Têbiniya Diyarnameyê:
Bi nûkirina rûyê nû ya malperê re me nikarî xwe bigihînin hin nivîsan û yên ku me karî xwe bigihînin me kişandin ser vê rûyê nû.
Li gor vê nivîsên nivîskarê me Jan Dost me dan ser hev û hemû di vê rûpelê de di bin hev de em pêşkêşî we dikin...
***
Sipas û şabaş
17. 01. 2008
Jan Dost
Zana Farqînî* di nivîsa xwe de li koka peyva (spas) digere û di dawiya nivîsa xwe de dupat dike ku (spas) û (şabaş) hemwateyên hev in û bi gotina wî: Ligel vê yekê çendî forma “spas”ê ji me re nû be jî, ew “şabaş” bi xwe ye.(!!)
Ew iddiayên (Ku farisî ya IDDI'A, Ingaşt e û çawa di nav kurdên bakur de bûya Angaşt nizanim?) ku dibêjin ev peyv ji rûsî hatiye û bi vegera Mele Mustefayê Barzanî re yan jî bi saya wan (şagirtên ku Bedirxan Paşa ew şandibûn Rusya) ketiye nav zimanê kurdî, her wekî Zana jî dibêje dûrî rastiyê ne û pûç in. Tu bingehên wan ên zanistî nîn in, tenê xwe dispêrin xeyalan û çîrokên ser kulavên li odeyên moxtaran raxistî.
Ez mîna kesekî ku di nava klasîkên kurd û faris û ereban de digerim, dixwazim dîtina xwe bînim ziman û berî wê jî dixwazim wisa gotineke hûrik li ser "nîşeya" Zana ya di binê nivîsê de bibêjim. Wî gotiye ku “Ji bo amadekirina vê nivîsê min serî li çend camêrên hêja da, da ku ez zanyariyên xwe teyîd bikim. Ji bo berginda spasê ya bi zimanê rûsî birêz Têmûrê Xelîl, ji bo berginda wê ya farisî birêz Perwîz Cîhanî û ji bo dîwana Şêx Ebdurehmanê Axtepî jî birêz Mamoste Qedrî alîkarî dan min. Mala wan ava û şabaş ji wan re”
Ez ecêb dimînim ku çawa Perwîzê Cîhanî ev rastiya ku dê niha li ber destên xwendevanan raxînim nedabû destê Zana Farqînî!! Perwîz nivîskarekî têgihiştiye û bêguman ji min bêhtir haya wî ji wêjeya farisî heye!
Peyva spas a ku Zana li koka wê digere, bi hezarê caran di helbestên klasîk yên farisan de derbas dibe, Nizamî Gencewî bi tenê bêhtirî hezar carî ew bi kar aniye. Nizamî (1140z-1203z) di Şêrîn û Xusrewa xwe de dibêje:
Sicûd awerd Şêrîn der sipas eş
Senaha guft efzûn ez qiyas eş
Her wiha Mehmûdê Şebesterî xwediyê Gulşenî Raz û yek ji klasîkên farisan dibêje:
Mekun ber ni`metê heq nasipasî
Ki to heq ra bi nûrtê heq şunas î
Wiha jî Mela Camî (1414z-1392z) dibêje:
Guşad ez dil û can yezdanşunas
Zeban ra bi temhîd şukr û sipas
Hê ji van kevintir Nasir Xusrew (1004z-1088z) dibêje:
Ey xudawendê în kebûd xeras
Sed hezaran to ra zi bende sipas
Se`diyê Şîrazî ku yek ji mezintirîn helbestvanên Îranê ye (mr 1294z) dibêje:
Sipas û şukrê bê payan xuda ra
Ber în ni`met ki ni`met nîst ma ra!
Ev bûye bêhtirî hezar salî ku ev peyv di wêjeya farisî de û bi hezarê caran heye û kesek nemaye ku ew bi wateya Hemd û Şukr bi kar neaniye!! Klasîkên kurdan (yên kurmanc) ew bi kar neanîn, gelo çima? Ez nizanim. Ehmedê Xanî di destpêka Nûbiharê de dibêje: Hemd û sena û şukranî, ji bo xaliqê rehmanî!! Yanî wî sê peyvên erebî (hemd û sena û şukranî) bi kar anîne û spas bi kar neanîye. Wiha jî bi dehên mînakan em dikarin bînin li ser helbestên Cizîrî û Feqiyê Teyran ku her dem şukr û minet li şûna spas bi kar anîne! Û di farisî de "spas û spasdar û spasdaşten û spasguzar û spase û spasî" jî peyvin ji "spas" hatine rewêjtin!
Em werin ser yekbûna wateya spas û şabaş!! Di serî de ez dixwazim bibêjim ku spas û şabaş ne yek in û her yek wateyeke wê ya taybet heye.
Lê berî ez vê iddiaya xwe wekî rastiyekê şirove bikim dixwazim çend mînakan ji Mem û Zînê bînim. Di malika 549’an de Xanî dibêje:
Van her du biran ku ew du ewbaş
Dîtin, dil û can we dan bi şabaş!
Di malika 905’an de jî dibêje:
Mêrê wehe bitin kî canî
Şabaş nedetê bi şadimanî?
Her wiha di malika 994’an de jî dibêje:
Şabaş û seda û gazegaza
Guhdar-i xenî kirin bi sazan
Balkêş e di van her sê mînakan de jî şabaş ne bi wateya spas tê, di mînaka yekem de bi wateya: qurban û gorî û bexşîn tê. Di ya duyem de bi heman wateyê tê û di ya sêyem de jî bi wateya hayûhoy û hêlehêla kesên di dawetekê de tê.
Koka şabaş di farisî de Şad baş e, şad yanî kêfxweş û xweşhal û dilgeş, baş jî jêdera wê başîden e yanî bûn, peyv bi tevayî wisa ye: kêfxweş bibe, şa be. Ev jî bêhtir di şahiyan de dihate gotin û heta niha jî mitribin hene wisa dibêjin û tên li ber yekî yan li zurnê didin yan jî li daholê. Û dibêjin: Şabaş ji filan re! Yanî: Xweşbijî filankes.
Wiha jî li ba klasîkên farisan ev peyv bi sedê caran derbas dibe û ne bi wateya spas lê bi ya xwe ya eslî ku xweş bijî ye. Min dê gelek mînak bianiyana lê bawer im ku êdî dê serê xwendevan bi mînakan biêşe û ev belge û mînakên ku me di nava vê nivîsa xwe de anîne ziman bes in.
***
Dara Mirazan
31. 12. 2007
Jan Dost
Dareke tûyê ye! Şêniyên Kobanî nizanin kê ew çandiye. Dar bi xwe jî nizane kê ew çandiye!
Lê wê di siya xwe de bi hezaran evîndarên bêhêvî pêşwazî kirine.
Evîndarên ku li ber digeriyan da ku dilên yarên wan nerm bibin.
Evîndaran
Bêhêviyan
Şaxên wê bi terîşên rengîn dixemilandin.
Hêsrên xwe li ser qurmê wê dihiştin û diçûn.
- Ew tûyan nagre dê çawa tesîrê li dilan bike?
Wisa yekî komonîst bi qerf dibêje!!
- Lavakirina ji daran kufr û gunehkariya mezin e!!
Wisa feqeyekî camiya Seydan dibêje.
- Dareke divê qelem bibe da ku ber bigre!
Wisa muhendisê çandiniyê yê zik mezin dibêje û qurmê wê diqeşêre.
- Dareke nêr e, ew ber nagre heta ku Baas ji ser pişta vî gelî peya bibe.
Dînekî ji dînên Kobanî dibêje.
Dar di bêdengiya xwe ya kesk de li hemûyan guhdarî dike û dibêje:
Ez dareke tûyê me
Çivîkên xewnên we
Li ser şaxên min datînin
Evîndar razên xwe di guhên min de dibêjin
Û dayik jî
Dema vegera zarokên xwe yên winda ji min dipirsin
Ez giyanê vî bajarî me.
Vî sînorî raçav dikim
Vî sînorê ku nikare xefkan li ber pistepistên min vede
Her şev
Bi guldarên wî alîyê sînor re diaxivim
Razên evîndarên wî alî û vî alî bi wan re par ve dikim
Evîn li her deverê yek e
Çêja wê naguhere
Rengê wê naguhere
Û êşa wê jî naguhere
Li ser pişta Miştenûr im
Da ku pasvaniya evînê bikim
***
Nikarim tûyan bidim we
Hêviyê didim we
Ma hêvî ne bes e!
***
Cervantes û Xanî
21. 12. 2007
Jan Dost
Min li tevgera ku li hawirdor peykerê mezin ê nivîskarê îspanî Miguel de Cervantes temaşe dikir. Ew peykerê mezin û pirşikoh li meydana Plaza li Madrida paytext.
Li jêra wî peykerê Don Quijote bi rima xwe ya dirêj û li rex wî peyrewê wî yê navdar Sancho Panza li ser kerê xwe. Ji nişke ve min dît ku ez dûrî komika bi xwe re dikevim û ber bi binaniya peyker de diçim. Kamereya xwe amade dikim û dixwazim wêneyekî bikişînim.
Ez di peyker de fikirîm. Peykerê ku her du peykerên lehengên romana wî ya navdar jî li binî jêre rewêjtine. Li hawirdorê bi sedan turîst diçûn û dihatin û wêne li ber kerê Sancho û rimê Don Quijote(Don Kîxotê) ji xwe re digirtin. Serdana min ya ji gora Ehmedê Xanî re li Bazîdê berî 11 salan hate bîra min. Wê katê çavên min li turîstan neketin. Tenê nuqteyeke leşkerî ku leşkerên li ber nobedarî dikirin dişibihîn Bekoyê Ewan li wir hebû.
Ehmedê Xanî bi tenê bû. Kesek nehatibû serdana wî. Li vir jî bi hezaran û ji dehan dewletên dinyayê hatibûn da ku li bin teriya kerê Sancho wêneyên xwe bikişînin!
Ez pê hesiyam ku giyanê Ehmedê Xanî wekî bayê hênik, nermik nermik dadiwerive hinavê min, ez pê hesiyam ku ez Ehmedê Xanîyê me û piştî sêsed salî hatime Madrîdê da ku gilî û gazinên xwe li ba vî nivîskarê îspanî yê mezin bikim. Ez nêzîkî bingeha peykerê mermer bûm û mîna yekî ku xwe bide nasîn min di dilê xwe de got:
Ez Ehmedê Xanî me, piştî te bi sî û pênc salan ji xeybê fek bûme (Ji dayik bûm). Ez kurê miletekî me ku bawer nakim te navê wî bihîstibe. Bawer nakim ku yek ji hemwelatiyên te yên niha jî min nas dike. Ez jî mîna te ketim ber pêlên bêhêvîbûnê. Min jî çîroka xortekî nivîsî ku şerê kirêtiya civaka feodal bi ciwaniya evînê dikir mîna ku çawa lehengê kitêba te şerê aşebayê welatê xwe bi rima xwe ya şikestî dikir.
Bi dehan salan e ku vîzevîza guleyan û gurmegurma teqîna top û qenbereyan li ber guhê min e û gola rihetiya min û xewa min a ebedî şêlû dikin. Tu jî ji xwe re li dengê tiqetiqa evîndaran û muzîka maçên wan guhdarî dikî.
Rast e tu xizan û bêçare li serê kolanekê ji kolanên Madrîdê mirî, lê niha bi sedhezaran têne serdana te û baqên gulan li ber piyên te datînin û mîr û padşah jî têne serdana te. Ey siwarê romana îspanyolî, piştî mirina min jî ez êşiyam û min jan kişandin ne mîna te ku bi mirina xwe bûyî qral.
Xanî ji xeyalê min derket û ez bi tenê mam. Ez nivîskarê kurd yê vê sedsalê û min hey li rûyê Cervantes û destê wî yê ku bi kitêbekê girtiye dinêrî.
Çi birîn e ku nivîsandin wê di wijdanên me de dihêle! Çi hêz e ku pêçiyên me ber bi pênûsan de dikişîne! Çima jiyan me hildibijêre da ku em bibin têkoşerên ku bi tîpan şerê kirêtiya vê cîhanê dikin? Em in pêxemberên êşa mirovayetiyê ku bombeyên kînê ji hev dixin. Îca rejîm tên me û giyanên me dorpêç dikin, sînor jî li ber me radibin û me bi gunehê jiyanheziyê tawanbar dikin!
Pirsên min li ber piyên Cervantes herikîn mîna siya piştî nîvro li bin roja Madrîd a ronîdar.
***
Dizê êgir: Arjen Arî
10. 12. 2007
Jan Dost
Min ê ku têkiliya xwe bi helbestê re qut kiribû, bawer nedikir ku rojekê helbestên kurdî yên nûjen karibin min û giyanê min wisa serobinî bikin!
Min digot: De çû, rehma Xwedê li helbesta xweş be. Êdî tenê maye peyvrêzî û gotinên qelew!
Lê bi Arjen Arî re û xwendina helbestên wî re min çêja agirê helbestê di bin zimanê giyanê xwe de ji nû ve dît!
Ev xortê pêncî salî ne helbestan dinivîse, ew bi agirê ku di dilan de gur dibe dilîze. Ne peyvan dirêse, lê tayên keskesorê û tîrêjên stêrikan bi hev re dihûne û cîhaneke fireh ji xweşî û ronahiyê bi teşiya xeyalê xwe yê vêketî dirêse.
Min berê jî berhemên wî "Ramûsan min veşartin li geliyekî" û "Ev çiya rûspî ne" xwendibûn û min zanî bû ku ez li ber bejneke bilind ji bejnên helbesta kurdî/kurmancî ya nûnejn rawestiyame. Lê bi vê berhevoka wî ya bi navê EROÛTÎKA re ez hatim li serê kaniya helbestê ya zelal rawestiyam. Bi rastî ev bêhtirî deh salan e ku min hîn helbestin wisa xweş û têrwate û nazik û hêsan bi kurmancî nexwendine. Helbestin ku deqên herî kevnar di wêjeyên mirovayetiyê de tînin bîra mirov. Helbestin ku sirûda sirûdan a Silêman di Tewratê de, nivîsên ku li ser kevirên Sumeriyan û Asûriyan hatine rewêştin tînin bîra mirov.
Arjen di van helbestan de bi zimanekî herî bilind û di eynî demê de herî asan jî nivîsiye, ev jî bi dest her yekî nakeve ku asta bilind û hesaniyê bîne ba hev di berhemên xwe de. Wî bi zimanê hestan û bijokiya Adem ji Hewayê re nivîsiye, bi zimanê mirovên şikeftan ku sibehê radibûn û çav li ronahiya rojê diketin, çav li bejna jinekê diketin ku xwe di ava çem de dişo û bi wan qêrînên xwe yên ku hêj nebûbûn zimanekî mikemel bang dikirin.
Zimanê Arjen yê erotîkî jî zimanekî nerm û şayik û watedar e. Gotina wî vala nayê. Ne ku dixwaze helbesta xwe bi gotinên ketûber bihepişîne, yan jî kevirkan bide ber dîwarê hevoka xwe ya helbestî. Lê her gotinek wezîfeyeke wê heye, cihekî wê heye û her hevokek xwe bi delalî û payedarî li ba hevoka din datîne.
Ez Arjen mîna medreseyeke xweser di helbesta kurdî/kurmancî ya nûjen de dibînim û dibêjim ku ew hem danerê dîwarên vê medreseyê ye hem jî mamosteyê wê û hem jî suxte û sotiyê agirê peyvên wê ye jî. Bi rastî yê ku çêja helbestê bixwaze û (ger lûluyê mensûr ji nezmê)* bivê bila here EROÛTÎKA ku zenbîla mêweyên havînî û kaniya dilbijokiyan e, bixwîne.
Îca kekê me Zekî Özmen pirsî bû ma hûn mecbûr in helbestan binivîsin! Arjen jî gotibû: "Ez mecbûr im!" Ez jî dibêjim: Kekê Arjen erê tu mecbûr î. Eger tu bi qîm û riza xwe jî nenivîsî em îca dê te mecbûr bikin ku tu helbestê binivîsînî. Nema nivîsandina helbestê milkê dil û pêçî û pênûsa te tenê ye. Em êdî baca xwe û xûkiyê ji te bistînin û nema dev ji te wisa bi hesanî ber didin. Nebî nebî tu bibêjî: Ez dikim dev ji helbestê berdim. Wê gavê em dê rehmê li te nekin.
Da ku xwendevanan bêhtir bitehmijînim ez dê vê kurtehelbestê ji kitêba Arjen li ber wan wekî nanekî tenûrê yê germ deynim:
Roj bi ramûsanekê re hiltê
Di pacê re dibişire her tîrêj
Çavên te du agirdankên dilbirêj
Û tu dibêjî: nanê te me nanê te
Min bipêj, min bibirêj
Li ser qefesa singa xwe!
* Ger lûluyê mensur-i ji nezmê tu dixwazî
Wer şi`rê Melê bîn, te bi Şîrazî çi hacet!
Melayê Cizîrî
***
Helîm Yûsiv: 40 mûm
07. 12. 2007
Jan Dost
Sala 1992’an, ez li Helebê li qehwexaneya Elqesr rûniştibûm. Baş nayê bîra min, ez nizanim soz bû yan tesaduf bû ez li wir pêrgî Helîm Yûsiv bûm û ji bo cara yekê me hev dît û qehweyek ligel hev vexwar. Kitêba wî El recul El hamil (Mêrê Avis) bûbû salek bi erebî derketibû.
Min ew kitêb xwendibû û jê hezkiribû. Wî jî kitêba min a yekem ku bi erebî derketibû xwendibû.
Mirovekî rehet, biaqil, nerm û delal xuya dikir. Ew qet nedişibiya çîrokên xwe. Ew çîrokên ku xirecirek ecêb çêkirin hem li kolanên Amûdê di nava xelkê de hem jî li cem nifşên nû ji nivîskaran û rexnegiran jî.
Ji wê rojê de me hev nas kir û em bûne du heval. Me her duyan jî piraniya dema xwe li Helebê diborand mîna ku Kobanî û Amûdê têra me û xewn û xeyalên me nedikirin. Li qehweyan, li şevbuhêrkên wêjeyî û li ber deriyên xaniyên keçikên zanîngeha Helebê me hev didît! Me di xewnên kesk yên nivîskaran de jî hev didît û di cenazeyên wan de jî hazir dibûn û me yek caran heta destê sibehê jî noşa evînên têkçûyî jî vedixwar.
Me ne di pesnê hev de ne jî li dijî hev nivîs nivîsandin. Me rexne li hev dikirin erê, me xweşî û nexweşiya tekstan ji hev re digot û me kul û derd û xewn û xeyalên nivîskariyê jî bi hev re parve dikirin. Ez pirî caran hêrs dibûm, wî ez radigirtim, min jî gelek caran dihişt ku ew hêrs bibe û gola aramiya wî diçelqand.
Helîmê ku min ew berî 15 salan nas kir niha dîsa cîranê min û hevalê min ê herî nêzîk e. Dîsa jî ku bîna min gelekî teng dibe, dibezim telefonê û ya dilê xwe ji wî re dibêjim û xemgîniya xwe di têlên telefonê re diherikînim odeya wî ya mîna qutîkekê teng lê ji cîhanekê jî firehtir û wî dikim hevparê xemên xwe yên ku dawiya wan nayê.
Ew nehatiye guherandin wekî ku sal lê nebûbin mêvan! Ew hîn jî ew kesê aram û nerm û bi tehmûl e, ew kesê bêdeng û xweragir ku hîç naşibihe nivîsên xwe ye, ew nivîskarê ku rêya xwe bi xwe diçirîne û ber bi armancên xwe ve diçe bêyî ku kelemek karibe gavên wî dereng bihêle yan jî dijwariyek wî ji rê vegerîne.
Helîm Yûsiv vê heftiyê, di 7’ê meha 12’an de dibe çil salî. Çil mûmî dê vêxîne û vemirîne. Min jî xwest bi vê nivîsa xwe fesadiya wî bikim. Fesadiya çilsaliya wî bikim û kêfan lê xweş bikim û bibêjim: Birako tu jî hatî vî aliyê çem û ketî nava ariyê!
Hem jî min xwest pîroziya vê çilsaliya wî bikim û bibêjim: Helîm pîroz be, vaye tu gihiştî temenê pêxemberiyê, temenê ku hiş tê de distewe û vêdikeve û mejî dikemile. Temenê ku êdî dê çavên me û xwendevanan li berhemên te yên herî xweş bin. Temenê ku dibe pira ji agir û hesretan di navbera xortanî û kalbûnê de, di navbera xewnan û şikestinan de, di navbera hêvî û têkçûnan de û di navbera dilekî vêketî û mejiyekî westiyayî de!
Tu dê vê pirê derbas bikî û xwe bigihînî aliyê din, dê çavên te her li çil salên berê be û xwe bi xweziyan û hesretan bipêçî. Dê çavê te li pêşerojê be jî, li temenkî dirêj û xweş û serkeftî ku ez jî wî temenî ji bo te hêvî dikim.
***
Ji gewherên Mem û Zînê: Êvar
15. 09. 2007
Jan Dost
Êvare ku asimanî menqel
danî û li wan veşarî meş`el
Yanî ku vekuşt çiraxê zerrîn
wergirtî ji nû libasê rengîn
bi kurdiya îro:
Êvar e ezman agir vemirand
Menqel bi isteyrikan xemiland
Yanî vemirand ew çira zêrîn
Xwe tev rapêça bi kincên rengîn
Di van her du malikên bihurîn de (malika 1966 û ya 1967’an) ku destpêka beşekî Mem û Zînê ne, hunera Xanî baş tê ber çavan.
Wekî ku diyar e Xanî her di pêşiya beşekî ji çîroka Mem û Zînê de çend malikên wekî signala bûyerên ku dê biqewimin li ber destê xwendevanê xwe radixe.
Mîna di destpêka beşa ku tê de Tacdîn û birayên xwe dicivin û li hev dikin ku Memê bi zorê ji zindanê derînin, îca li hespan siwar dibin û berê xwe didin nêzîkî koşka mîr.
Di pêşiya wî beşî de Xanî xwezayê û hilatina rojê û çûna şevê bi hespan dişibihîne. Ji ber ku dê mijara wî hespsiwarî û amadekirina şer be.
Di destpêka beşê ku dê evîna Mem û Zînê êdî were ser her zimanî jî wisa ye ku behsa rojê dike çawa ew naçare her sibe û ji pişt gelek bend û perdeyan hiltê û dinya hemû pê dihese. Evîn jî wisa ye nayê veşartin!!
Û her weha di destpêka her beşî de.
Li vir Xanî ev rêya xwe neguheriye û her li ser maye.
Ew sîgnalekê dide ku dê tiştin xirab biqewimin. Roj diçe ava. Roj jî nîşana xweşiyê û geşî û eşkerebûnê ye. Tarî tê, dibe şev. Şev jî sembola dizîbûn û plan û karên xirab û tarî ye. Sembola deskîsî û paşgoyî û fitne û fesadiyan e. Loma jî Xanî dihêle ku ev beş di tarî û şevê de biqewime. Mîna ku agir di menqelekê de vemire û tenê pêt biçirisin, wisa ezman tarî dibe û ew roj wekî agirekî bû vedimire û stêrik diçirisin. Li ber menqelan jî fesadî xweştir dibe!!
Hemû beş bi sibehê dest pê dibin.
Hemû beş bi hilatina roja ciwan û ronîdar û xweşik û germ dest pê dibin.
Tenê ev beş ku êdî Bekoyê ewan tê de fesadiya xwe ya mezin dike û doza kuştina Memo û Tacdîn li Mîr dike, bi tarîtiyê dest pê dibe.
Gelo rojavabûn ne nîşana kuştina Tacdîn û Memo ye? Erê ew e çawa giyan ji bedenekî bi kuştinê yan mirinê derdikeve, wisa jî roj ji ezmanan dadigere û diçe ava û tarîbûn yanî mirin tê.
***
Ji gewherên Mem û Zînê: Xaniyê Mêjûnas
01. 09. 2007
Jan Dost
Seydayê Xanî di Mem û Zîna xwe de her cure zanîna xwe daye nîşandan. Ji tesewûfê bigire heta felsefeyê, heta civaknasiyê û muzîkê, stêrnasî û zimanzaniyê, û heta bigihê mêjûnasiyê.
Wî ji her zanînê behrewerî biriye. Di zimanê erebî de desthilatdariyeke pir mezin daye xuyakirin. Peyvên erebî yên ku tenê di ferhengan de hene û ereban bi xwe êdî ew ji bîr kiribûn, bi karanîne. Mînak peyva Yûh (H wek H'ya di serê gotina Heyran de ye) ji bo rojê bi kar tîne. Lê mijara me ya îro ne zimanzaniya Xanî ye, belê mêjûnasîna wî ye.
De ka em binêrin heta kîjan radeyê Şêxê me mêjûya kurdan dipa û di kitaba kurdan de hin beş ji vê mêjûya ku hemî xwînrêjî û şer bû anîne ziman!
Dema ku Beko yê ewan tê ba mîr û paşgoyîya Tacdîn dike, li xweşa mîr nayê. Radibe piştgiriya Tacdîn û Memo dike. Wisa xanî çîrokê dibêje:
Mîr go: Qe didim eya bed exter
Tacdîn û Memê bi textê Qeyser?
Roja we ku bûye ceng û perxaş
Tacdîn û Memê du sed Qizilbaş
Bilcumle bi zirh û zend û binber
Înan ji me ra bi şîr û şeşper
Bê guman Xanî ne ji xwe re qafiye li hev anîne, lê di van malikan de behsa şerekî di navbera leşkerên Cizîrê û leşkerên sefewiyan (Qizilbaşan) de dike. Xanî li ser zimanê mîr pesnê Tacdîn û Memê wiha dide:
Roja şer û cengê, Tacdîn û Memê du sed serbazên qizilbaşan dîl girtin û anîne Cizîrê. Hemû tev li çek û şûr û zirx û gurzên wan.
Ji ber ku Mem û Zîn ne her kitêb e diva bû ez li jêderên dîrokî vegerim û binêrim ka ev çi şer bû di navbera kurdan û eceman de qewimî bû.
Di Şerefnameyê de çavên min bi şerê di navbera Artêşa Şah Îsmeîlê sefewî û cengawerên Botanê di dema mîr Şeref de ketin. Şerefxan dibêje ku dema şah Îsmeîl hate ser textê Îranê, leşkerekî giran şande Cizîrê da ku dagir bike lê mîr Şerefê kurd li ber xwe da û çend caran ew leşker şikand heta di şerekî de hezar û heftsed qizilbaş kuştin û gelek ji wan dîl kirin. Dîsa Şah Îsmeîl leşkerek bi serokatiya mîrmîranê Diyarbekirê Mihemed Îstaclû û birayê wî Qerexan re şand e Cizîra kurdan lê dîsa jî zora mîr Şeref nebirin û şikestî vegeriyan. Cara sêyem şah leşkerekî bijarte ji pasdaranê şahanî ji hêla Hemedanê bi serokatiya Yekan begê Teklû kişande ber bi Cizîrê ve. Lê vê carê jî artêşa qizilbaşan şikesteke mezin xwarin û revî, revî berê xwe dane welatê Îranê û êdî nema qizilbaşan bela xwe di kurdên Cizîrê dan!
Ev e giraniya Mem û Zînê.
Ne tenê çîrokeke xemgîn a du evîndaran e!!
Ev e cudatiya Mem û Zînê ji berhemên din.
Ev in gewherên şêxê kurdayetiyê Ehmedê Xanî.
Heta yeke din….
***
Ji gewherên Mem û Zînê: 8 destan
24. 08. 2007
Jan Dost
Mem û Zîn di aliyê xwe yê evînewerî de, milê xwe li milê destanên evîndariyê yên miletên rojhilatê dixe. Ji xwe ew di her aliyekî xwe de mil li milan dixe!
Ji ber ku binyada Mem û Zînê û tar û podên ku tevna wê pê hatiye ristin evîndarî ye, Ehmedê Xanî giranî daye destanên evînê û navê gelekan ji wan aniye ziman. Ji van destanên ku di kitaba kurdan "Mem û Zîn"ê de cih digrin ev heştên li jêr in:
Mihr û Mişterî, Wamiq û Ezra, Leyla û Mecnûn, Yûsif û Zuleyxa, Weys û Ramîn, Bîjen û Menîje, Ferhad û Şêrîn, Şêxê Senanî.
Mihr û Mişterî: Çîroka du evîndaran e, ku helbestvanê farisî Essarê Tebrîzî destana wan nivîsiye. Xanî li ser hevaltiya Memo û Tacdîn wisa dibêje:
Ew yarê ji dil ne serserî bûn
Reh şubhetê Mihr û Mişterî bûn
Wamiq û Ezra: Çîroka du evîndarên navdar e. Şairê îranî Unsurî ew bi helbestî nivîsiye.
Leyla û Mecnûn: Navdartirîn çîroka evînê li rojhilatê ye, bû jêdera gelek destanên evînê û bi her zimanî!
Yûsif û Zuleyxa: Çîroka Pêximber Yûsif e, ku dilê jina mezinê Misrê dikevê. Gelek şairan tevna vê destanê ristine. Di kurdî de jî Selîmê Hêzanî destanek nivîsî, wî di destana xwe de şopa Mem û Zînê ajot. Tiştê balkêş di vê destanê de ku jin li pey mêr diçe û dil dikevê! Lewra sofiyan ew mîna mînaka evîndariya rast hilbijartine, çiko ji bo jinê şerm e evîna xwe kifş û eşkere bike, lê dema evîn hedê xwe derbas dike û êdî nema di dil hiltê, jin jî nema dikare veşêre! Ji ber ku seydayê Xanî jî qenc bala xwe daye vê destanê, li ser zimanê Memo wisa ji Zînê re dibêje:
Geh geh çi dibit wekî Zuleyxa
Pirsa min bikî tu ey şekerxa?
Weys û Ramîn: Ji kevintirîn destanên evînê ye, şairê îranî Fexreddînê Gurganî ew berî hezar salî nivîsiye.
Bîjen û Menîje: Di şahnameya Firdewsî de destana wan heye, Bîjen kurê Gêw e, dil dikeve keça qiralê tûraniyan (tirk) û dikeve hebsê ji bo evîna xwe. Çîroka wan dûr û dirêj e. Xanî her çi behsa Menîje bi nav nake, lê behsa evîndarê wê Bîjen dike:
Ev bilbilê can di mehbesa ten
Maye bi tenê misalê Bîjen
Ango ev canê ku mîna bilbilekî ye, wekî Bîjen bi tenê di zindana bedenê de ma ye!
Tiştê balkêş di evîna Bîjen û Menîje de ew girtina Bîjen û mana wî ya di binê bîrê de (ku Menîje xwarina wî dianî) lewra Xanî ev îşareta han da.
Ferhad û Şêrîn: Ji xwe ew çîrokek naskirî ye, lê di edebiyata farisî de bi navê Xusro û Şêrîn tê nas kirin. Dibêjin ku Ferhad kurd bû û Şêrîn ermenî! Ji ber ku ev evîna di navbera sê kesan de bû, Xanî her ku behsa Ferhad û Şêrînê dike, behsa kesê sêyem jî ango (Xusro Perwîz) jî dike. Wisa jî Melayê Cezerî ku dibêje:
Tenê Ferhad dizanit lezzetê işq
Ku wî can daye Şêrînê , ne Perwîz!
Şêxê Senanî: Çîroka Şêxê ku di xewnê de keça qiralê ermenan dibîne û dil dikevê, dide pey xewna xwe û dev ji dînê îslamê ber dide û dest bi vexwarina meyê dike, berazan diçêrîne û …çîroka wî dirêj e. Ev çîrok wekî destan Feqiyê Teyran nivîsiye, lê berê di berhemên kilasîk (erebî û farisî) de heye. Xanî ew bi nav nekiriye lê işaret da ye, ew dibêje:
Şêxê we ku pênce hec bijarî
Dîn kir te ji bo keça kufarî!
Ew Şêxê ku pêncî carî çûye heccê, Şêxê Senanî bi xwe ye. Çiku Feqiyê Teyran jî û Ferîdeddînê Ettar jî dibêjin ku Şêxê Senanî pêncî carî çûye heccê, Feqî dibêje:
Pêncî hec û pêncî tewaf
Sewm û selat û i`tiklaf
Bexşîş kirin min bêxilaf
D`mizgîniya bişaretê
Şairê farisî Ettar ku yekem kes bû wekî destan çîroka evîna Şêx û keça ermenî nivîsîbû, dibêje:
Wî nêzîka pêncî carî hec kiribû!!
Ev bûn bi kurtî destanên ku Xanî di Mem û Zînê de îşaret li wan kiriye. Wî behsa evîndariya rojê û kulîlka Lûleperê (Nîlofer) jî kiriye, îşaretî hezkirina Belqîs û Pêxember Silêman jî kiriye, lê ji ber ku destan li ser evîndariya wan nîn e me ew tev li van heşt destanan nekirin.
Ji bo şairê hesttenik Arjen Arî:
Mem û Zîn bi peyva (Sername) ango serê kitêbê, navnîşana wê, dest pê dike: Destpêkirine. Û bi gotina erebî Meqte` diqede, ango dawî, cihê ku mirov tê de radiweste di nivîsekê de yan di axaftinekê de, cihê ku qewl û nivîs tê de tên birîn. Ma ev jî ne gewhereke bi serê xwe ye!
***
Ji gewherên Mem û Zînê; Mîrac
16. 08. 2007
Jan Dost
Heftiya borî misilmanên cîhanê (di nav de beşekî mezin ji kurdan) bûyera Mîracê bi bîranîn. Gelek kesî li ser Miracê tişt gotine, Ehmedê Xanî gelekî cuda behsa Mîracê kiriye.
Mîrac peyveke erebî ye wateya wê: amûra ku mirov pê hildikişe jor. Ji ber ku pêxember jî berî 1429 salan de hilkişiya bû ezmanan û (li gorî kitêbên dînî) xwedayê xwe dîtibû. Navê vê şevê bû şeva Mîracê.
Mele Ebdirrehmanê Axtepî kitêbek li ser mîracê bi navê Rewdene`îm nivîsîbû ku tev de behsa dîtinên pêxember in, dîtinên wê ger û seyrana wî ya li erd û ezmanan. Şêx Nûreddînê Brîvkanî jî di helbesteke xwe de dibêje:
Muhemmed hate mîracê
Yeqîn her ez ew im yareb
Di sînê şubhê wehhacê
Çi nûr û pertew im yareb
Wekî din jî helbestvanên kilasîk çi kurd çi ne kurd behsa vê (mûcizeya) pêxember dikin. Lê tiştê balkêş ku Xanî bi rengekî gelekî cuda behsa Mîracê dike.
Wî, di destpêka Mem û Zînê de xwestiye bi pêxember re biaxive. Di wê axaftinê de felsefeya Xanî baş xuya dike. Felsefeya ku ez dikarim navê wê bikim: felsefeya pirskirinê!!
Xanî, ew beşa em behsê dikin bi cesaretek pir balkêş nivîsiye. Ew qet nabêje ku Mîrac ciriyaye û wisa bû û ne wisa bû. Lê ew mîna ku wê Mîracê ji binî de qebûl nake, dozê li pêxember dike ku rabe careke din xwe amade bike û berê xwe bide ezmanan da ku biçe hizûra Xwedê. Xanî piştî ku ji pêxember re dibêje rabe xwe amade bike, îca tê jê re dibêje here ba Xwedê van pirsan jê bike. Xanî gelek pirsên felsefî û têkiliya wan bi hebûna mirov re heye dike. Yek ji wan pirsên mezin jî ev e: te zanîbû ku em dê gunehan bikin, îca te em afirandin û tu yê bi wan gunehên ku te zanîbû dê werin kirin, me bihavêjî nava êgir, ma ev layiqî xwedayekî mezin e?!!
Wa tê xuya kirin ku Xanî ji wê çîroka Mîracê ku mîna efsaneyan xuya dike bêzar bûye û dixwaze Mîraceke nûjen biafirîne. Mîraceke felsefî ku Xwedê tê de mîna berpirsyarê hebûnê ye û divê bersiva gelek pirsan bide.
Balkêş e ku Xanî behsa Mîracê dike ne mîna bûyerekê ku çûye û bûye!! Lê mîna yeke ku hîn neqewimiye û divê hazirî jê re werin kirin. Ew nabêje ku pêxember di wê şevê de çi dît û çi nedît, Xwedê çi gotê û çi negotê, lê Xanî diyar dike ku divê çi were gotin û divê çi bihata pirs kirin ji Xwedê! Ew pêxember bi xwe jî li ber dixe ka divê çi ji Xwedê re bibêje. Xanî bi dil û nerîna sofiyên mezin têkilî bi pêxember re danîne, mîna ku haya pêxember ji wan tiştan nebe û Xanî rêberiya wî bike!
Xwendevanên ku bixwazin bêhtir û berfirehtir vê mijarê bixwînin divê li hêviya derketina kitêba Mem û Zînê û şiroveya wê ya bi kurmancî bin.* Hîn gewher di gencîneyê de hene.
Heta yeke din...
*Têbiniya Diyarnameyê: Weşanxaneya Avestayê di 300 saliya wefata Ehmedê Xanî de hemû berhemên Xanî îsal careke din çap bike. Di nav van de şiroveya Mem û Zîna ku nivîskarê me Jan Dost şirove kiriye jî heye. Li gor agahiyan gere payîzê pirtûkên Xanî li ber destan bin.
***
Ji gewherên Mem û Zînê; Welatê Bejn û Buhtan
09. 08. 2007
Jan Dost
Xanî li ser zimanê Zînê dibêje:
Hindî hene kîj û kur di Buhtan
Belkî di cemî`ê Bejn û Buhtan
Kes nîn e bi lutf û husnê meşhûr
Illa ku di deftera me mestûr
Yanî: bi qasî kur û keçên li cizîra Botan hene, belkî di tevahiya Bejn û Buhat de, kesek nîn e ku bi ciwaniyê navdar e û navê wî li ba me ne qeyd kirî ye!!
Di şiroveya herdu peyvên Bejn û Buht de, di hemû çapên Mem û Zînê de yên ku bi destên birêzan M. Emîn Bozarslan û Hejar û Perwîz Cîhanî û M. Emînê Osman hatine şirove kirin şaşî heye. Her yekî ji wan ev du peyv bi awayekî cuda şirove kiriye. Hejar dibêje ku Buht gotineke şaş e, divê ew Buhl be, yanî gelî!! û ew dibêje: lê hersê nusxe da qafiyey duhem Buhtan nûsrawe, min ke dezanim Buhl gelî ye, nem zanîwe buht gelî bê. Belam eger buht le zaraweyekî kurdî da gelî û dol bilên wek buhl her buht e ke rêk û lebartir debê.
Ji xwe şiroveya bejn li ba wî wisa ye: bejn, piraniya bej e yanî deşt!!
Emînê Osman dibêje: bejn yanî çarkenar. Boht: erd!!
M. Emîn Bozarslan malika yekem wisa werdigerîne tirkî:
Botan`da ne kadar kiz ve delikanli varsa,
hetta Botandaki bütün boy ve boslardan
yanî: heta êl û eşîrên Botanê jî!! yanî wî herdu peyvên Bejn û Buht bi êl û eşîr şirove kirine!
Perwîz Cîhanî ji xwe li ber wan herdu peyvan bêdeng maye!
Min jî di çapên berê yên Mem û Zînê de ew baş zelal nekiribûn. Lê vê dawiyê ji bo xebata xwe ya li ser şirovekirina Mem û Zînê bi kurmancî ez rastî wateyên van herdu peyvan hatim.
Di Şerefnameyê de Şerefxan behsa du birayan dike ku navê yekî Becn e (Bejn= tîpa j û c bi hev têne guhertin), û yê dî Buxt e (Buht= Bot. Buxtan jî ji Cizîra Botan re tê gotin û di berhemên kevin de wisa ye). Îca birayek (Bejn) çû Hesenkêfê ji ber nakokiyên bi birayê xwe Boht re li Cizîrê baz da. Tê gotin ku kurd hemû ji zuriyet û nijada van herdu birayanin!!
Erê Şerefxan wisa dibêje. Em jî ji bo şirovekirina Mem û Zînê û têgehiştina Xaniyê mezin ne tenê bi hewceyî ferhengan in. Lê zanîna kilasîk tev de ji bo me divê ku em xwe bigihînin asta wateyên dur û gewherên behra Mem û Zînê.
Niha êdî em vê malika xanî wisa fêm dikin:
Her keç û kurên li Botanê
Belkî li hemî welatê Bejn û Buhtan (yanî li Kurdistanê tevî).
Heta gewhereke din...
***
Ji gewherên Mem û Zînê; Tu ne kirr bî, nabî wezîr
31. 07. 2007
Jan Dost
Seydayê Xanî di Mem û Zîna xwe de dest avêtiye bi dehan mijar. Ji bilî evîn û eşqa xwedayî û civaknasî û dîrokê. Ji bilî felsefe û astronomî û muzîkê. Wî destê xwe avêtiye mijareke girîng jî.
Ev mijar siyaset û hukumkirin e. Xanî di gelek deveran de daye xuyakirin ku divê hakimek, serokek, mîrek, çawa be da ku hêjayî rêberiya milletekî be.
Her wiha wî siyaset weke hunerek xeternak û girîng aniye ziman û daye xuyakirin ku kesên li dora mîrekî serokekî, siyaseta wî mîrî/serokî dikêşin û dewletê yan ra dikin yan jî dadixin. Her weha Xanî eşkere dike ku rêyên yekî berjor dibin, û wî dikin wezîr û pirsyarekî mezin di dewletê de, bêguman rêyên neduristin. Ew dibêje ku rêya nepak kintirîn rê ye ji bo yek bibe wezîr!!
Di malikên 1996/1997/1998 de dibêje:
Ev mîr û wezîriya cîhanî
Ev Begmegizîriya zemanî
Herdû bi misalê yek leyîzin
Herdû di betal û bêtemîzin
Hetta weku Kirr nebî tu elheq
Kengî dibiye wezîrê mutleq?
Ka niha em wateyên van her sê malikan binêrin:
Ev mîr û wezîriya cîhanê, û lîstika Begmegizîrî ya vî zemanî, herdu mîna yek lîstikê ne, herdu jî neduristî û nepakî di wan de heye. Eger rûyê yekî ne mîna rûyê kabê Kirr û kirêt û çermstûr be, ew hîç nikare bigihîje payeya wezîrtiyê!!
Di van malikan de û ji roja ku min dest bi şirovekirina Mem û Zînê kiribû, ango ji berî 15 salan de, ez li ber peyva (KIRR) sekinîm. Erê du çapan de min ew wisa nezelal hişt. Lê di ya sêyem de min piştî lêkolîneke fereh nas kir ku (KIRR)çi ye( KERR) jî tê bi lêv kirin! Berî ku em (KIRR) nas bikin, divê em zanibin ku Begmegizîrî çi ye! Ew lîstikeke tê de kab tên bikaranîn. Û ew kab(Ku ji hestiyên pezên gurandî ne) bi çend rûyan e. lîstikvan wê kabê dihavêje û ji yê himberî xwe dipirs e: Beg e yan gizîr? Yan jî: wezîr e yan gizîr? Yan jî: mîr e yan gizîr?
Eger rûyê kabê qulqulî hat ew dibe Mîr(Yan jî wezîr)yan na ew gizîr e(Gizîr: xizmetkar. Nehtor.) ew rûyê kabê yê ku wezîr tê, rûyekî kirêt û pîs û qulikqulikî ye, loma jî dibe wezîr di lîstikê de. Her weha weke ku Xanî dibêje: di realîteya jiyanê de jî eynî mîna wê lîstikê ye. Eger tu ne hezar rû bî, û ne çermstûr bî nikarî bibî wezîr.
Peyva kirr: ku di ferhenga Hejar de(Henbane Borîne de mîna Kerr hatiye) her wateya xerabbûnê dide. Me ji gulleyên cam ku me pê dilîstin, gulleyek here pîs û kirêt dibijart û yek caran ew dikire Deq! Me li Kobanî jê re digot: kerme kirrî!! Li hin cihan weke Amûdê digotinê: Kirrimkotî!!
Rexneyên xanî derbarî siyaset û hukumdariyê de hêj zindî ne. Hêj xitaba me ya îro dikin. Erê ku tu ne Kirr bî, nabî wezîr.
Hêjî durr û mirarî di binê vê behrê de hene. Heta şevnemeke din!
***
Di Mem û Zînê de xettatekî tirk
25. 07. 2007
Jan Dost
Mem û Zîn a Ehmedê Xanî deryaya zanîn û agahdariyan e. Lê mixabin ev bûye sê sed sal ku xwediyê wê barkirî ye û hê jî me berhema wî qenc venekolaye.
Niha ez dîsa li vê berhema hêja vedigerim û ji nû ve şirove dikim. Rastî jî wekî yekî ku xwe berde binê deryayekê, rastî gencîne û dur û gewherên kêmpeyda dibim. Min berê jî hin mînak anîbûn. Vê carê jî dê mînakekê ji ferehbûna zanîna Seydayê Kurdan Ehmedê Xanî bînim. Di malika 399’an de Xanî di pesnê Sitî û Zînê de dibêje:
Husna xetê rux ji xettê Yaqût
Çaha zeqenê ji sihrê Harût!
Yanî:
Ciwaniya xetên rûyê herduyan mîna ciwaniya xetên Yaqût e, û kortika çenê jî ji efsûngeriya Harût e.
Harût firişteyeke ku bi hevalê xwe re Marût li babilê xelk fêrî sihirbaziyê dikirin. Navê wan herduyan jî di Quranê de derbas dibe. Lê Yaqût kî ye?
Eslê Yaqût tirk e û ji Amasyayê ye û ew yek ji navdartirîn xettatên cîhana îslamî ye ku li ser destên wî xeta erebî gavin gelekî mezin avêtin.
Şêweyê xêzekariya wî bû ekoleke serbixwe û taybet û nav û dengê wî belav bû heta çû li ba xelîfeyê dawî yê ebbasiyan El Mustasim (ku Holako xan piştî dagirkirina Bexdadê ew kuşt) bi cih bû û qedrekî wî yê mezin çêbû. Heta navê wî bû Yaqûtê Mustasimî.
Li gor agahiyên li ser Yaqût wî hezar destnivîsên Quranê xêz kirine û heta niha jî destnivîsên wî li muzeyên cîhanê belav bûyî ne.
Ew û şeş şagirtên xwe di cîhana xettatiyê de têne naskirin bi navê (Heft mamoste).
Yaqûtê Mustasimî sala 1298’ê zayînî de wefat kir.
Me got Mem û Zîn behr e!
Erê maye ku em lê xwedî derkevin û vê Kitêba Kurdan vexepirînin û heta ji me wê û xwediyê wê nas bikin.
***
Hibr
15. 07. 2007
Jan Dost
Sibehek bi baran bû. Mirovê rûnuxamtî, axa ku bi cilên wî ve girtibû û li ber çipikên baranê bûbû peşkin ji heriyê û li rûpoşa wî jî ketibûn, bi destê xwe yê rastê daweşand û ji binê gorê de bi dengekî jinane bang kir:
- Ev çende bes e.
Dema ku bi destê wî girtin û ew derxistin, pişikên xwe tijî bayê şil kirin û got:
- Eeeeeeeh. Elhemdulillah em li tehtan rast nehatin, gora wî pir bi nermî hate kolan.
Û bi awireke ji xwe razî li binê gorê nihêrî.
Xirecira xeyalên kesên ku wê sibeha barandar li dora gorê kombûbûn, bi bêdengiyeke sezayî mirinê, mîna rûpoşa wî mêrê ku gor kola bû, hatibû nixumandin. Lê di rûyê her kesî de xemgînî bê rûpoş bû. Hinekan rûyên xwe di kefên destên xwe de veşartibûn û hêsrên xwe bêyî ku kes hay jê hebe didane alî. Li hev nedinêrîn û hêsrên xwe ji hev vedişartin. Hinekan jî pişta xwe dabûne darên çinarê û ji wê jorê de bêdeng li wan kaşên kevirî û rût yên li dora wan bêdengî kûrtir dikirin, dinêrîn. Tenê ewê rûnuxamtî bi çavên xwe yên xweşik û ziwa dikaribû xemgîniya her rûyî di wê xirtolê de bixwîne. Her carê xwe dida rex yekî ji wan û vinevin pê diket û digot:
- Xweziya me bi dilê wî. Ji vê dinyaya fanî bar kir.
Dema ku darbesta termê Şêx Ehmedê Xanî li ser, xuyabû. Mêrê rûnuxamtî bi alî wê de lezand. Çar mirovên ku her yekî ji wan bi aliyekî darbest girtibûn hêdî hêdî dimeşiyan. Wî xwe gihande wan û xwe xwarî bin darbestê kir. Kefenê spî yê li term pêçayî wekî ku baran nabare ziwa bû, lê haya wan kesên ku cenaze hilgirtibûn ser milên xwe jê nebû. Mele Îsmeîlê Bayezîdî yê li hêla rastê di pêşiyê de ji hoste Selaheddînê Sehhaf re yê ku destikê çardarê yê çepê li ser milê wî bû re got:
- Tu jî bala xwe nadê!!
Hoste Selaheddîn peşkên baranê yên ku tev li firmêskên wî bûbûn ji ser rûyê xwe yê zirav û henûn maliştin û pirsî:
- Bala xwe bidim çi heyran?
Mele Îsmaîl dengê xwe hinekî nizim kir û got:
- Min termên wiha sivik hîn nedîtine.
Mirovê rûnuxamtî yê ku ayeta (kullû men e`leyha fan) bi dengekî xinanî û bilind dixwend, devê xwe nêzîkî guhê mele Îsmaîl kir û bi dengekî ji yê wî nizimtir got:
- Ev şêxekî nûranîye, loma jî termê wî sivik e. Giraniyan terman girêdayî gemara rihê mirovan e, ev şêx zatekî tahir bû, rihê wî paqij e dê ji xwe sivik be seyda. Ew ronahî ye ronahî. Ma çi giraniya ronahiyê heye Mele Îsmaîl!!!!
Mele Îsmaîlê ku alîyê wî yê çepê ji şaşikê heta şimikê şil bûbû, li pişt xwe zîvirî. Devê wî ji hev bû û pirseke zuwa bi rûpoşa wî kesê rûnuxamtî werkir:
- Min tu li ku dîtibû?!!
***
Bêdengiya bi baranê şûştî ya mêrên rûxemgîn yên li dora gora Xanî ya nûkolayî, û bêdengîya wan her çar mêrên di bin darbesta wî û baranê de dimeşîyan, li mala kevin ya birayê wî yê mezin mele Qasim wekî cawekî hevrîşim hatibû çirandin û hawara jinan heta berfa Girîdaxê diçû.
Jinên reşgirêdayî desmalkên xwe yên rengareng ji ber hûçikên xwe derdixistin û barana ku ji çavên wan dihate xwarê zuwa dikirin. Hêsrên hinek jinên ku ji bîr kiribûn kilê ji çavên xwe bibin wekî çipikên hibrê bi ser hinarkên rûyên wan yên çilmisî de diherikîn.
Xûşka xanî ya mezin Perî, cotecot hêsir diherikandin û dibiland:
Haware li min haware
haware
Îro kekê min Ehmed
Xwediyê qelema zêrîn
Kaxezên berfîn
mêvanê axa sar e
haware li min
haware
gundîno
cîranno
malîno
çira Bazîdê îro vemirîye
di tarîyê de mane koşk û sera û qub û minare
haware li min hawar e
haware
ji ewran baran dibare
ji çavan hêsir têne xware
Ehmedê min biraye
Debîr û katibê mîraye
xwediyê mem û zîn e
ezmanê xwedê îro li ser kekê min Ehmed
hêsiran dibarîne
agir bi dilê çiyan ketî
berfa Girîdaxê ji kerban tê xware
way li minê
li min bê xwedîyê
dilê min jar e
dilê min sar e
haware haware haware
de mi go ezê bendika xwe ya Kesrewanî
ji pêş enîka xwe hilînim
keziyên xwe ye spî bi ser birakê xwe de biqusînim
ezê li ber dara biyê rûnim çuqlîkan bihejînim
heta li darê dinê bim ezê bêjim bibilînim
haware li min haware
hogirno
cîranno
gundîno
haware
li min hawar e
wîîîî.
û bi wê (wî) ya dirêj re kêra girî li gewriya wê dida û berxika nehwirandina wê digurand.
Di nava koma jinên ku li ser Ehmedê Xanî digiriyan de, Şevnemxatûn a Celalî jî digiriya. Di nav wî giriya bilind de girirîya wê tenê nedihate bihîstin wekî ku fedî bike bi dengê bilind bigirî. Digel wê jî ji hemûyan bêtir giriyê wê ji dil bû. Girîyekî ku ji koka dilê wê derdiket û ew wekî agirê serê mûmekê dihejand bêyî ku hêsir werinxwarê. Serê kurê xwe Ehmed yê çar pênc salî li ser kaboka xwe danîbû û serê xwe çep û rast dihejand û carê bi du tilîyên xwe pozê xwe dimalişt. Hêsrên wê di rehengên hêsran re ji çavan dawerivîbûn poz û fishefisheke nerm pê xistibûn. Çend jinên ku ew nas dikirin di bin çavan re lê dinêrîn û rûyê xwe tirş dikirin mîna ku jê re bibêjin: malmîratê, de tu jî hema du hêsran li ser rehmetî bibarîne ha!! ma dilê te kevir e! wan giriyê dilê wê nedidît.
***
Lê kefen ziwa mabû
Mirovê rûnuxamtî, piştî pirsa mele Îsmeîl ya ziha tavilê xwe ji bin darbestê derxist û weke ku li yekî bigere çû û hat û dîsa berê xwe da gorê û li ber kevîyê wê sekinî.
Yekî ji herduyên ku bi destikên darbestê yên paşî girtibûn got:
- bilezînin da ku termê seyda şil nebe.
Mîrza Sebrî, yê ku bi alîyê darbestê yê çepê girtibû, destê xwe yê rastê bilind kir û da kefenê Xanî. Gava ku dît zuwa ye lerzeke nenas kete hinavê wî û bi dizî di guhê mele Ferîdê li hêla rastê de got:
- heyran ev demeke em di bin baranê de dimeşin û kefenê Seyda hêj zuwa ye!!!
Mele Ferîdê ku doza lezandinê kiribû, keserek dirêj ku bi kefenê reş yê poşmanîyê hatibû pêçandin, hilanî û got:
- Seyda agirekî dadayî bû dê çawa kefenê wî şil bibe!!
***
Çawa ku ew mirovê rûnuxamtî li ber kevîyê gora ku wî kola bû careke din sekinî, şêx Seyfeddînê Cubbeşîn yê ku bi eslê xwe ji Wanê bû bi hêdî jê re got:
- Te gora wî baş kola ye, destên te sax bin
mirovê rûnuxamtî bi payebûneke bêsînor awirek li binê gorê xist û bi dengekî nazik lê bêtir ji poz derdiket got:
- Ezbenî divê kûrtir bûya lê ev ji min hat.
Şêx Seyfeddîn destê xwe li pişta wî da û gotê:
- te kêla serê wî jî bi xetên xwe birewêjta dê gelekî baş bûya. Xetên te pirr çelengin.
Mirovê rûnuxamtî çavên xwe li keviran gerandin û bi awirên xwe yên bi mijeke tîr perdekirî, xêzin nedîtî di kevirê xeyalê xwe de rewajtin.
Dengbêj Dostoyê Ormewî û sofî Heyderê Qersî jî li nêzîkî hev rawestîyabûn û bi xemgînî li axa ku hêdî hêdî di binê gorê de şil dibû dinêrîn. Wan axaftina şêx û mirovê rûnuxamtî nebihîstin, lê wan jî ji hev re gotin ku ev gor baş hatîye kolandin.
Silêman efendîyê şair jî li dûr pala xwe da bû kevirekî bilind û kitêbek dixwend, gava ku çav li mele Salihê Cizîrî ket kitêba xwe dada, lê mele Salih xwe gihandê û got:
- Ha Buharî efendî!! Ma qey baran bi ser kitêba te de nayê!! Niha hibra wê li ser kaxezan herikiye.
Silêman efendîyê ku nasnavê xwe kiribû Buharî kenîya û got:
- Netirse, ev kitêba min ne bi hibrê hatiye nivîsandin.
piştre weke ku li kenê xwe poşman bibe û tê bigihîje ku ken ne layiqî wê dem û wî cih û meqamî ye got:
- Welleh mele Salih ez xembarim, heyfa wî. Çi hatê lo! Welleh berî heftiyekê du heftiyan min ew dît wek çiyakî bû ha!!
mele Salih ew bêbersiv hişt û berê xwe jê guherî û çû bi lez xwe gihande darbestê û destê xwe avête kevîkekî wê û meşîya.
Ji dûr siwarek xuyabû, çelpeçelpa simên hespa wî di nava şilopeyê de ew bêdengîya wê sibehê şêlû dikir. Yekî çavê xwe hûrik kirin, birihên xwe bi ser wan de anîne xwarê û destekî xwe da ber enîya xwe û li wî siwarî nihêrî û got:
- Bi xwedê ew Hecî Zuhdî ye. Wa ye ew û xulamê xwe tên.
Siwar (Hecî Zuhdî yê Celalî yê bazirgan) gihisht û peya bû, xulamê wî beziya pêş, bi rişma hespa wî girt û alî wî kir ew ji ser hespê peya kir. Hecî Zuhdîyê ku kurkê wî nikarîbû zikê wî yê girover veshêre, rasterast berê xwe da wan kesên li dora gorê vehewîyayî û got:
- Gelî cemaetê bibuhurin, ez nû bi karwanê ku ji Urmiye tê re gihiştim, min hinek şalên nû ji wir anîne. Dema daketim min nizanîbû çi mesele ye, ji ber ku kesekî bar deyne li bajêr nema bû min berê xwe da vir . rast ew çi hawar bû ji mala mele Qasim rehmetî kete guhê min!!.
Hecî Zuhdî, yê ku qutikê wî yê spî di bin kurk de xuya dikir bi çîlkên wê baranê re xal xalî bûbû. Axaftiana xwe li dû hev kir, peyv weke wê baranê ji devê wî dibarîyan û fersenda bersivê neda tu kesî, lê dengê korekî ji nav koma feqeyan hat, darê xwe du sê caran li erda şil xist û got:
- Xanî çûye rehmetê Xanî!!
Hecî Zuhdî qutikê xwe di bin kurk de hinekî rast kir , destê xwe danî ser zikê xwe û got:
- Wax wax wax!! Û we limêja cenaze kir?
Wî kesê kor, mîna ku qerfên xwe bike, peyvên xwe dirêj kirin û got:
- erê bavooooooooo, me nizanîbû tu li virî haaaaaaaaa, tu ji xêra nimêjê mehrûm bûyî hecîîîîî, lê başe te xwe gihande telqînê tacir beeeeeeeeeg.
Mirovê kor, bi wê bersiva xwe xwest zikê xwe bi hecî Zuhdîyê bazirgan bişo. Hinekan xwest bikenin lê dîtin ku va ye darbesta ku çend kesên naskirî xwe dane bin, gihişt nêzîka devê gorê.
Kesên ku li dora gorê xelek gerandibûn, neqebek di nav xwe de vekirin da ku termê Xanî yê bi kefenekî spî û zuwa pêçayî daxînin binê gorê. Hemû li wî kefenî ecêb man û barana pirsê, sêlav û lehî di xaçirêkên xeyalê hemûyan de herikandin. Mirovê rûnuxamtî pirsên di çavên wan de diherikîn xwendin, xwe avête binê gorê û got:
- heyran ecêb nemînin, ev welîyê xwedê ne ha!
Mîrza Sebrî yê ku hêla wî ya çepê di baranê de mabû jî dakete binê gorê, û herduyan bi hev re bangî kesên ku li jor bûn kirin:
- De ka cemaet ka. Termê rehmetî bidin me, sunneta pêximbere ku mirî bi lez werin definandin.
Çend mirovên li jor, term xistin ber hemêza xwe û daqûlî jêr bûn. Mîrza Sebrî û mirovê rûnuxamtî ew girtin û xistin wê çalika ku di dîwarê quble yê gorê de bi qasî du buhustan hatibû kolandin. Pişt re rêzeke ji keviran li dirêjîya term danîn û êdî Xanî bi kefenê xwe yê zuwa û hesretên xwe yên vêketî ji ber chavan winda bû.
Mîrza Sebrî yê ku bîna wî li jêra gorê teng bûbû xwest berî mirovê rûnuxamtî derkeve. Ji mele Ferîdê li qeraxa gorê re got:
- Ka ezbenî destê te. Va me selîna seyda jî rast kir .
Mele Ferîd berê xwe guherî, hêsrên ku tev li çipikên baranê bûbûn dane alî û çend gavan dûr ket. Du mirovan bi destê herduyên di gorê de girtin û ew derxistin. Rûyê herduyan jî weke ku ji rêwîtiyeke pir dûr vegerîyabin nav heval û hogirên xwe, geş bûbû. Bêhemdî xwe, mirovê rûnuxamtî destên xwe di hev dan mîna ku ji tozekê daweşîne û got:
- Elhemdulillah, qediya.
Û bi lez berê xwe da du kesên li dûr di taldeya dareke çinarê de rawestiyayî. Ew herdu kes xuyabûn ku ne ji wan memlektanin, qiyafeta wan ne mîna ya kesê li dora gora nûkolayî bû. yekî ji wan kurkekî simûran wergirtibû xwe û bi rûyê xwe yê kose li ezmanê ewravî dinêrî. Yê din sixmeyekî qedîfe û reş û kumekî lûleyî dirêj li serî, bi ken pêşwazîya mirovê rûnuxamtî dikirin.
Mîrza Sebrî awira razîbûnê di mirovê rûnuxamtî veda û hat xwe da tengala Bengînê dergevanê Mîr û jê pirsî:
- Ma Mîr nehat!!
- Na, ew ne vala bû, wî ez di şûna xwe da hinartim.
Û bû xiştexihsta bêran û axa şil bi ser termê Xanî yê bi kefenekî spî û zuwa pêçayî de anîne xwarê.
***
Peshkên hibrê weke hêsrên jinike chav bi kil bûn
Peyvên kesên ku li dora gorê kombûyî, tev li wê xiştexiştê dibûn û hev nedigirtin. Weke ku ew her yek ji xwe re dipeyive, guhê kesî ne li ser axaftina kesî bû. Wan jî niaznîbûn çi dibêjin, hema kî li kê rast diaht hevîrê pirseke şkeva li tenûra guhê wî dixist û dimeşîya. Di wê bêdengîya şil de, Bengînê dergevan yê ku nû gihiştibû, çavên xwe li mele Ismaîlê Bayezîdî digerandin û li kê rast dihat pirsa wî dikir.
Ew li xwe hay nebûbû heta yekî bi dengekî hinekî bilind got:
- Malava nizanim çi bi me hatiye!! Hişê me hemûyan gewşek bûye û em tevde îro gêjin û li dora hev dizîvirin. Ha vaye mele Ismaîl li pişt te ye û tu lê digerî Bengîn efendî!!
Bengîn li pişt xwe zîvirî, silavek da mele Ismaîl û bi lez çend kaxezên pêçayî xistin berîka wî û di guhê wî de kire pistepist. Mirovê rûnuxamtî yê ku bi lez ji hinda wan herdu mirovên biyanî vegerîya û mîrza Sebrî, herduyan jî dixwestin li axaftina wan guhdarî bikin, lê ji nişkê ve dengê melayekî ji wê navê hat û got:
- Gelî cemaetê, de ka werin em dê telqîna seyda bidin.
Şêx Seyfeddîn cubbeyê xwe yê şîn hilmişt û heta ber newqa xwe ya qalind û stûr anî û li ber kêla serê Xanî rûnişt da ku dest bi telqînê bike.
Baranê jî axaftina xwe ya avî nizim kir, weke ku dixwest guhdarîya gotinên dawî yên ku dê zindî ji kesekî mirî re bibêjin, bike. Çipikên wê hêdî hêdî tarî dibûn, lê bala kesî nekişandin heta ku di nav vingevinga şêx Seyfeddînê Cubbeşîn re dengê Teymûrê meyxur, yê ku bi navê Teymûrê fasiq dihate naskirin, hat. Ew bi hêrs û tirs qêrîya:
- Wey bavo ev çi ye !! hibr dibare hibr!!
Tênibiniya Diyarnameyê: Jan Dost li ser Ehmedê Xanî romaneke bi navê "Mîrname" dinivîse. Roman niha gihîştiye dawî. Ji ber xebata romanê Jan Dost vê hefteyê nekarî nivîsa xwe ya quncik binivîse. Li ser vê, me jî jê ji bo weşandinê beşa yekem a Mîrnameyê rica kir û wî şand. Em pêşkêşî we dikin.
***
Li ber ronahiya merqeda Ehmedê Xanî
12. 06. 2007
Jan Dost
Rojê bi ronahiya xwe serê çiyayê Gilîdaxê dişûşt, ewrekî spî û mezin, lûtkeyê berfînî ji ber çavan geh dida alî, tevî ku nîvê temûza 1996'an bû jî, hewa nerm û xweş bû bihar dianî bîra mirov, gelek hestan xwe di bîra min de li bin guhê hev dixistin.
Ez bi hest û hebûna xwe ji der û dorê qut bûbûm, hema hema bibêje min tenê dengvedana sê sed salên borî dibihîst.
Ew dengvedana bi hêz ya ku tenê helbestên seydayê Xanî dinihirandin û dibilandin, Xanî yê kurê wî bajarokê di dawa wî çiyayê serbilind de xilmaşbûyî de. Ez ji şofêrekî bajêr nêzîk bûm û min pirs kir: Gelo gora Ehmedê Xanî li ku ye?
- Ziyaret?
Wî pirsa min bi pirsekê bersivand, û min got erê.
Min û wî me lı ser hindek pereyan li hev kir ku min bigihîne ziyaretê û vegerîne jî.
