Diyarname
Di sala 2018'an de jî bi hezaran hunermendan konser da. Û niha hunermendên ku herî zêde bilêtên konserên wan hatin firotin diyar bûn. Di rêza yekemîn a lîsteyê de hunermend Ed Sheeran heye. Muzîkarê îngilîz îsal Ed Sheeran îsal tûrneyek li dar xist û mohra xwe li salê da. Di tûrnûvayê de bi temamî 4.9 mîlyon heb bilêtên konserên wî hatin firotin û ji vê 342 mîlyon sterlîn bi dest xist. Bi vê yekê Ed Sheeran bû yekemîn.
Taylor Swift ku di heman demê de hevalek nêz ê Ed Sheeran e bi karkirina 244 mîlyon sterlînî ketiye rêza duyem:
Vane 10 hunermêndên ku herî zêde bilêtên konserên wan hatin firotin:
- Ed Sheeran: 342 mîlyon sterlîn
- Taylor Swift: 244 milyon sterlîn
- Beyonce û Jay Z bi 201 mîlyon sterlînî ketine rêzê (2.9 mîlyon heb bilêt)
- Pink: 134 mîlyon sterlîn (1.29 mîlyon heb bilêt)
- Bruno Mars: 132 mîlyon sterlîn
- The Eagles: 131 mîlyon sterlîn (964 hezar heb bilêt)
- Justin Timberlake: 119 mîlyon sterlîn (1.19 mîlyon heb bilêt)
- Roger Waters: 104 milyon sterlîn (1.5 mîlyon heb bilêt)
- U2: 100 mîlyon sterlîn ( 927 hezar heb bilêt)
- The Rolling Stones: 92 mîlyon sterlîn (751 hezar heb bilêt)
**
Li ser 2018'an ên ku derketine pêş:
- 2018: Ji aliyê IMDb'ê ve 10 fîlmên salê
- 2018: Li Tirkiyeyê pirtûkên ku herî zêde hatine firotin
- 2018: 10 rêzefîlmên herî serketî
- 2018: Stranên ku herî zêde lê hatine guhdarîkirin
- 2018: Muzîkarên ku herî zêde pere kar kirine