Nizanim qet hatiye bîra we ku hûn welatekî çawa dixwazin?
Hûn rêveberiyeke çawa dixwazin?
Yê min her di bîra min de ye.
Wê rojê dema min nûçeya li ser Hozan Aydin dît ev ‘welatek çawa’ dîsa hat bîra min û bi yek ser min wisa got: Ez welakî wisa naxwazim.
Yên ku xwendine xwendine, yên ku nexwendine bi kurtahî ez bibêjim, Hozan Aydin cara diduyan ji bo konserdayînê diçe Başûr, dema li Hewlêrê ji balafirgehê dadikeve, midûrê balafirgehê nahêle ew pêl li axa xwe bike, here cem hemwelatiyên xwe û konserek pêşkêşî wan bike. Wî bi paş ve vedigerînin.*
Bifikirin hûn kurd in, yan ereb, îngilîz an jî ji gelekî din in... Hûn hunermend in, hûn ji gelê xwe, ji zimanê xwe hez dikin; hûn ji bo wê zor û zehmetiyan dikişînin, bi ser de jî hûn hatine sirgûnkirin... Tam di dema ku derfet dikeve destê we hûn dixwazin herin cem hemwelatiyên xwe, bi zimanê xwe konserekê pêşkêşî wan bikin. Tam hûn pêl li axa xwe dikin, lê dîsa ji nifşê we hin radibin û nahêlin hûn herin ser axa xwe, nahêlin hûn bi hemwelatiyên xwe re bên cem hev û tevî wan stranên xwe bistrên...
Êdî encamê hûn bifikirin.
Mînakek wisa hate bîra min:
Li Tirkiyeyê kurdên ku ji derveyî Tirkiyeyê, em bibêjin ji Ewropayê tên Tirkiyeyê, li ser sînor, li balafirgehê dema rayedarên balafirgehê li paseporta wan dinêrin ku di pasaportê de navên zarokên wan bi kurdî ne, nahêlin ew bikevin Tirkiyeyê û wan bi paş ve vedigerînin.
We got çi?
Çi ferqê vê mînakê û tiştê ku Midûrê Balafirgeha Hewlêrê kiriye heye?
Ferq nîn e ne?
Lê ez bibêjim: Ferq heye û tiştê ku Midûrê Balafirgehê Hewlêrê çêkiriye ji ya midûrên balafirgehên Tirkiyeyê xirabtir e.
Çimaya vê ev e: Dibe ku rayedarên Tirkiyeyê nehêlin kesek ne ji wan bê nav welatê wan (erê ev jî dij mirovî ye), dibe ku mirov vê fêm bike, lê kurdek nehêle kurdek din here ser axa xwe?!
Gotineke din: Hozan Aydin endamên kîjan partiyê dibe bila bibe (ku ne endamê tu partiyê ye bi qasî ez dizanim), yan jî alîgirê kîjan partiyê dibe bila bibe, mafê kesek nîn e ku nehêle ew here li bajarekî kurdan konserê bide.
Hozan Aydin ji ser Hewlêrê re here Mexmûrê, here Zaxo, Silêmanî yan jî bajarekî din dê çi bibe?
Û bersiva min ev e: Ez welatek ku wisa qedexeyên bêmane derxe holê naxwazim. Rayedarên wisa jixwe ez qet naxwazim; ew kî dibe bila bibe, ji kîjan partiyê dibe bila bibe.
***
Ji ber ku me mijar vekiriye, ez çend tiştan li ser kurdên ku li ser navê başûriyên me beşdarî Fûara Pirtûkan a Frankfûntê bûne jî ji nû ve bibîr bixim. Mamoste û nivîskar Fêrgîn Melîk Aykoç li ser Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê ku kurd jî beşdar bûn wisa dibêje: "Kurdên başûrî nêzîkê pêşangehên kurdî yên bi tîpên latînî nedibûn. Digotin: 'Êwe bo çi be pîtên kurdî-taze nanûsin?' Hima çawa ku em her yek ji welatekî din bin. Min xwest ez bi hinekan re bi kurmancî têkevim nava nîqaşê. Lê her camêrî bi hêlek ve gotin: 'Kaka min behdînî tênagihêm, tu kurdî taze nazanî?'"
Êdî hûn bifikirin.
Hûn çi dibêjin: Rewşa me zor e ne?
*Diyarname
**Li Frankfûrtê notên li ser weşanxaneyên kurdan / Diyarname