Gora xanî çend kilometreyan dûrî rojhilatê bajêr e, ji wê deverê re dibêjin Bayezîda Jorîn, rêyeke ji zuxur û kevirên hûrik ji Bayezîd digihê ziyaretê, di nîvê rê de Qereqoleke artêşa tirkan mîna dengekî tehl û zivir di nava semfoniyeke ciwan de xuya dikir, piştî ku em bi selametî jê derbas bûn û me nêzîkî li Gora Xanî kir, zarokin bi kumin spî hatine pêrgîna me, ew feqeyên xwendegehê bûn, li ber deriyê merqedê Micêwir (ew kesê ku li ber ziyaretan rûdine û kar û barên wan dimeşîne, ji peyva erebî cîran û car û cawere hatiye) ew mirovekî navoser û dilovan û riheke sivik rûyê wî dinixumand, bi germî hat pêşiya min û ez birim ber kêla serê seydayê min Xanî.
Hestên ku di wê kêlîkê de êrîşî giyanê min kirin, ez ji binî de hejandim, her tişt hate bîra min, gilî û gazinên Xanî, perîşaniya kurdan û evîna dojehîn ya Mem û Zînê, min nikaribû xwe wê demê bigirta, hêsirên min zora mêraniya min birin û ez bi dengekê bilind giriyam, heta min Micêwir jî bi girî vekir, xuyaye ku ew hest di nava dilê Micêwir de jî diqilqilîn û pêdiviya wî bi yekî hebû ku hinavê wî tev bide. Ber bi min ve hat û destê xwe da ser milê min bi bavîtiyeke dilovan û bi kesereke dirêj got: Kurê min Xwedê me rizgar bike.
Ziyaret xweşik e li rex wê goristaneke giştî he ye, kevirên ku pê hatiye avakirin sê reng in, spî û qehweyê tarî û yê vekirî yan hingivîn. Gor hemî bi cawekî kesk nuxamtî ne li rex gora Xanî gorên şêx Tahayê Ervasî, şêx Resûl, şêx Mehmûd hene, li ser kêla serê Seyda jî ev ayeta Quranê heye: kullû men e´leyha fan…., yanî her kesê li ser (rûyê erdê) mirin dawiya wî ye.
Şêniyên Bayezîdê gora Xanî wekî ziyareteke pîroz dihesibînin, gelek nexweş û xwedan derd û kul û evîndar diçin li wir tika dikin ku Xwedê wan bide ber meziniya Xanî û kar û barên wan ser rast bike. Wekî çawa ku li ziyareta Miştenûr li Kobanî û li gelek ziyaretên Kurdistanê yên din, li wir jî xelk keviran di dîwarê ziyaretê didin, eger kevirê wan bi dîwêr girt, ew nîşana pêkhatina hêviyan e.
***
Dema çêlek dimirin, dîmenek ji filmê DOL
22. 05. 2007
Jan Dost
Roja şemiyê 28’ê meha borî, li bajarê Wuppertalê li rojavayê Almanya galaya filmê Dol yê derhênerê Kurd Hiner Salim hebû.
Ez bi xwe kêm caran diçim temaşeya fîlman lê ji ber ku dê min gelek dost û heval (mîna weşnagerê kurd Abdullah Keskîn ku di fîlm de roleke girîng dilîze û xwediyê pirtûkxaneya Medyayê ya li Stenbolê Selaheddîn Bulut ku ew jî bi dengê xwe yê henûn beşdarî fîlm dibe) li wir bidîtina ez rabûm çûm.
Ez dê li vir behsa fîlm bi tevayî nekim, helbet dîmenên xweş tê de gelek bûn, yên xemgîn jî ku hêsir bi çavên min xistin hebûn, helbet kêmanî jî hebûn lê ew dê ji rexnegirên sînemayê re bimînin. Ez tenê dixwazim behsa dîmenê ku fîlm pê dest pê dike, bikim.
Destpêka fîlm çiyayin req û rût bêgeya û bêdar xuya dibin. Çêlekek bêdeng û aram jî li çiyan dinêre. Ew ziq li aleke sor û di nêvî de hîveke yekşevî û stêrikeke spî û di binî de nivîsa Ne mutlu turkum diyene, temaşe dike. Çi di xeyalê wê çêleka bêdeng de diçe û tê? Em nizanin. Ew çi difikire? Em nizanin. Ji wê alaya Tirkiyeyê re çi dibêje, helwesta wê çi ye? Em pê dernaxin. Ma kengî çêlekan hestên xwe anîne zimên? Li welatekî ku mirov newêrin bi azadî biaxivin û tev bigerin, dê çêlek çi bibêjin?
Lê tiştê ku çêlekê got ji axaftin û gotina gelek kesan û hêz û saziyan girantir û watedartir bû. Çêleka ku guhên xwe ji bayê tozikî yê wan çiyayên bêdeng û bêdar re miç kiribûn, mir. Erê ji kerban mir.
Ev dîmen ji bo min wekî helbesteke şêrîn û pirhest hat. Gelekî tesîr li min kir û min di dilê xwe de got: Xwezî hestên wê çêleka Hiner Salim li piraniya xelkên me yên kêmhest belav bibûya. Wê bi mirina xwe protestoya xwe nîşan da, xwezî yên me jî bi girêdana bi ziman û kultura xwe ve, ne tenê bi hêrs û xirecirê protestoyên xwe nîşan bidin.
Min got ku di fîlm de gelek dîmenên xweşik û bitesîr hene, kêmanî jî helbet hene. Min got jî dê wan ji rexnegirên sînemayê re bihêlim.
***
Dilxwaz, gewherek ji gencîneya Mem û Zînê
22. 05. 2007
Jan Dost
Ji bo min Mem û Zîna Ehmedê Xanî ne tenê manîfestoya welatparêzî û miletperwerî û kurdayetiyê ye. Ew kaniya peyvên resen, fikrên cesûr û asoyên fireh e jî. Ew kana gewherên zimanê me yê ku mixabin em nizanin têde bikolin.
Her ku ez carekê vê şahesera giranbuha dixwînim tiştekî nû tê de kefş dikim û meziniya Xanî bêtir nas dikim.
Di Mem û Zînê de gelek peyv hene divê mirov baş li ber wan raweste û şirove bike. Ez bi xwe digel ku bûye bêtirî 15 salan lêkolînan li ser Mem û Zînê çê dikim hîn jî xwe biçûk dibînim.
Di malika 1691`ê de Xanî li ser zimanê Bekoyê Ewan dibêje:
Şertê xwe ji wî bixwaze Dilxwaz
Dê keşfî bibit heqîqeta raz
Li vir Beko ji mîr Ezdîn re wiha dibêje, ew dixwaze lîstika şetrencê dest pê bibe û bila li ser şertê Dilxwaz were lîstin. Da ku Memo raza dilê xwe muheqqeq ji mîr re bibêje.
Îca Dilxwaz çi ye!!
Di ferhengan de mirov rastî van peyvên kalsîk yên ku wateyên wan ji bîr bûne, nabe, loma jî em mecbûrî nivîsên berê ne ku ronahiyê diavêjin ser. Dilxwaz di wateya xwe ya zimanî de: Xwesteka dil e. Lê ku min wisa şirove kir, dilê min nekete cih. Min dizanibû ku divê wateyeke din hebe. Xanî peyvan wisa beradayî nabêje.
Di pirtûka Mele Mehmûdê Bayezîdî (adat û risûmatnameê Ekradiye) de, Mela Mehmûd dibêje: Bi xeyrî ji wan şetrenc û dame û gustêr, evne jî heyîne. Bi şertekî malûm dilîzin. Û yaxûd nemalûm (Dilxwaz) dilîzin. Her çî kesê ew lîz bir ew her çî ko dilê wî bixwaze distînin. Mesela: Hespêd qenc û tiştêd nadir distînin. Dibe ko di şertê Dilxwaz keçan jî distînin. Xweha wî weya keç a wî distînin. Nikul (vegera ji sozê, gotin erebî ye. J. Dost) di şertê Dilxwazîdanî nabitin. Her çî bixwaze elbette dê bidinê.
Li vir êdî me nas kir mebesta Xanî ji wê gotina Dilxwaz çi ye!
***
Wesiyetnameya Pêşewa Qazî Mihemmed û tacirî!!
Jan Dost
Piştî ku Diyarnameyê wesiyetnameya pêşewayê şehîd weşand, hin refleks û nêrînên cihêreng û ji hev cuda derketin. Ji van hemû refleksên cihêreng, yekê bêhtir bala min kişand ji ber ku di pişt wê de zihniyet û hişmendiya di zenga salan û nezaniyê de mayî, hebû.
Di nêrîna min de weşandina vê wesiyetnameyê bi minasebeta 60 saliya bidarvekirina wan nemirên me li Meydana Çarçira, dilsoziya bi giyanên wan re bû berî ku dilsoziyek bi tarîx û rastiyên tarîxê re be. Ew gotinên wan ên berî mirinê bûn, nivîsên wan bûn, mirovayetiya wan bû. Erê, pêşewa dema behsa mal û milkan dike, wekî insan li ber mirinê ye, rastiya wî ya bêrûpoş, dide ber çavên mirovan. Ew ne xweda bû, lê însan bû, mirovekî ji goşt û hest û hestî bû. Zarokên wî di bala wî de bûn, jina wî ya ku tehlî û şîrîniya jiyanê bi wî re par ve kiribû. Kesên ku dilê wan ji wî mabûn, heta bi kesên ku xizmeta wî kiribûn di malê de, hemû dihatin bîra wî wê şeva tarî!! Di nêrîna min de ev mezinahiya pêşewa li ber çavên me radixîne. Însaniyeta wî ya bêsînor. Li alîyekî din ez dixwazim vê jî bibêjim: Li gor diyanetê wesiyetnivîsîna berî mirinê û beyana mal û milkan wacib û ferz e, Qazî jî dînê xwe ji min û te qenctir dizanibû.
Pêşewa ne bi hewce bû ku wesiyetnameyekê ji gel re binivîsîne û têde şîretan li miletê xwe bike û doza xebatê bike. Pêşewa bi giyanê xwe, bi wê bidarvekirinê û bi rawestandina bêtirs li ber wan werîsan ev weseyita ku hin ji me dixwazin kiribe, kir. Ma şehîdbûna wî ne bes bû qey!!
Dibêjin hûn wî mîna tacirekî derdixin!! Wey!! Yanî ku pêşewa tacir be şerm e!! Aliyekî pêşewa yê hisî jî heye!! Ew bi jina xwe re jî dikete nav nivînan, zarok jî anîn, hez dikir nefret dikir, dikirî, difirot, qels dibû, jar dibû, dixwar û diçû tuwaletan jî!! Mirov bû mirov! Çima em dixwazin tim rêberên xwe bikin pût û bibin pûtperest!!
Du tiştan mala îslamê û misilmanan xera kirin. Yek jê şexsê muqeddes, yanî kesê pîroz (ku pêxember Mihemmed e) ya duyem nessê muqeddes, ango teksta pîroz û bi gotineke din: Qur`an. Misilman niha nikarin van her du pûtan derbas bikin, tevî ku îslam di koka xwe de şoreşek bû li himber pûtperestiyê. Êdî pîroziya tekstê û kes bûye bela serê îslamê û bendek li himber pêşveçûna wê ya nûdem e.
Em ku bi bîr û baweriyên cahilane bifikirin û perdeyan biavêjin ser mejiyê xwe û ser rastiyên dîroka xwe, dê her ku dem pêşve here, bi şûn ve biçin.
Ez jî ji wan kesan ne kêmtir, ji serekên kurdan hez dikim, li ber şehîdbûna wan û zehmetkêşiya wan û jiyana wan a zor di zindana de bi hurmet im. Ji xwe nikarim bêhurmetiyê bikim, ne hedê min e lê tu carî mîna xwedayan nikarim li wan binêrim, ez wan ku ji mirovatiya wan û însaniyeta wan dûr bixim, wê demê li himber wan bêhurmetiyê dikim. Îca ev jî pêşewayê me yê şehîd e. Wî têra xwe ji bo gelê me xebat kir heta serê xwe di vê rêyê de derda, ev tarîx e, ne roman e ku li ber mirinê xeyalekî bi kêfa xwe û zimanekî bi dilê xwe di devê wî de bigerînim. Tarîxa me wilo ye, û lêkolîn te biajon kîjan encamê divê tu qebûl bikî. Niha ku ez bibêjim Şêx Ebdullahê Şemzînî ne tenê ji bo Kurdistaneke serbixwe serî hilda hûnê çi bibêjin? Niha ku bibêjim wî ji ber ku Şahê Qecerî dest danî ser mal û milkê bavê wî Şêx Taha û wî jî dest bi serkêşiyê kir hûnê çi bibêjin?!
***
Îlhamî sîdar û bilûra Mewlana
Jan Dost
Bişno, în ney çon hikayet mîkuned
Ez cudayîha şikayet mîkuned
Her kesî ko dûri mand ez esli xîş
Bazi coyed rozigari wesli xîş.
(Bibihîze, ev bilûr çawa serpêhatiyê dibêje!
Û ji ber veqetîna (ji koka xwe) gilî û gazinan dike
Her kesê ko dûrî eslê xwe çûye
Careke din dixebite da ku lê vegere).
Ji ber ku di nivîsa Îlhamî Sîdar de navê Mewlana dibûre, mîna kesê ku neteweya wan û zimanê nivîsa wan ne yek in, min ev mînak ji pirtûka herî navdar ya Mewlana Celaleddînê Rûmî ku navê wê Mesnewî ye, wergirt. Dibe ku di van her du malikên mewlana de bersiva Îlhamî Sîdar hebe, ger ew bixwaze li bersivan guhdarî bike û guhê xwe ji awazên bilûrê re vekiribin.
Çawa Mewlana tirk e?
Di nivîsa Îlhamî Sîdar de, ev hevoka ecêb!! Derbas dibe:
Di nav deh hezaran beytên Mewlana Celaledinê Rûmî de, beytek tirkî jî tune lê, ew li cem tirkan, tirkekî xwerû ye, çimkî ew Mewlana ye, ew şairê Mesnewiya mezin e.
Bav û diya Mewlana ji Xurasanê bin, yan jî ji şêniyên Qonyayê bin, ne pêwîst e û ne jî qedrê wî pê mezin yan biçûk dibe. Qedrê Mewlana û çi nivîskarekî din be bi zimanê ku pê nivîsîye bilind bûye û hatiye naskirin. Îcar tirk dema wî tirk dibînin, bi mîlyonan kurd jî tirk didîtin. Ma her tiştên ku ew bibêjin rast e? Carnan nijadperestiya di siyasetê de diherike nava wêjeyê jî, îca çiqasî tamsarekî dibe!!
Ev heşt sed sal in ku dîwan û mesnewiyên Mewlana li tevaya cîhana farisî belav dibin û lêkolînên mezin li ser zimanê wî çê dibin. Helebestên wî yên ku hemû bi farisî ne di devê dehan dengbêj û stranvan de bûne stran û wekî xunaviya sibehên biharê dadiwerivin dil û giyanên her kesekî farisîzan di dinyayê de. Her ku rojhilatnasan bixwestana berhemên wî şirove bikirana, mecbûrî fêrbûna zimanê farisî dibûn, û ev jî nuqteyek ji zimanê farisî re dihate tomarkirin. Tu carî esl û regeza Mewlana ya (ku tirk wê xwerû tirk dibînin) nebû sebeb ku yek biçe fêrî zimanê tirkî bibe. Qada lêkolînên li ser zimanê berhemên Mewlana Tehran, Esfehan û Meşhed e, ne Qonya, Enqere û Sêwas e!! Em di qada wêjeyê de digerin, wêje jî zimane berî her tiştî, loma jî esl û binyata nivîskarekî bêqîmet e li ber zimanê nivîs û berhemên wî.
S. Berekat û Y. Kemal û E.Arif û cihê sêyem
Gotûbêja li ser nasnameya wêjeyê û girêdana wê bi nasnameya wêjevan ve, ango bi afirînerê tekstên wêjeyî ve, ne ji niha de ye û dê zû bi zû dawî jî lê neyê û ne tenê li nav kurdan û cîranên wan de bimîne.
Ji berê de hin wêjevan hene ku nivîsên xwe ne bi zimanê dê dinivîsin. Di mêjûya wêjeya erebî de du mînakên mezin hene, yek ji wan Beşar bin Burd e, û yê din jî Ebdullah ibn elMuqefee ye. Ev herdu jî bi koka xwe faris bûn û farisîbûna xwe jî eşkere dikirin, her du jî li ser destên desthilatdarên ereb hatin kuştin. Niha ku behsa wêjeya erebî dibe her du cihekî wan ê bilind heye, ne cihekî sêyem e (ku li ba Î. Sîdar bû girav) ku Helîm Yûsiv ew ji bo qedrê nivîskarên me S. Berekat û Yaşar Kemal û ên mayî jî veqetandibû. Cihê wan li nav sînorê wêjeya ku wan bi zimanê wê nivîsîne û wê her û her jî ew cih be.
Ew cihê sêyem tenê ji bo çend salekî baş e, ji ber ku ev nivîskar mîna wan kesên ku Qur`an behsa wan dike, qencî û xirabiyên wan wekî hev in. Ne xirabiyên wan wana sezayî agirê dojehê dikin, û ne qenciyên wan, bihuştê dikin para wan. Îca qenciya ku Yaşar Kemal û Ahmed Arif bi tirkan û zimanê wan kirine wan derbasî bihuşta tirkan nake ji ber ku (xirabiya) wan, ango regeza wan ya ne tirk jî heye. Selîm Berekat jî eynî bi vî terzî, her çendî wî hefsarê zimanê erebî xistiye destê xwe jî, lê dîsa (xala reş) yanî kurdbûna wî nahêle ku niha bibe rûniştvanê ceneta erebî. Lê ku dem biçe û sedê salan derbas bibin, regeza van nivîskaran tê ji bîrkirin û berhemên wan dê bimînin û dê cihê wan berheman jî pirtûkxaneyên tirkan û ereban be.
Ev yek nayê wê wateyê ku ev nivîskar ne hêjane yan jî berhemên wan qels in!! Ji xwe xurtiya helbest û romanên wan hiştiye ev nîqaş li dar bikevin. Lê di dawiya dawî de ez dikarim wan jî mîna alîkarên asîmîlasyonê bibînim. Naveroka berheman jî bila girêdayî gelê wan be, ev qence lê li vir zimanekî ku tê binpêkirin heye, zimanekî ku li ber xwe dide heye, zimanekî ku nayê pejirandin heye îca ev nivîskar çi ji vî zimanî re dikin?? Ma dikarin bibêjin: Li zimanê xwe xwedî derkevin, li mîrata bav û kalan xwedî derkevin?!
Çawa ku xak têne dagirkirin, wiha jî rih û giyan. Ên ku alîkariya dagirkirina giyanan dikin jî ew nivîskarên navborî ne.
Erê gelek nivîskaran ne bi zimanê dayikê nivîsîne, mîna Franz Kafka û Rilke yên çekî, ku bi almanî nivîsîne, Milan Condera yê çekî ku bi frensî dinivîse, Emîn Melûfê erebê Lubnanî ku bi firensî dinivîse û lîste dirêj dibe. Niha ew ne bi regeza xwe têne naskirin û ne jî ew zor li ser zimanê wan hebû yan jî tirsa têkçûna zimanê wan hebû. Loma jî eger sed nivîskarên ereb bi tirkî jî binivîsin, ne xema zimanê erebî ye, ji ber ku ew zimanekî xwegirtî û bi bingeheke xurt e!! Lê zimanê kurdî ku çend siwarin di meydaneke mezin de toz bi ser xwe xistine, dê çi bikin li himber hezaran siwar!!
Ku mirov tenê ji bo kurdîtiya regeza Selîm Berkat û Yaşar Kemal û xeyrî wan pesnê wan bide û xwe bibîne Gundîtî ye. Eynî wekî gundiyekî feqîr û xizan ku xwe bi maldariya merivekî xwe yê bajarvanî bibîne bêyî ku pereyek bi dest wî bikeve.
Madem ku pirs pirsa wêjeyê ye, ziman bingeh e, ne bav û dêyên nivîskarên me. Ma ne Îlhamî Sîdar bi xwe dibêje, dê tarîx wan bi berhemên wan binirxîne!! Yanî ne bi nijada wan!
Bila ev nivîskar di ber neteweya xwe de têkoşînê bikin, her bijî ji wan re. Bila di berhemên xwe de jî behsa serpêhatî û trajediya gelê xwe bikin, dîsa her bijîn. Lê ev yek bêminnetî ye. Bes ku nivîskarekî kurd bi kurdî binivîse bila xebata wî ya neteweyî (li gor têgeha teng ji neteweperestiyê re) nebe jî, bila mijarên nivîsên wî çi bin, dixwazî bila li ser Mikî Maws bin, kurd dê deyndarê wî bin û dê heta kurd hebin berhema wî jî hebe, lê bi şertê asta bilind ya berhemê ne bi şertê mijarên berhemê yan jî xebata wî ya siyasî.
Ma rast zimanê me yê kurdî seqet e?
Îlhamî Sîdar, da ku xwe ji gunehê xwe û hevalên xwe bişo, zixtekê di bin re li zimanê kurdî jî dixe û dibêje ku ew lalikî û nizanim çawa ye!! Ji xwe diviyabû ku ew destnîşan bike bê ka qala kîjan berhema kurdî dike!! Qala kîjan nivîskarî dike? Wî wekî mînak navê Ehmedê Xanî û Cizîrî û Feqîyê Teyran jî aniye. Di baweriya min de zimanê van şemalên wêjeya kurdî ne ew zimanê pêşketî ye, zimanê niha, kurdiya Modern ya ji Hawarê û vir de (em tenê behsa kurmancî dikin) bi gelekî ji yê Xanî û Cizîrî û Teyran bi pêşdetir e. Ji xwe mûcizeya zimanê kurdî ev e! Ew tevî ku bi sedan sal werîsên lê şidandî, û dorgirtin û çewisandin û binpêkirin û qedexekirin û nefermîtî li ser nigan maye. Ew zimanê ku di bin siya lûleyên tivingan de pê hatiye nivîsandin, û bi xameyên nivîskarên me yên ku gotina aferîn û spas jî nedibihîstin hatiye parastin, û berhemên giranbuha pê derketine, hêjayî ku lêkolînên berfireh li ser çêbibin û bê xuyakirin ka çawa dikaribû vê berxwedanê bike?! Kîjan hêzê ew vê dema dirêj parast!! Nabêjim ku zimanê me bê kêmanî ye, helbet astengî hene, helbet seqetî li vir û li wir peyda dibe, helbet berhemên qels jî (wekî li ba her miletî) hene, lê dîsa jî ku bi zimanên din re muqayese bibe, dê bê naskirin ka çendî ev ziman xurt e û xwedan hêzeke efsaneyî ye!
Hişbin, dengê xwe bibirin
Xwekêmbînî ku dikeve xûnê, zû bi zû nayête der. Dermanê wê zor e. Mensûrê Hellac dibêje: Ku bela li evdekî xwedê didome, evd hogirî wê belayê dibe.
Xuyaye hinin ji me jî hogirî belaya asîmîlasyonê bûne û bi wan xweş hatiye. Yan jî mîna wî rebenê cendirmeyê ku ji bo vegera malê destûra wî demeke dirêj nehatibû dan. Lê dawî destûr ji bo çend rojan wergirt. Îcar her sibe ji xew radibû û bêhemdê xwe diçû ber deriyê qereqolê disekinî!
De hûn jî, ji ber derê qereqola (zimanê zirbavê) werin û (hiş bin dengê xwe bibirin) û li bilûra Mewlana guhdarî bikin.
Têbiniya Diyarnameyê: Her roja çarşemî nivîsa nû ya nivîskarê me Jan Dost tê weşandin. Lê vê hefteyê ji ber mijara wî ya li ser nîqaşa germ û ya rojevî, em rojek berî roja xwe nivîsa wî çap dikin.
***
Bêjing û zenberekên seydayê Bozarslan
Jan Dost
Keda ku seydayê M.Emîn Bozarslan ji berî çil salî de daye, bêguman kedeke hêja û nirxbilind û cihê serbilindîyê ye. Wî, dema ku Mem û Zîna Ehmedê Xanî bi tirkî wergerand, kesî newêrîbû bibêje ez kurd im.
Dilêriyeke bêsînor di vê xebata wî de hebû, ji ber ku teksta Mem û Zînê teksteke hem ji têgihîştina me ya hemdem re zor e, hem jî li welatekî mîna Tirkiyê (Tirkiyeya dawiya salên şêstî) qedexe bû.
Lê mixabin di vî karê Bozerslanê hêja de hinek qelsiyan cihên xwe xweş kirin û dîsa mixabin ku hemû çewtiyên seyda bûne bingeh û şiroveyên wî yên şaş bûne rastek û peyvên Mem û Zînê li bakurî Kurdistanê pê hatin pîvan.
Di vê nivîsa xwe de tenê dê sê mînakan (jimara mînakan pirr e ev quncik têra me nake) bînim ziman.
1- mîter, Camî, Nizamî
Di malika 257’an de Xanî li ser bêrewaciya zanîn û hunerê dibêje:
Kes nakite Mêterê xwe Camî
Ranagiritin kesek Nizamî
Seydayê Bozarslan wiha şirove dike vê malikê:
mîter: ronahî, roj; yanî kesekî ilmê ku wek camê ye ji xwe ra nake roj û li pey ronahiya wî naçe!! (r.64. çapa sêyem . HASAT yayinlari. Istanbul 1990) û malikê wiha werdigerîne:
kimse o kadehi kendine işik öncüsü yapmaz
kimse düzene girmeye yanaşmaz.
Li vir, peyv li ba seyda tevlihev bûne, ji wî we ye ku mîter, ji Mîtra hatiye. Wateya Mîtra roj e, û Mîtraism jî ola rojperestiyê ya kevnare ye. Lê mebesta Xanî ji peyva mêter, Mihter ango sayisê hespan û xizmetkarê wan e. Camî jî ku helbestvanekî farisî ye (1414-1492), li ba seyda bûye cam ango peyale!! Her wiha Nizamî (1135-1217) ku helbestvanekî binyadkurdî Îranê ye, wekî peyveke erebî jimartiye (nîzam: rêkûpêkî, qanûn û sistem e, bi tirkî : düzen!!)
Mebest a Xanî ew e, ku bazara zanîn û wêjeyê şikestiye, kes Camî nake sayisê hespên xwe û qedrê Nizamî jî kesek nagre û wî qebûl nake.
2- zenberî:
Di malika 1333’an de Xanî li ser zimanê Memê dibêje:
Dîwane me, min perî bi derda
Ez Dicle me, Zenberî me berda
Seyda di şirovekirina peyva Zenberî de wiha dinivîse:
zenber: em rastê mana kelîmê ne hatin. Qey zembereke (r.254 jêdera berê). Û di wergerandinê de jî wiha dinivîse:
Dicleyim ben, zenbereği bıraktim!!!!(r.255 jêdera berê).
Di vir de yek mat dimîne! Gelo yanî çawa Dicle ku çemeke dev ji zenberekê ber dide? Ma qey Dicle saetek e ku zenbereka wê bifilite?!
Bi vegera li ferhengan tê zanîn ku Zenberî cureyek ji cureyên gemiyên mezin e. Û li vir, ji xwe dê mentiq û atmosfera mailkên xanî roniyê bihavêjin ser quncikên tarî yên di zimanê Mem û Zînê de. Xanî dibêje ez bûme mîna Dicle, gava ku pêlan vedide û gemiyên mîna Zenberî dide berxwe. Mixabin ev şaşiya han nêzîka çil salî dirêj kir û heta di pirtûka H.Mem de (Mamosteyê Sêyemîn Xanî. Ji Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê. 2004) cihê xwe dît û wekî xwe ma. Di rûpela 360’î de H.Mem wê malika navborî wisa şirove dike: Ez dîwaneyekî wisa me ku zenbereka wî sist bûye.!!!!
3- Bêjen:
Di malika 1373’yan de dîsa Xanî li ser zimanê Memê dibêje:
Ev bilbilê can di mehbesa ten
Maye bi tenê misalê Bêjen
Seyda wergerandina misra`a duyem wiha dinivîse:
Kalmış yalnız, kalbur gibi delik deşik!!(r.265 jêdera berê)
Û di ferhenga pêvek de ku li dawiya pirtûka wî hatiye, dîsa wateya Bêjen dubare wekî ku bêjing be dinivîse:
Bêjen: bêjing (kalbur)!!!(r.497 jêdera berê).
Ez bi xwe nizanim bêjing çawa bi tenê dimînin!! Yanî tenêtiya bêjingan di pêvajoya mêjûya wêjeyê tevî de bi ber çavên min neketiye! Xanî mirovekî şair û hestên wî gelekî tenik bûn, xeyalê wî jî xeyalekî vêketî û germ bû, ne mimkûn bû ku can û giyanan bişibihîne bêjingan!! Îcar divayabû haya seyda ji wêjeya farisî jî hebûya ku bersiva gelek pirsên di Mem û Zînê de têne bala mirov di xwe de diguncîne. Bêjen bi xwe kurê Gêw e, ew diçe nêçîrê û dil dikeve Menîje keça Afrasyabê. Dema ku Afrasyab pê dihese Bêjen dihavêje binê bîrekê û ew bîr dibe zindana wî. Piştî ku Gêw li serpêhartiya kurê xwe haydar dibe, Rustemê Zal dişîne welatê Afrasyab da ku Bêjen rizgar bike. Rustem herdu evîndaran jî rizgar dike û vedigere. Ev çîrok jî di Şahnameya Firdewsî de heye.
Mem û zîn teksteke girtî û asê ye, kilîta wê ne tenê ferheng in, lê wêjeyên rojhilatê hemû ne. Pirtûkên dîn, felsefe, mentiq, astronomî, muzîkê, û tefsîrên Quranê jî ne. Bi kurtî hemû beşên zanînên klasîkî dibinalîkar û rehber ji bo zelalkirina vê zeksta giranbuha.
***
Serê keçel û kumê xwendevanên Diyarnameyê
Jan Dost
Di nav me kurdan de metelokek heye dibêje: Bila serê keçel di bin kum de be. Ev metelok rewşa rexneyê li civaka me bi kurtî dibêje.
Ew dibêje ku bila eybên me, kêmaniyên me, her û her veşartî bimînin û em çavên xwe jê bigirin!! Ez bi xwe naxwazim tu kuman bidim serê tu keçelî. Beravajî vê yekê hewl didim ku çi keçel hebe kum ji serê wî bikim û bila keçeliya wî di rojê de bibiriqîne. Çavên me jê biêşin jî xem nake.
Piştî rexneyên min yên derbarî birêz Selîm Temo û mijara hezar peyvên di romanên Mehmed Uzun de û nivîsa min ya li ser diziya Şivan Perwer hin email ji min re hatin. Xwediyên wan emailan bi xwe jî rexne li min dikirin ku çima ez wisa van tiştan dinivîsim!! Yekî nivîsî bû ku: “Mehmed Uzun nexweş e, û ne layiq e rexne bi vî rengî bin.”
Yekî jî nivîsî bû ku Jan Dost êdî biografiya xwe dinivîse!!
Yanî dema ez bibêjim Şivan dizê stranan e, ez kufir dibim û ji dînê (kurdayetiyê) derdikevim. Hinan jî nivîsîbûn ku ez xelkê diêşînim, şêweyê rexneyên min gelekî tûj û zivêr e!!
Ji van xwendevanan hemûyna re dibêjim: Ez kuman ji serê keçelan didim alî. Ji hundir de civaka xwe, dîroka xwe, wêjeya xwe û xwe jî tev li wan rexne dikim. Bi vî karê han, ez di warê rexneyê de dilêriya windayî vedigerînim. Dixwazim şopa Xanî biajom û banên me yên derizî û qelişî bi gundor û bangeran rast bikim ji bo di bin dilopan de nejîm.
Ez dizanim ku rexne wekî kêrê ye, tûj e. Lê ew kêra cerahan e, ne ya qesaban e.
Bêdengî ya ku ji me tê xwestin xiyaneta bi wêjeyê re ye, xiyaneta bi dîrok û civakê re ye û berî her tiştî xiyaneta bi wezîfeya rewşenbîriyê re ye.
Na xwendevano na, hêviya tu kuman ji min neke, û nebêje min serê keçel di bin kum de bihêle. Em divê keçeliyê bi şêweyekî din derman bikin. Berê ka em mikur werin ku em ne civakeke bêqisûr in. Hezar û hezar qisûrên me hene ku bi sedê salan e me xwe li ser wan kerrr kiriye û me ew bincil kirine. Dibe ku di siyaset û dîn de em ne ewqasî cegermend û dilêr bin, de bihêlin em di warê wêjeyê de hinekî bi ceger bin lo!!
Jêrenot:
Berî du salan min xwest ez nivîsekê li ser sersariya Enstîtuyeke Kurdî di malpereke nûzayî de binivîsim, xwediyê malperê got: Na lo na, em naxwazin malper bibe cihê polemîkan!! Îca li ba me kurdan rastgoyî û destnîşankirina kêmasiyan û rexnekirina kesekî yan saziyekê P.O.L.E.M.Î.K.e!!
***
Şivan Perwer strana min dizî!
