Wî camêrî cardin têlefon kir. Vaye cara duyem li ber deriyê wî me. Camêr derî vekir. Ew bêhna genî êdî zêde ne xema min bû. Xwarina wî xwestibû li ser destê min e. Min gote wî:
- Êvar baş.
- Êvar baş, ax, bibore min tu dayî rawestandin li ber derî?
- Na tiştek nabe Monsieur.
- Cara berê ne tu buyî, te anî?
- Belê ez bûm Monsieur,
- De ka li ser piyan nemîne, keremke were hundir, heta ez pereyê te bidim te.
Camêr pakêt ji destê min girt, derî vekirî hişt û çû pere bîne.
Ronahiya hundir gelek kêm bû.
Wî dîsa deng li min kir,
- Keremke were hundir, ez pereyê hûr nabînim.
Ez ji karê xwe dereg mabûm, lê çavên min li hundir in. Digel wê bêhna xerîb, min dev û pozê xwe nixumand û ketim hundir. Her der tije rojnameyên kevin li hev ser hev komkirîbûm.Tev bi tirkî bûn. Min xwe nêzê refa pirtûkan kir, piraniya wan tirkî bûn. Li ser maseyê tije rûpelên nivîsandî bûn. Bi hezaran rûpel tev destnivîs bûn. Eger tirk be çima navekî Ewropî bikar tîne? Çima ew qas bela wela dijiya.
Ji salonê deng hat;
- Bibore min tu dereng xistî, vaye ez hatim.
Pere di destan de bi kulekî hat. Lingê wî yê rastê mîna ku seqet be.
Bi bişirînî pereyê di destê xwe de bi tevî qismekî bexşîş dirêjî min kir û min pişt dayê derketim.
Di mala wî de her tişt bi tirkî bû lê navê wî Gonzales bû!
Ew şeva min bi belavkirina pizzayê derbas bû.
Dawiya şevê Hîva telefon kir, pirsî ka gelo piştî kar ez dikarim biçim nexweşxaneyê, cîhê lê dixebite, wê bigirim û biçin derekî bi hev re wext derbas bikin... Carnan dema bêhna min teng dibe, xwe davêjin cem wê. Ev demek e em gelek nêzî hev bûne. Berê bi çendek anî bîra min ku li vî bajarî jiyan gelek buha ye û dil kir ku em her du dikarin derbasî daîreyekê bibin û bi hev re bijîn. Lê ez ditirsim dema em di eynî xaniyekî de bijîn, dibe ku hevaltiya me xira bibe. Ez naxwazin wê winda bikim.
Hîva di derheqê jiyana min de pir tişt nizane. Belkî jî dizane, lê ji min wisa tê ku nizane. Min tenê carekê jê re behs kiribû; heta ku hatime vî welatî, li gund li cem kalik û dapîra xwe mame. Min dê û bavê xwe nedîtine, ez hê zarok bûme ew mirine. Piştre xalê min bi tevî malbata xwe dema koçî Ewropayê kirine, ez jî wekî kurê xwe nîşandame û bi xwe re anime vî welatî. Ji aliyê bavê min, tu kes li holê tune, ne bav bixwe, ne birayên wî ne xwişk ne jî dê û bavên wan. Rêça jiyana wan xuya nake. Heta niha tu caran behsa aliyê bav nehatiye kirin.
Hîva jî dizane ku di çîroka jiyana min de seqetiyeke heye, lê nade der. Xwezî min jî rastî zaniba. Bi salan min kir û nekir xalê min tu agahiyeke teze li vê çîroka efsûnî zêde nekir. Her carî rûyê wî tirş dibû, xemgîn dibû, pişta xwe dida min. Şik, nezanîn û nakokiyên di hişê min de her roj mejiyê min dikojin. Tim û tim ez heman pirsan ji xwe dikim û tim û tim eynî texmînan dikim. Ez êdî kerixîm, westiyam ji derewên ku ji xwe re dikim. Rewşa ez tê de me dişibînim marekî pişt şikestî, li erdê kaş û berkaş dibe, ne dikare pêşde biçe ne jî dikare vegere cîhê jê hatiye. Rojeke ezê derkevim pêşberî xalê xwe û berdêla wê çi dibe bila bibe, ezê çîroka rastîn a jiyana xwe jê hîm bibim. Êdî sebra min nemaye, ew roj ne dûr e.
Sibê bi roj tu karê min tune ye, Hîva jî tenê êvaran li nexweşxaneyê kar dike. Ew jî bi roj vala ye. Diyar e emê dîsa heta derengiya şevê bi hev re bin.
Ez gihîştim pêşiya nexweşxaneyê, Hîva jî tam ji derî derdiket. Min bala xwe dayê Monsieur Gonzales! Ew kesê ku berî 2 saetan min jê re mirîşka sorkirî biribû, bi tena wê pijameya xwe, ji ambûlansê peya kirin, birin nexwesxaneyê.
Min îsaret da Hîva û ez çûm cem Monsieur Gonzales.
- Monsieur Gonzales! Ev çi hal e, çi qewimî?
- Ez nexweş im, normal e, carnan tê serê min.
- Ez hêvidarim ne ji ber mirîşka min a sorkirî be!
Bi devlikenî bersiv da:
- Na na, mereq neke, min ew xwar, gelek xweş bû.
- Monsieur Gonzales, ez ne xeribê van deran im, bêje min ka ez çi dikarim bikim ji bo we.
- Gelek sipas, ez ji zû ve mişteriyê Restoranta we me. Hûn zikê min têr dikin, ma ne bes e!
- Tistek nabe, ger alikariyeke hewce bike, her gav tu dikarî ji min re bibêjî.
- Tu bawer î? Ez te aciz nekim?
- Na na kerem bike.
- Ricayeke min heye, eger wexta te hebe, baweriya min bi we heye, ez mifteya xaniyê xwe bidim te, li odeya paşî min çenteyeke sor amade kiribû, têde pêdiviyên min ên nexweşxaneyê hene, zehmet nebe, karibî biçî ji min re bînî, ez dê kêfxweş bibim. Xuyaye ewê bi qasî çend rojan min bernedin.
- Ne xem e, ezê bi kêfxweşî bînim, ji xwe nêz e, ezê peyatî herim û werim.
Ji bêrika xwe, rahişt cizdanê mifteyan, dirêjî min kir.
Hîva li derve li benda min bû.
Me berê xwe da mala mişterî.
Heta ku min jê re qala rojname û pirtûkên bi tirkî nekiribû Hiva qebûl nedikir derkeve jor.
Me derî vekir, çiqas lembe hebûn me vekirin.
Hîva mat mabû. Her tiştî bala wê dikişand.
Min ew tenê hişt, ez derbasî odeya paşî bûm, min çenteyê sor peyda kir û ez vegeriyam ber devê derî. Min firq kir ku Hîva ketiye nava destnivisên camêr û bi mereq dixwîne, wan tevlihev dike.
- Te çawa dît, bi qasî ku min ji te re behs kir heye?
Bala wê ne li ser min bû, dengê min nediçûyê.
- Hîva! De hadî em derkevin!
Hîva li ber maseya mişterî, di nava kelecanê de xwe nêzikê min kir, sûretên min xist nava her du destê xwe, li nav çavên min nêrî, helkehelka wê bû, got:
- Binêre mesele gelek cidî ye, ez pêşniyazeke li te bikim.
Tu hema vî çenteyî bibe nexweşxaneyê, bi tevî kilîta wî teslim bike, dîsa were vê derê. Ez ji mal dernakevim heta tu werî.
Çi bû ya ku Hîva ew qas xistibû kelecanê?