Hevpeyvîn : Hozan Emîn
Çîroknivîskar Lorîn S. Dogan, çîrokan dinivîse ji bakurê Kurdistanê ye; di sala 1975’an de li Nisêbînê ji dayîk bûye. Wê li Zanîngeha Dîclê Beşa Biyolojiyê xwendiye. Du berhemên we yên çapkirî ku ji kurteçîrokan pêk tên niha li ber destan e. Pirtûka wê ya yekem “Kirasê Teng” di sala 2007’an de, ya duyem a bi navê “Destên Vala” jî îsal ji nav Weşanên Avestayê derket. Ew niha li bajarê Amedê dijî. Me li ser xebatên wê ev dîdar li gel kir.
Berhemên te yên çapbûyî reaksiyonek çawa bi xwe re anîn?
Nivîskar piştî çapkirina berhemekê, civata ku tevger û çîrokên wê tevlî pênûsa wî/wê bûye, bêhtir nas dike û li hin aliyên civatê yên veşartî bêhtir hay dibe. Çîrokên ku di nav civata ez lê dijîm de hîna zîndî ne, ji berhemên xwe re dikim mijar. Vê yekê hişt, piştî çapkirina berhemên xwe, bi her awayî li reaksiyonên civatê bêhtir hûr bibim. Kitêba “Kirasê Teng” rastî reaksiyonên gelek baş hat. Reaksiyonên ku hişt hem li wêjeyê, hem li gelek aliyên jiyanê bêhtir bifikirim.
Naveroka pirtûka te ya “Destên Vala” çawa xwe da der?
Ya rastî beriya berhema “Destên Vala” xebateke din li ber destên min bû. Lê atmosfera ku van demên dawî li bajarên kurdan dijwar bûye, gelek bandor li derûniya min jî kir. Bûyer, tevger û çîrokên ku ber guhen min ber çavên min diketin, min xist nav psikolojiyeke din. Vê psikolojiyê gelek caran min ber bi zaroktiya min ve jî dahf da. Hevok û kêliyên ku ji zaroktiya min bi min re mabûn, wekî ku bi çîrok û bûyerên ku îro zarokên kurd dijîn, di rihê min de ji nû ve saz dibûn. Û vê psikolojiyê hişt ez dev ji xebata di destê xwe de berdim û li van çîrokan hûr bibim.
Vê pirtûkê derbirînek çawa derxist pêşberî xwendevan?
Di kitêba “Destên Vala” de piranî çîrokên ku ji şeran para zarokan dikevin, cî girtine. Gelek çîrokên kitêbê bûyer û kêliyên ku îro zarokên kurd dijîn, an jî jiyane, tînin bîra me.
Berhemên te yên çap bûyî çîrok in, ji babetê wêjeyî sedemê tercîha te ya çîrokê çi bû?
Dema xebatên min ên edebî dest pê kirin, min got, ez ê çîrokan binivîsînim. Dibê ku şêwa, xebat û rihê çîrokê, min bêhtir nêzî xwe dît. Lê bawerim ez ê cureyên din jî yê wêjeyê biceribînim.
Tu jin û çîrokê çiqas nêzîkî hev dibînî, jinên kurd çima ji nivîsandina çîrok û romanê dûr in?
Ne tenê çîrok, bi tevayî rihê jinê û huner gelekî nêzî hev du ye. Lê berhemdariya hunerê hinekî bi şertên jiyanê ve jî girêdayî ye. Jinek di warê hunerê de çiqas jîr jî be ku derfeta derkirina hunera wê çênebe, ew tişt her pê re qels dimîne, an jî bi awayekî şikestî derdikeve. Dixwazî ev yek çîrok, roman, wêne an jî cureyeke din yê hunerê be… Bi taybetî berhemdariya nivîsê disiplînek û wextek divê. Wextekî ku bandorê li hemû jiyana mirov dike. Di şertên îroyîn de, ji bo jinekê ev yek ne hêsan e. Ne tenê jina kurd, li gelek derên dinyayê jin piranî hîna ne xwedî wî wextê xwe ne ku li gor daxwaz û xwestekên xwe bikarbînin. Ev yek, sedemeke girîng e ku dihêle jin ji aliye wêjeye ve kêmtir bibe xwedî gotin.
Û tevî van sedeman zimanê kurdî di jiyan, kêlî û xwendinên me de têra xwe ne serdest e. Bi tevayî heke ji bo jinekê mesela nivîsandinê dijwariyek be, ji bo jineke kurd an jî mirovekî kurd mesela nivîsandinê, çend dijwarî ne.
Di pêşerojê de projeyên te yên nivîsên edebî çi ne û em ê Lorînek çawa di meydana wêjeyê de bibînin?
Gelek tiştên ku li ber xwe didin wekî berhem xwe temam bikin, li hişê min digerin. Lê ez bawerim ya dijwar derkirin e. Xwesteka min ew e ku ji xeynî çîrokê, di cureyên din ê wêje û hunerê de jî berhemdar bim.
***
Nûçeya eleqedar: