logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin
  3. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  4. 'Prenses Mumbî' xelata mezin girt
news-details

Bi Dilawer Zeraq re hevpeyvîn

Bi birêz Dilawer Zeraq re li ser pirs û pirsgirêkên weşangeriya kurdî...

  • Dîrok: 19/05/2008
  • Beş: NÎQAŞ

 

Bi Dilawer Zeraq re li ser pirs û pirsgirêkên weşangeriya kurdî...

Diyarname

- Tu berhema xwe di kîjan şert û mercan de diafirînî?

Bersiv: Di şert û mercên ne guncan, çetin û dijwar de.

- Di dema afirandina berhemê de pirs û pirsgirêkên te yên sereke çi ne?

Bersiv: Ji bo afirandinê, kar û xebateke geş û boş divê, lê belê ji ber xayle û kefltûlefta aborî û debarê, pirsgirêka sereke têrnekirina wext e ku rê nade ku bi tenê li ser afirandinê bifikirim.

- Tu dikarî bi rehetî berhema xwe bidî çapkirin?

Bersiv: Na xêr! Ji ber kesadbûna bazarê, berhem çi qas xurt be jî, ji ber tirs û gumana mafdar a weşangeran a li ser belavnebûna pirtûkan û xesirîna ji pereyan, berhema xwe bi dilekî rihet nikarim çap bikim.

- Heta niha gelek pirtûkên te hatine çapkirin, li ser weşandina berheman te bi weşanxaneyê re tu peymanek çêkir?

Bersiv: Heta niha min di hemû behremên xwe yên ku çap kirine de, bi weşanxaneyê re li ser kaxiz ji bo çapê peymana telîfê vebestandiye.

- Weşanger çi ji te xwest û çi da te ji bo çapkirinê?

Bersiv: Weşangeran wekî telîfê hejmarek pirtûk dan min û wan ji min xwestiye ku ji bo belavkirina pirtûkê alîkarî li wan bikim. Û min kiriye jî.

- Te heqê telîfê stend an na?

Bersiv: Belê min stend, hejmarek ji pirtûka xwe ya çapkirî, lê ne pere.

- Weşanxaneya ku pirtûka te çap kir, bi qasî ku heq dike qîmet da berhema te yan na?

Bersiv: Li gorî weşanxaneyan rengê vê qîmetdanê guherî…

- Berhem baş hate belavkirin yan na?(li cem hemû pirtûkfiroşên navendî peyda dibe yan na?)


Bersiv: Der heqê vê yekê de ne xwedî agahiyeke têr û baş im.

- Bi têra xwe reklam hate çêkirin, weşanger ji bo danasandin û reklamê berpirsiyariya xwe bi cih anî yan na?

Bersiv: Em li pirtûkên ku reklama wan tê kirin jî binêrin, em ê bibînin ku reklamên pirtûkên kurdî wekî bayê li kevir xistî ye, tu bandor û kartêkê li kurdan nakin…

- Ji bo te qet şevên xwendinê yan jî 'roja îmzeyê' hate çêkirin?

Bersiv: Belê carekê roja îmzeyê hat çêkirin, çend caran jî çalakiyên sohbetê hate li dar xistin.

- Bi te weşangerên kurd di warê edîtorî û redaksiyonê de berpirsiyariya xwe bi cih tînin an na? Heke tu bawer dikî bi cih naynin, tu dikarî çend mînakan bidî? Lazim e ku çi bikin, nakin?

Bersiv: Na xêr, bi qasî ku dilê mirov lê spî bibe, naynin cih. Lê bi qasî ku ez dizanim weşanên LÎS hewl dide ku di hemû waran de xebatên edîtoriyê bike. Û her wiha jî redaksiyon. Ji ber ku her kes zimanê kurdî li gorî xwe jê fam dike û dizane, hem redaksiyon hem jî tashîh ketine nava hev. Tew hin weşanxane hene, tenê li bayê serê xwe diçin û qaydeyên ku ji %95 kurdan li hev kiriye jî, bi cih naynin.

- Tu bawer dikî sedemê kêm firotina pirtûkên kurdî weşanger in?

Bersiv: Na xêr! Tiştek wisan ne babet e.

- Ku xwendevan nebe pirtûk nayê firotin, pirtûk neyê firotin weşanger pere qezenc nake, weşanger qezenc neke pere nade nivîskar, weşanger pere nede nivîskar, nivîskar jî ji ber pirs û pirsgirêkên aborî bi têra xwe nikare ked û dema xwe bide nivîsê... Ji bo çareserkirina pirsgirêkê divê çi bê kirin? Kî bike? Çawa bike?

 

Bersiv: Çawan ku pirsgirêk zincîreyî ye, çareserî jî zincîreyî ye. Ger kurd di kurd(î)bûna xwe de ji xwe re durist bin, -ne dûrû bin- ne hewceyî tiştekî ye. Jixwe ew ê hewl bidin, bixebitin û ha te dît di çend salana de wêje jî xurt bû, rojnameyên rojane yên kurdî jî zêde bûn û diya me her sal lawek anî!

- Sala par 110'an zêdetir pirtûkên kurdî hatin çapkirin, gelo te ji van çend heb KIRÎN? Ku te nekirîbûn çima?

Bersiv: Her pirtûka kurdî ku min karibûye xwe bigihînim min kiriye û xwendiye –ku tu bala xwe bidiyê, ez nabêjim pirtûka ku gihaye ber destê min; ji ber ku di roja îroyîn de xwînerên kurdî bêgav in xwe bigihînin pirtûkan-.

- Hejmara nivîskaran û berheman her diçe zêde dibe, lê hejmara xwendevanan zêde nabe, tu vê rewşê çawa dibînî?

Bersiv: Rewşeke ecêba ecêban e, rewşeke trajîkomîk e!

- Bi te di roja me de, -dema ku em şert, derfet û realîteya welatê kurdan jî li ber çavan bigirin-, pirsgirêkên nivîsa kurdî yên herî sereke çi ne gelo? (Yanî ji bilî pirsgirêkên mezin ên ji bêdewletiyê diqewimin…)

Bersiv: Carekê pirsgirêka sereke bikaranîna zimên e: Ji ber ku, ji bo geşedana wêje û nivîsbariya kurdî divê serê ewil zimanekî standart û hevgirtî ya nivîskaran hebe, da ku xwîner di xwendinê de zehmetiyên ne hewce nebîne. Lê mixabin ev qas sal derbas bûne, hem li çar aliyên welêt, hem li Ewropa û Ermenistanê û hem jî di malperên internetê de ev qas pirtûk û kovar û nivîs têne weşandin, hin nivîskarên kurdî hene ku tevî barê êzingê xwe li hespa xwe siwar bûne û jê danakevin.

Her wiha, di nav nivîskarên kurdî de xwendin negihaye ast û radeyekê: Ji ber ku nivîskarên kurdî hê tê negihîştine ku her nivîskar berî her tiştî xwînereke/î baş e û xwendin ji bo nivîskar wekî nan û av e. –her kesî/ê nivîskar dikare xwe ji van gotinên min bêrî bike û xwe jê bişo- Ji ber wê yekê jî, gava pirtûka me diweşe, em xwe amadeyî kêfxweşiyeke bêhempa û bibaskbûnê dikin (ji ber ku di xeyala me de çapa duyem, sêyem a pirtûka me heye), lê mixabin piştî demekê em bala xwe didin hejmara belavbûna pirtûka xwe, hejmara belavbûnê ji hejmara nivîskarên heyî pir û pir kêmtir e. Îcar fîska me sar dibe, kêf li me dişeriqe, em serqûnkî rûdinên (û em bi serhişkiyeke kurdewar nayînin bîra xwe ku em jî pirtûkên nivîskarên din naxwînin).

Ez ê karibim van her du pirsigêrkan diyar bikim, ji ber ku ez ji nimandin û diyarkirina gelş û pirsgirêkan zêdetir, hez dikim ku serê xwe bi rê û rêbazên çareseriyê biêşînim. Helbet dê nivîskarên din ên hêja pirsgirêkên mayî raxînin darî çavan...

- Hemin çareya pirsgirêkê siyasî ye, ji bilî aliyê siyasî yê têkildarî dewletan; gelo tiştên ku a niha nivîskar hem wekî şexs yek bi yek, hem jî bi giştî bi hev re, ji bo çareseriyê bikin hene yan na? Wekî mînak; di navbera nivîskaran de çêkirina yekitiyeke baş a ku nivîskarên çar parçeyan pê ve girêdayî (wekî konfederasyonekê, an jî PEN’ê) mimkun e gelo? Hebûna yekitiyeke wiha ku ji hemû hêzên kurd serbixwe be gelo dê nekare roleke baş bilîze? Hem ji bo lidarxistina hin bernameyan, hem ji bo danasandin û piştgirîdayîna nivîskaran û gelek tiştên din…