Jan Dost
Gulistan Perwer li min geriya, straneke ji min xwest. Min gotinên stranê nivîsî û dayê. Kaseta Gulistan derket, ew çi ye? Li bin gotinên strana min navê Şivan Perwer nivîsandiye. Ez şaş bû. Vaye stran û çîroka vê meseleyê:
Ez hîn li welêt bûm, êvarekê stranbêj Gulistan Perwer ji Swêdê telefonî min kir û piştî pirsîna hal û demê got ku ew li teksta stranekê der barê dayikên şehîdan de digere. Û wê melodiya stranê jî li ser telefonê da min. Min jî, ji bo ku melodî tim di hişê min de be û ez gorî wê gotinan binivîsim, min teyba xwe anî û ew melodî û pêre jî axaftina xwe û Gulistanê lê tomar kir. (Hîn jî ew kaset li ba min e).
Bi rastî kêfa min gelekî dihat. Min hiş û xeyalên xwe guvaştin û mehek bi ser re neçû min tekst amade kir û bi rêya posteyê şand.
Ez li hêviya derketina kaseta nû bûm û pê re jî li hêviya strana xwe bûm ku min ji hin dostên xwe yên nêzîk re gotibû ku min stranek daye Gulistanê û dê di kaseta wê ya nû de cih bigire. Lê çi bû??
Piştî demekê kaset derket û deng li sûka Kobanîyê bilind bû û strana min “Can can” dihate pêşkêşkirin. Ez bi kêf çûm ba kasetfiroşekî dostê xwe û min gotê ‘Ka hela kaseta Gulistan a nû bide min!’ Min kaset girt, bi meraqeke mezin li navê stran û tekst û nivîskarên wan nihêrî, çavên min hatin ku derkevin.
Wey ev çi bû!!
Min ji çavên xwe bawer nekirin!
Navê Şivan Perwer di bin strana min de bû, wekî ku ew nivîskarê wan gotinên min e!!
Ez gelekî li ber xwe ketim, dostên min ên min ji wan re gotibû ev strana min e êdî bi şik û guman li min dinêrîn! Her çendî min ew axaftina ku min û Gulistanê kiribû bi wan dida guhdarîkirin jî dîsa di gumanê de bûn.
Min di dilê xwe de got, “Herhal şaşiyek çêbûye.” Lê min nedikarî xwe bigihînim Gulistanê.(Piraniya awazên wê kasetê jî yên Zahid Birîfkanî bûn, ku Şivan ew jî kirine yên xwe).
Dema CD jî derket, dîsa ew tas û ew hemam bû, dîsa navê Şivan Perwer di binê strana min de bû.
Di dilê min de darên baweriyê şikestin. Wê demê min daxuyanîyek amade kir û şande rojnameya Welatê Me ya ku li Stenbolê derdiket, lê yekî ji edîtoriyê (navê wî nayê bîra min, dibe ku Samî Tan be) got: “Jan, vê meseleyê tev nede, ne lazim e.” Û daxuyaniya min derneket.
Dema ez hatim Ewropa, min Gulistan li Medya TV’yê dît û min gazinên xwe pê kirin. Ciwanikê xwe bêrî kir û got, “Mafê te ye, lê Şivan wisa xwest û wisa kir!!! Wî nexwest navê te li bin hebe!!!” (Dibêjin klîpa stranê niha ku derdikeve navê Jan Dost wekî dahênerê tekstê di binî de heye, lê min nedîtiye).
Ev yek di baweriya min de hîç ne layiqê kesekî mîna Şivan Perwer bû, ew hunermendê ku bûbû dengê gelê me û qaşo di ber mafê gel de kedek dabû û diqîriya ji bo mafên me hemûyan!!
Çawa li xwe danî teksta yekî din bike ya xwe?
Çawa ceger kir û ew destdirêjiya han kir?
Çawa ew mafê min xwar?
Ma ne diviya bû ku bi kêmanî spasiya min bikira û (padaş) jî dabûya min? Çavên min ne li pûl û pereyan bûn. Çavên min tenê li kêmtirîn maf bû ku navê min li binê teksta min hatibûya nivîsandin!!
Niha jî Şivan Perwer diçe û tê daxuyaniyan derdixîne û çep û rast bi vî û wî vedide û xwe mîna têkoşerekî dide xuyakirin.
Gelo mirovekî ku mafekî wisa biçûk bixwe, çawa dikare bibe berdevkê mafê miletekî mezin!!! Ew û hûn xwendevanên hêja, dikarin bersivekê bidin.
Ez îro vê çima tînim ziman? Ez vê bêjim: Ez ku naxwazim kes heqê kesî bixwe, kes keda kesî bixwe, ez naxwazim kes heq û keda min jî bixwe. Ji ber vê meseleyê qet dilê min nerehet bû, ji ber ku heqê min hatibû xwarin. Min xwest vê neheqiyê bi we re par ve bikim.
Jêrenot: Şivan Perwer sala 1995’an yan 96’an teksta stranekê li ser Kobanî ji min xwest. Wî digot, “Ez dikim kasetekê li ser bajarên Kurdistanê derxim.” Min jî soz dayê. Lê pişt re min got: “Ma ez dê çi li ser vî bajarî binivîsim!!” Û min di quncikê xwe yê Welatê Me de nivîsek bi sernavê “Ez û Şivan Perwer û Kobanî weşand” û tê de got ku ew bajar ne layiqî nivîsê ye!! Ji xwe bû nakokiyeke mezin di navbera min û xelkê bajêr de. (Niha jî di agirê bêrîkirina wî bajarî de disojim.)
***
Tenê di ferhengekê de bîst ji sedî derketin!!
Jan Dost
Min ev bîst peyvên li jêr, ji lîsteya birêz Selîm Temo ya ku di Diyarnameyê de hate belavkirin, hilbijartin û tenê di ferhengekê de li wan geriyam tevî ku min wateyên nîvê wan jî zanîbûn
Ew ferheng jî ferhenga Elî Seydo Gewranî (ferhenga Kurdî Nûjen. Kurdî/Erebî) ye ku li Emmanê paytexta Urdunê sala 1985’an çap û belav bûye. Hin peyv jî min di elhediyye elhemîdiyye de ya Yûsiv Diyaeddîn Paşa û Henbane Borîne ya Mamoste Hejar û ya Jîn de dîtin lê min ew nenivîsîn û min got: Ji bo rastiyê ev bîst peyv û ev ferheng tenê besin. (ew peyv jî ev in: alega, bûrberrik, bêrê, cêrî, cobir, çarpê, celab, garisî, ferxecewr, helsor, kevûk) ji bo hinek peyvên (ya rast bihevxistin û terkîbên) birêz Temo anîne jî (ku jimara wan di lîsteya wî de bêtirî 30 sî hebî ne) mîna: dêqehp, devhesp, dilronî, karên nehênî, malraxistin, kurtqusiyayî û ên din, dikarim bibêjim ku ev ne peyv in bi serê xwe ne, yanî ew bihevxistina ji du peyvên ku berê di ferhengan de hene. Zimanzan bêtir dikarin vê yekê ji hev derxin ka gelo ew peyv têne jimar yan na!! Û tarîfa Peyv, Wişe, Kelime, Söz ji xwe xuyaye!! Tevî wilo jî dê hinekê wan di ferhengên li ba min de hebin!!
Vaye ji sed peyvî, nêzîka ribê wan di ferhengekê tenê de derket, îca ku ez di xwe re bibînim û wan deh ferhengên mayî jî li ber xwe deynim.!! Û zanyarên me yên mîna Zana Farqînî li Stenbolê jî ferhenga xwe û yên din jî ferhengên xwe li ber xwe deynin!! Wê çend ji wan (nêzîka hezar 1000 peyvên ne di tu ferhengan de) bimînin??
Ez dixwazim vê jî bibêjim: Mimkûn e gelek peyvên ku birêz S.Temo û ez û xeyrî min jî di ferhengan de nebînin, di berhemên nivîskarên berî M.Uzun de hebin, wekî dîwanên Cizîrî, Cegerxwîn, nivîsên di Hawarê de û her wiha. Ew jî dîsa milkê ferhengên kurdî ne, em wan berheman jî mîna ferheng dijimêrin.
Her wiha dibe ku hin peyv di redektekirinê de jî bi çewtî hatibin nivîsîn, yan jî M. Uzun bi xwe ew şaş bi kar anîbin, ev îca meseleyeke din e. (mînak: fehîdkar: wisa hatiye, nizanim devoka M.Uzun e yan wî xelet danîye? Fedîkar, fihêtkar heye, lê fehîdkar!! Mimkûn e li deverekê wisa dibêjin. Her wisa Kevûk: kevok e yan? Û wisa jî kavcal: kevcal, kevjal, kêvcal e yan wateyeke wê ya din heye!!).
Min ji birêz S. Temo re jî gotiye: Ez kurê çandeke wisa me ku min rexne di quncikê xwe yê Welatê me de, li bavê xwe jî kirine. Her wiha kurê çandeke wisa me ku dikarim bi roj rexneyan li te bikim û bi şev jî meyê bi te re li meyxaneyê vexwim û bibe tiqtiqa kenê me jî. Em ne li pey hev û behaneyan in, em ji bo zimanê xwe, ji bo wêjeya xwe ya ku binpê bûbû û hîn jî binpê dibe xebatê dikin, îca divê em bi xwe jî wêjeya xwe binpê nekin û rexneyên hev çiqasî tûj bin jî bipejirînin. Ev meseleya me ku wilo teqiya jî çîroka beq û çûkê tîne bîra min. ez dê wê jî di quncikê heftiya di pêşiya me de bibêjim.
Lîsteya peyvan û wateyên wan:
Dijberî: berxwedan.(ew bi xwe bi wateya dijminatî jî tê bi karanîn.J.D)
Girane: grane: kesê keçel, di zaravayê Bedînan de
Girs: mezin, stûr
Gulmêw: geyayeke tê xwarin
Hefrî: cûreyek masî ye
Heste: kevirê ku pê agir vêdikeve dema di hev tê dan (kevrê heste)
Heşînok: cûreyek masî ye
Hewa: ba (ev peyv maneyên wê yên din jî hene, niaznim ka Uzun bi kîjan wateyê bi kar aniye)
Hûlîlk: teyrê baz
Jûr: tirîyê nestewîyayî û tirş, qorix, hisrim
Kab: kabên ku ji payên pez dibin û zarok pê dilîzin, her weha ji çogê (kabokê) re jî tê gotin.
Kewandî: bi agir kewandî û daxkirî
Koşek: koşik: firaxeke ku avê tê de datînin.
Kud: meş (ev me ji ferhenag Mihemed Cemîlê Seyda Jîn derxist).
Kurdunde: kesê ku xelefa wî ji zarokan tune( kordunde jî dibêjin)
Lojin: di Henbane Borîne de tê wateya dûkêş. Li ba Gewranî jî Lojîn e, bi wateya koma kayê yan qirşikan.
Mak: aso, şah û mezina mêşên hingiv, cûreyek masî ye, dayik, zevîyê bergir û baş, kok û esil.
Max: qatek ji malê, erdê di navbera du giran de. Û li ba M.Cemîlê Seyda: navbera du beştên di binban de.
Mêkew: kewa mê
Meretest: cûreyekî masîya ye.
***
Problema Selîm Temo ya bi hejmaran re
Jan Dost
Ev e rexne!! Ava rawestiyayî di golên mejî û civakê de diçelqîne,tenûran germ dike û berî her tiştî rûpoşê ji ser rûyê rastiyê yan jî nerastiyê hiltîne. Min di quncikê xwe yê di Diyarnameyê de, li ser îddiayeke birêz Selîm Temo çend xêz nivîsîn. Wî jî bersiva xwe nivîsî û di berê de pirsî ka çima ez li ``ya rast`` negeriyame?
Ji xwe ya rast di nûçeya Diyarnameyê de min xwend, her wiha birêz S.Temo jî di bersiva xwe de dubare kir.
Di bersiva xwe de birêz Temo wekî siyasetvanên ku şev û roj li vir û li wir gotinan çep û rast dibêjin û ji bîr dikin çi gotine, lê gava rojnamevanek tê û di medyayê de gotineke wan ya ne li gora dilê wan be, yan jî dê teşqele û serêşî jê werin belav dike, ew siyasetvan radibe û dibêje: weyyy!! Şaş fam kirine, mebesta min ne wisa bû. Û radibe bi hezar haweyî şirove û wate ne nû ji gotina xwe re dibîne.
Birêz Selîm Temo gotineke wekî deqa rojê di nîvê nîvroyeke havînê de eşkere gotiye. Min jî di nivîsa xwe de matmayîna xwe da xuyakirin. Hîn jî matmayî me û dipirsim û mereq dikim ka gelo ew hezar peyvên ku ``di tu ferhengan de nîn in``, çi ne? Birêz Temo wekî ku bixwaze xwe ji wê îddîaya xwe ya ecêb bişo dibêje: Ew jêrenotek bû!! Keko wele ew jêrenot be yan jorenot be, peyva te ye!! Ma ku zarokekî mirov seqet be qey ne zarokê mirov e!!
Mirov nikare zû bi zû xwe ji xwedîtiya peyvên xwe bişo, ev siyasetvan ku wisa dikin, di xeleka diplomasiyetê de tê qebûl kirtin. Ew naxwazin bi peyva siyasetvanekî têkilîyên dewletan hilweşînin. Lê di wêjeyê de ne wisa ye. Gotina mirov ya çewt dibe bela serê mirov heta mirov jê vegere.
Birêz Temo dibêje ku ez li pey nûçeyê diçim!! Ji xwe ez dê li pey biçim û bihêlim ku xwendevanên kurmancî jî hemî li pey biçin. Erê gotin biçûk xuya dike û diviyabû (derbas bûya) wekî ku ew dixwaze. lê na!! dema ku em zend û bendên xwe bi hevîr mezin bikin çû!! Em rastiya xwe bibêjin ji bo me jî ji bo xelkê jî baştir e, em rastriya xwe nebêjin û nizanibin û bi xwe û xeyrî xwe bikenin, dê her û her li paşiya kerwanê pêşveçûnê bin.
Birêz Temo di bersiva xwe de hijmara ferhengên ku min di quncikê xwe de anîne ziman jî bi zanebûn kêm dike, min qala 11 (yazdeh) ferhengên zimanê kurdî kiribû û gotibû bila xwendevan herin hinekî xwe biwestîninû di înternetê de bigerin bê ka çi lîsteyeke dirêj bi dest dixin. Lê Birêz Temo dibêje ku (Jan Dost qala 4-5 ferhengan dike)!! Ez bawerim problemeke wî bi hejmaran re heye, li wir peyvên ``ne di tu ferhengan de`` kirin nêzîka hezarî û ez bawerim dê ne wisa be, û li vir ferhengên ku ez çêrî wan bûme, ji 11 daxistin çar pêncekan!!!
Lê dem ew hinekî bi şûn de diçe mirov dizane ku êdî rastiyek serê xwe hildide, birêz Temo dibêje: Divê min bi vî awayî nerm bikira: "Nêzî hezar peyv hene ku di ferhengên ku li Bakur weşiyane de bi cîh nebûne".
Wisa bi rastî jî dê bihata qebûlkirin, lê mimkûn e zanayên ku li bakur dijîn qebûl nekirana, ji xwe nekirine jî. Vaye birêz Hasan Kaya di quncika xwe ya di Netkurdê de BÎR dibêje:
(Weşanxaneya Îthakî ji min tika kir, di sala 2005’an de, min sê romanên Uzun redekte kirin. "Mirina Kalekî Rind", "Siya Evînê" û "Tu". Yanî min her sê roman kite bi kite xwendin. Nabêjim ku hema çend peyvên hevedudanî Uzun li ferhenga kurdî zêde nekirine. Lê ger bîra min baş be û zindî be; bi gumana min hejmara wan peyvên ku beriya Uzun min ew nedîtibin nagihîje deh peyvan.)
Dawî birêz Selîm Temo ji gotinên xwe yên di pêşiya nivîsa xwe de gotibûn, poşman dibe û vedigere. Berê got: We xêre hûn didin pey jêrenotekê û nûçeyekê! Ango de derbas bikin ha! Piştre dibêje: Îddiaya min di cih de ye!!
Ez bi xwe hêvî dikim ku ew di cih de be. Wekî min got, ew dê xizmeteke mezin be ji wêjeya kurdî re, em wisa dikarin xwe tetmîn bikin û zengîniya zimanê xwe û zimanê nivîskarên xwe bê dudilî bibêjin.
Ez dixwazim vê jî bibêjim: gava em van mijaran tev didin, mebesat me tenê ew e, ku wêjeya me bi pêş ve he, wêje ya ku em hemû xwediyên wê ne û ne milkê kesekî tenê ye.
Heta ew sed peyvên em çav li rêya wan in derkevin û belav bibin. Gotineke me ya din jî heye.
***
Selîm Temo dikare 100 peyvî pêşkêş bike
Jan Dost
Di nûçeya Diyarnameyê de, ya li ser konfransa Mehmed Uzun de, gotina wergêrê wî Selîm Temo bêhtir bala min kişand. Wî gotibû ku, Peyvên ku di pirtûkên Mehmed Uzun de hene û di tu ferhengê de nehatine bi cih kirin nêzî hezar hebî ne!!
Ev yek di nerîna min de tê wateya ku birêz S. Temo hemû ferhengên zimanê Kurdî xwendine, ango ji Nûbihara Ehmedê Xanî de pê bikeve, heta ferhenga Ehmedî ya Marifê Nodeyî, û heta ferhenga Elhediyye Elhemîdiyye ya Yûsiv paşa, û ferhenga Bedayiulluxe ya Elî Ekber û ferhenga Xal ya şêx Mihemedê Xal ku çil hezar peyvin û ferhenga Cegerxwîn û ya Qazî û ya Henbane Borîne ku mamosta Hejar nivîsiye û Ferhenga Kurdî ya nûjen ya Elî Seydo Gewranî û ferhenga Jîn ya Mihemed Cemîlê Seyda û ferhenga Kurdistan ya Gêw Mukriyanî.
Ji bo ez serê we bêhtir neêşînim hûn dikarin di internetê de li ferhengên kurdî bigerin û lîsteyeke dirêj bi dest bixin.
Îcar eger birêz Selîm Temo ew ferheng hemû xwendibin û peyvên ku Mehmed Uzun bikaranîne têde nedîtibin, mafê wî heye wê gotina xwe ya balkêş bibêje. Lê ku hemî nexwendibin ne ji mafê wî ye bi me û bi xwe û xwendevanên zimanê kurdî bikene.
Hezar peyvên kurmancî/ Kurdî bi xwe ne hindik in. Ku mirov wan li heft romanên hêja Mihemed Uzun par ve bike dê para her romanekê bêtirî sed û sî peyvî be. Lê pirseke biçûk dixwazim bikim, hema ji wan hezar peyvan em çav li rêya sedî bi tenê ne, yanî ji sedî dehên wan, ku birêz Selîm Temo ji me re biweşîne dê xizmetek mezin be ji bo wêjeya kurdî.
***
Los û Koçeriya peyvekê
Jan Dost
Di her zimanekî de, peyvin hene ji cih û warên xwe yên resen koçber dibin û diçin cihê xwe li welatekî din, di nav milletekî din de xweş dikin.
Bêguman ev koçberî di demên berê de di rêya koçberbûna mirovan û êlan re dibû. Niha koçberbûna pevekê hêsantir û bi leztir bûye.
Fersendên ku medyaya vê dema me ya elektronîkî ji peyvan re amade kirine, dihêlin ku peyvek di rojekê de yan jî tew di kêlîkekê de xwe bigihîne deverin gelekî dûr û bikevin rojevê û cihên xwe di ferhengan de jî bibînin.
Peyva (los) nimûneyeke berbiçav e ji wan peyvên ku ew jî mîna mirovan koçber dibin.
Li Kobanî, başûrê rojavayê Kurdistanê peyvaa los wekî pêkenandin û fen û hîle tê bikaranîn. Ji kesê hîlebaz re jî dibêjin losçî. Ew peyv di zaravayên Cizîrê û Efrînê de nîn e, li gor lêkolînên min tenê li ba êlên Berazan ku li Kobanî niştecih in heye. De ka ev peyv ji ku hat û çawa bû mêvanê ferhenga kurdî û kete ser zimanê Berazan!!
Di ferhenga Bedayiulluxe ya Elî Ekber Kurdistanî de, ku yekemîn ferhenga Kurdî/Farisî ye, peyva los tê wateya hîlekariya di sazkirina kafûr de (kafûr ji darekê çêdibe û wekî derman tê bikaranîn). Her wiha di farisî de (los û losîden) tê wateya hîlekarî û xapandinê.
Li vir ferheng bersivê nadin ka çawa ew peyv hatiye Sine, ku bajarê Elî Ekber xwediyê ferhengê bû... Îcar pirtûkên dîrokî hinekî ronahiyê diavêjin ser vê yeka han.
Di pirtûka Hedîqeê Nasiriye (ku ew jî berhema Elî Ekber e) tê nivîsîn ku Tîmûrleng sê hezar kes ji êla Berazan bi serokatiya Keya Salih ji welatê osmanîyan anîne rojhilata Kurdistanê û ew li wan deveran heta Merîwanê bi cih kirine.
Elî Ekber dibêje ku ev Berazî xurt û dilêr bûn lê dawiyê tar û mar bûn û her yek bi deverekê de çû û parek ji wan vegeriyan welatê xwe!
Di vir de mirov encamekê bi dest dixe ku ew beraziyên ku vegeriyan peyva (los) jî bi xwe re anîn.
***
Daxuyanî ji nivîskar Jan Dost: Weşangerî yan qorsanî?
Reşemiya sala 2003 an romana min ya bi navê Mijabad ji hêla weşanxaneya Belkî yê hate weşandin. Di wê demê de min nerazîbûna xwe li ser pêlîstina zimanê romanê, her weha naverokê û guhertina hin tiştan tê de ku tenê li gor kêfa dilê weşanger û nezaniya wî bû, eşkera kiribû. Lê ji ber ku weşanger weke qorsanan tev geriya guh neda vê nerazîbûna min û pirtûk daxiste bazarê. Lê min dîsa jî çavên xwe jê girtin û xwezîya qehra xwe daqurtand û heta li ser kontoyê wî du sed yoro( 200 Euro) hatin rêkirin li himber 40 nusxeyên ku wî bi rêya postê ji min re şandibûn.( pelika ku isbata shandina pereyan hîn li ba min e).
Li alîyekî din weşanger her ku çû dûrî exlaqên mirovan jî çû û nameyên ku min jê re dihinartin hemû bê bersiv hiştin, li dawîyê jî di emailekê de nivîsî ku, ji ber kêmfirotina pirtûkê tu yê bêbersiv bimînî!! Ev yek bi xwe jî ne rast bû, ji ber ku min weke buhurî du sed yoro jê re shandin, her weha xwediyê pirtûkxanrya Medyayê li Stembolê got ku wî bêtirî sed hijmarî firotiye, her wehe di internetê de belav bûbû ku ji pirtûkên herî zêde têne firotin Mijabad e! min dîsa email shandin, dîsa jî bersiv nedihat weke ku mirov dijminê hev be, lê di bawerîya min d eheta dijminên hev jî nameyên hev bê bersiv nahêlin. Dawîyê emaileke weke kevirekî zuwa shand û têde nivîsî ku, dê tu têkilî di navbera me de nebin heta ez lêborînê nexwazim. Ancax kesên gundî wisa tev digerin û ji hevûdin re dibêjin: binêre heta ku te xeberên ji dayika min re gotine , ji dayika xwe re jî nebêjî, ez deynê te nadim te. Kurmanc dibêjin : tir li ku das li ku!!! Ez jî dibêjim mafê min weke nivîskarekî li ku û lêborîna ecêb li ku? Ez bawerim berdewamkirina firotina romana min heta îro jî rengek ji rengên têkilîyê ye û emailên wî hîn jî li ba minin eger were xwestin têne belavkirin.
Li gor wî min heqaret li weşanxaneya wî kiriye, ji ber ku min di hevpeyvîneke bi birêzan Dawud Ozalp û Cemîl Oguz di malpera Diyarname de gotibû ku ez pêlîstina wehsanger bi romanê (Zina) dihesibînim! Niha jî dibêjim ku ne tenê zina bi romanê tê kirin, lê ji hêla weşanger ve tecawuz jî pê dibe û weke carîyeyan li bazaran tê firotin.
Ev yek tê wateya qorsanîyeke bi rêk û pêk ji hêla weşanger de, ku ne bes mafê min weke nivîskar binpê kir û bi kêfa dilê xwe û nezanîya xwe roman derxist. Her weha mafê min careke din binpê dibe ku bêyî destûra min roman tê belav kirin û mafê min weke nivîskar heta niha jî nehatiye dayîn.
Ez vê daxuyanîye jî belav dikim da ku raya giştî zanibe ku firotin û belavkirina pirtûka min her bêyî izna min dibe. Weşanger li ber dadgehan û qanûnê û edebdostên Kurdî jî, ji vê yeka han berpirsyar e.
***
Danêrê yekemîn ê ferhenga kurdî-erebî: Y. Diyaaddîn
22. 05. 2007
Amadekirin û wergerandin ji erebî: Jan Dost
Danêrê yekemîn ferhenga “El Hediyye Elhemîdiyye” ya bi kurdî-erebî, Yûsiv Diyaaddîn Paşa Elxalidî (1842-1906) ye.
Yûsiv Diyaaddîn, kurê qazîyê Meraş û Erzeromê Mihemmed Elî ye, kalikê wî ji hêla dê de, Mûsa Elxalidî, qaziyê Anadolê bû. Wî di biçûkanîya xwe de li camiya El Aqsayê xwend û pişt re xwest berê xwe bide zanîngeha El- Ezher ya Misrê, lê bavê wî berê wî da girava Maltayê da ku di fakulta Protistantî de bixwîne.
Du salan li wir ma heta birayê wî Yasîn ew şande Stenbolê da ku bijîşkiyê bixwîne, lê dilê wî û wê xwendinê nebû, îca piştî salekê dev jê berda û tevli fakulta robert a Endazyariyê bû. Sal û nîvekê li wir xwend û ew jî bi hoyê mirina bavê xwe, terikand û vegeriya Qudsê. Dema ew li Stenbolê bû destpêkirina vekirina dibistanên nûjen û modern dît û xwest li Qudsê jî tevgereke wiha bike. Bi alîkarîya Raşid Paşa waliyê Sûrî sala 1867’an de, yekemîn dibistan bi navê Dibistana Reşîdî vekir. Lê hêviyên wî hemû têkçûn dema gerînendeyekî tirk ji Stenbolê anîn û ew nekirin gerînende.
Piştre ew bû Serokê Şaredariya Qudsê û şeş salan ew di wî karî de ma. Di wan şeş salan de gelek xizmet ji bajêr re kirin, kolanên nû ji bo peyadeyan çirandin û rêyên asfalt ji bo erebaneyan di navbera Quds û Yafa de û kehrîzên zêrzemîn û gelek karên din. Piştî demekê ew ji serokatiya şaredariyê hate pekandin.
Sala 1874’an de dostê wî Raşid Paşa bû wezîrê karên derve yê dewleta Osmanî, û ew vexwend Stembolê da ku wekî wergêrekî di Babi Alî de kar bike. Di wergeriyê de şeş mehan xebitî û piştre bû cîgirê Qonsolosê Osmanî li bendera Botî ya Rûsî li kenarê Rerya Reş.
Lê Raşid Paşa di wezareta derve de dirêj nekir û Yûsiv jî bi wî re ji karê xwe hate avêtin. Wî ew yek wekî fersendekê dît ku li Rûsyayê bigere û ji nêzîk ve wê nas bike. Ew li bajarên wekî Moskov, Kiyev, Odîsa, Petesrburg heta sala 1875’an geriya.
Piştî wê bi alîkarîya dostê xwe yê kevin Raşid Paşa yê ku bûbû Balyozê Dewleta Osmanî li Otrîşê (Nemsayê) bû mamosteyê edebiyata erebî li Viyanayê.
Tebaxa (Gelawêja) 1875’an de ew vegeriya qudsê û careke din bû serokê şaredariya wî bajarî. Di destpêka sala 1877’an ew wekî mebûsê muteserrifiya qudsê, di Meclisa Mebûsan de hate hilbijartin.
Di meclisê de wî dijberiya Siltan Ebdilhemîdê duyem kir û bû piştgirekî çalak ji bo destûrê (meşrûtiyetê).
Dema ku meclis bi biryara Siltan Ebdilhemîd di sibata (reşemiya) 1878’an de hel bû, ew jî bi deh mebûsên din re hate sirgûn kirin û vegeriya Yafayê û piştre Qudsê û ji bo cara sêyemîn bû serokê şaredariyê. Sala 1881’ê de bû qaymeqamê Yafa û piştre Merciuyûn li Lubnanê. Di dawî de bû hakimê Mutkî li Bedlîsê û li wir fêrî zimanê kurdî bû û ferhenga xwe ya navdar “Elhediyye Elhemîdiyye” nivîsî. Ferhenga wî di sala 1893’yan de li Stenbolê çap bû.
Pirtûka wî bi coşeke mezin ji hêla rewşnebîrên kurdan ve li herêmê hate pêşwazî kirin û gelek kesan mîna: Hesen Fehmî Efendî muderrisê dibistana Salihiyyê li Sêrtê, û Şêx Evdirrehman kurê miftiyê Sêrtê û Mele Mistefa kurê Şêx Hesenê navborî û hin kesên din, ku hemûyan jî helbest di pesnê wî û ferhenga wî de nivîsîn.
Yûsiv Ziya paşayê ku ev xizmeta mezin ji bo zimanê kurdî kir, sala 1906’an de li Stenbolê wefat kir.
Jêder:
Navdarên Kurd û Kurdistan di serdema Islamî de- Mihemed emîn Zekî. Chapxane ya el Tefeyyuz- Bexdad 1945.
Malpera malbata Xalidîyan. www.khalidi.info.
***
Serbazo
Jan Dost
Lê bide serbaz
Li vê sîngê li hêla çepê
Li vî dilî bide serbazo
Ev dilê ku bi Kurdî dike gupegup
Tenê li ber awazê gulleyan dîlanê dike
Tivinga xwe rastî sînaga min ya bê mû bike
Û mêranîya xwe şanî vê cîhana dev di kelebçeyê de bike
Ev dil
Bi kurdî dike gupegup û xwîneke kurdî tê de dikele
Ev dilê min e
Sêva jiyana min e parçe parçe bike
Bila diya min bigirî, bila diya te jî bibêje min tenê kur anîn.
Lê bide serbazo
Bêtirs û bêfedî
Ev dil ji Bedena Amedê hez dike
Ji kolanên ku bi şev bîna werîsan ji wan difûre
Ji stêrkên ku şahidên mirina Şêx Seîd bûn
Û vêketina giyanê Mezlûm
ji mestbûan daran di hemêza Dîcle de hez dike
Ev dil, dilketiyê toza li pê lingê me yên qelişî ye
Ev dil dilekî yê Amedî ye serbazo
Lê bide serbazo
Tivinga xwe rastî dilê min yê mîna çûkekî netebitî bike
Ew çûkê ku azadiyê mîna danên genim dixwaze nikil bike
Qederê xefkên xwe vedane, û tu hêz nikare min ji xefka ku azadî daneya wê ye dûr bixîne
De nîşana xwe baş bigire
Û wî çûkî ji dan dûr bixe
Eger tu dikarî
Ev dil serxweş e
Kolanên Amedê
Pêlên Dîcle û spîndarên wê
Ew dîn kirine
De wî li hişê wî vegerîne
Lê bide bêtirs û bêpirs
Ma wê kî xwîna zarokekî
Ji Amedê ji te bipirse
Lê bide bi cesareta kalikên xwe
Yên ku birayên xwe di pêçekan de dixeniqandin
Bi hêrsa Atêlla
Û hovîtiya siltanan
Fedî neke
Ev zarokê li hemberî te
Zarokekî kurd e
Amedî ye
Havîna Amedê rûyê wî qemirandî ye
Û dilê wî
Di bêhna qerenfilan de definandiye
Lê bide û hîîîîç netirse
Wê kî bibêje te:
Ew zarokek bû
Ew têr lîstik nebûbû
Ew hîn nebişkivîbû û hîn
Nizanîbû tiving çawa dilan qul dikin
Lê bide serbazo
Ev dilê min e
Her bi kurdî lêdide û
Ji sûrên Amedê hez dike
Ji kevokên camiya mezin û simîda li ser serê zarokan
Ji siya berêvarê ya diêêêêêj wekî nalînên dayikan hez dike
Ji bejna biharê û şingeşinga zengilê beranan
Ji ji kêlegorên ku bi hêsirên dayikan têne şûştin
Di sibehên cejnan de
Serbazo
Ne guleyekê ne diduyan
Lê li dû hev bireşîne guleyan û wî dilê mîna kevokekê di sînga min de biterqîne
Li ser şaxên
Evîna vî welatî her û her veniştî ye
De wî bifrîne
Dewrêşekî Qadiriya ye ev dil
Di Cezbe ya azadiyê de ye
Diheje
Xwe li parsûyan dide
Tê ku ji sînga min bipeke
Bi kurdî lê dide ev dil
de tu jî
Hema bi zimanê ku dizanî li vî dilê dîn bide serbazo.