Hewlêr
Hat gotin ku Serokomarê Iraqê û Serokê Giştî yê YNK’ê Celal Telebanî ku roja sêşemê ji nişke ve nexweş ketibû û li Bexdayê dihat dermankirin, dê wî bibin Almanyayê û li wê derê dermankirina wî bidomînin. Bijîşkan got ku rewşa Telebanî baş e.
Ji bijîşkên Telebanî Dr. Necmedîn Kerîm ji bo kanala Kurdsatê axivî got ku piştî ku tîma pispor a bijîkên alman gihîştin, dê sibê (20'ê mehê) Telebanî bibin Almanyayê û li wir derman bikin.
Bijîşk Necmedîn Kerîm ragihand ku piştî bijîşkên pispor piştrast kirin ku rewşa tendurîstiyê ya Telebanî baş e, diyar kirin ew ê sibê bibin nexweşxaneyeke taybet a Almanyayê û li wir bê dermankirin.
Her wiha Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ji bo Telebanî peyamek weşand û got: “Em bi agahiya rakirina nexweşxaneyê ya Rêberê Yekitîya Nîştimanî Kurdistan (YNK) û Serokomarê Iraqê Birêz Celal Talebanî gelek xemgîn bûn. Em hêvî dikin ku Birêz Telebanî gavek zûtir baş bibe û di demeke zû de bigihe tenduristiya xwe.”


