranîn. Her sê partiyên rejîmê; AKP, CHP û MHP ji bo rakirina destnêdana parlamenterên HDP’î bi yek dengî biryar girtin. Gorî gotinê, di nava vê mehê de fezlekeyên HDP’iyan wê bê civata giþtî ya parlamentoyê û pêþiya darizandina parlamenterên HDP’î dê wê vekirin.
Yanî rejîm ti rê û qadên xweîfadekirinê û siyasetê ji Kurdan re nahêle. Hewl dide û bi bîryar e ku him li çiyê û him li deþtê jiyanê ji Kurdan re bike jehr. Ne tenê hilweþandina bajaran û kuþtina bi sedan însanan; deriyê siyaseta legal ji Kurdan re digire. Ti siyasetmedarên Kurd li derve nemane, piranî hatine girtin û niha jî tê xwestin ku yên bi dengê xelkê ketine parlamentoyê jî bên bêdeng kirin.
Erdogan û hikûmeta AKP’ê polîtîkayên dijdemokrasî yên ku ev 93 sal e bi dehan caran hatine ceribandin, ji nû ve diceribînin. Wer xuya ye; ku dawiya wan jî dê mîna dawiya yên ku heta serdema AKP’ê heman polîtîkayan bi rê ve birine bibe. Nîþaneyên ku xwe didin der, vê rastiyê li rûyê wan dixe ku; riya ku ew tê re dimeþin ne ti rê ye, pûç e û xeynî êþê ti encamên wê nîne.
Ahmet Davutoglu yê ku li hember komkujiyên li Kurdistanê, bi awayekî bixwebawer digot “talîmat min daye” û arteþ û asayîþa ku bi sedan însan þewitandin pîroz dikir, piþtî serokwezîrtiyeke 21 mehî neçar maye dev ji erka xwe berde. Ti kes garantiyê nade ku dawiya Erdogan wê wer nebe!..
Eger ji bo derxistina HDP’ê ji parlamentoyê bê israr kirin, Kurd jî neçar nînin. HDP helbet wê ji bo parastina kursiyên xwe yên di parlamentoyê de têkoþîna xwe bide. Li gel vê yekê jî wekî ku Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaþ anî zimên, “Parlamento ne ji hêla partiyan ve, ji hêla xelkê tên avakirin. Eger xelk bixwaze wê ji yekî zêdetir parlamentoyan ava bike.” Yanî Kurd û hêzên demokrasiyê wê ji bo çareseriyê, ji bo aramiya li çiyê û deþtê û rejîmeke demokratîk berxwedan û têkoþînê hên gurtir bikin...
Li gel van pêþketinan, Kurd êþên kulên xwe yên kevin bi êþên xwe yên îroyîn re dikin yek. Di 4ê Gulanê roja biryardayîna dewleta Tirk a ji bo Qirkirina Dersimê (1937-38) de qurbanî hatin bibîranîn. Di merasîmê de þîna jinên Dersimî tevlî þîna diya þehîdê berxwedana Cizîrê Mehmet Tunç, Esmerê bû. Mehmet Tunç jî mîna Seyîd Riza li hember zilma dewletê ‘çok dananî erdê!.’ Êdî êþ, þîn û þahiya Kurdan bûye yek. Polîtîkayên ku gorî vê rastiyê pêþnekevin, neçarî binketinê ne...
07.05.2016, Yenî Ozgur Polîtîka