Bersiv: Baş e, em xweş dibêjin, lê biçêj napêjin. Konfederasyoneke ji nivîskarên kurdî pêk hatî, an jî PEN’a Kurd(î) dikare ew tiştên ku hûn dibêjin, kêm zêde çareser bike. Lê îcar ez ê ji we bipirsim: Gelo em ê azwerî, îhtîras, xirs û hêrs û daxwaza populerbûn û liberçavbûnê ya kesan çawan tune bikin ku bêyî bihevketineke gundiyane karibin bi hilbijartineke demokratiyane, serokê xwe û rêveberên xwe hilbijêrin û karûbarê xwe bimeşînin? Na xêr. Ji ber ku xuseteke me ya zikmakî heye: Gava em di malê de bi hev dikevin, ji bo ku em hê xurttir karibin lê vegerin û xweştir ava bikin em mala xwe naterikînin, em radibin malê bi ser serê endaman de hildiweşînin û Xelo xelas!

Ger ku kûsî çû ser darê û yekitiyeke bi vî rengî ava bû, tu cudatiya me û civaka me ji civaka Swîsre û Danîmark û Swêdê namîne…

- Par li Amedê Rojên Wêjeyê nehate lidarxistin; nivîskaran dengê xwe nekir. Yanî lidarxistina gelek çalakiyên wekî rojên wêjeyê û panel û semîneran maye ser daxwaza şaredar û siyasetmedaran, ma ev ne tişteke xelet e? Ku şaredar/siyaset qet neke!? Bi kurtasî ma ji destê nivîskaran tu tiştek nayê gelo?

Bersîv: Heyrana çavên we… Niha tiştek heye ku divê mirov nav lê bike. Li kîjan welatê dinyayê hatiye dîtin ku kilîta hebûn û serkeftîbûna nivîskarekî di destê siyasetvanan de ye û bi vebûna devê wan ev kilît dixebite? Na xêr!

Mixabin ku em nivîskar, hin ji me em dibêjin min ne xem e, hin ji me em dibêjin dar di destê wan de ye û ew bi kêfa xwe ne, hin ji me em dibêjin, ka ez jî ji vê geremolî û qerqeşûnê ji xwe re cih û miqam û payeyekê peyde bikim û hin ji me jî hevaltî bi xeyalên xwe re dikin dibêjin: ‘dê rojek bê, dê mirovên kurd bala xwe bidin nivîs û pirtûka kurdî, dê bazara me ya ku ji dema Xanî ve kesad e geş bibe û em ê ji bavê xwe de jî bêminet bin!’

Ez ji me hemûyan dipirsim; çend siyasetvanên me dikare navê deh nivîskarên kurdî yên ku ‘ne di nav xebata komele û siyasetê de ne’ tevî navê pirtûkên wan bijmêre û qala naveroka pirtûkên wan bike?

Dengê we nehat min, we got çi?

Mixabin ku bernameyên beşa kurdî yên Rojên Wêjeyan û Festîvalan, ji aliyê kesên ku di warê xwendewarî, nivîskarî û hunermendiya kurdî de (muzîk ne tê de), ne xwedî agah in û hay û bayê wan zêde ji vê qadê tune ye ve tên amadekirin. Ji ber vê yekê jî kêmasiyên ecêb û ne hewce derdikevin û ew ê derkevin jî…

- Wekî din hebin gotinên te fermo!....

Ka ji kerema xwe re vê pirsa min bibersivînin: ‘Gelo em ê bi vê qûşê çawan û kîngê bigîhîjin Mûşê?’

Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
NÎQAŞ - Nivîsên Dawî
news
  • 11 09 2013

Ez çi dibêjim, tu çi dibêjî…

news
  • 09 09 2013

Kurtenêrînek ji bo dîroka Komeleya Nivîskaran

news
  • 04 09 2013

Kongreya Netewî ya Kurd careke din hat taloqkirin

news
  • 31 08 2013

Çarenûsa Komeleya Nivîskarên Kurd

news
  • 31 08 2013

Agahdariyek derbarê Konferansa Nivîskaran ya Îzmîrê de

news
  • 30 08 2013

Gelo Komeleya Nivîskarên Kurd tê girtin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Tora civakî ciwanan dixe nav depresyonê

ad

Lêborîna ji bo Dêrsimê hefteyek dom nekir

ad

Festîvala Helbesta Kurdi li dar ket

ad

Li Başûr derfet hene, divê kadroyan ji bo wergerê ava bike

ad

"Wêjeya Klasîk a Kurdî" tê nîqaşkirin

ad

Hêzên demokrasiyê qatlîam şermezar kirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin

  • 18 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026
news

'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

  • 19 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname