Cemil Oguz
Fîlmekî bi navê "Dengê Bavê Min". Ev deng dengekê bavekî kurd e lê ger mirov bi awayekî berfireh lê binêre dengê gelek bavên kurdan bi xwe ye. Her kurdek dikare di nav vî dengî de parçeyeke ji dengê xwe bibîne.
Em qala fîlmê derhêner Zeynel Dogan û Orhan Eskikoy "Dengê Bavê Min" dikin. Di fîlm de Zeynel Dogan, diya wî Basê Dogan, hevsera wî Gulîzar Dogan dilîzin. Û bi dengê bav jî Kemal Ulusoy beşdarî fîlm bûye.
Fîlmê "Dengê Bavê Min" piştî Festîvala Fîlman a Rotterdamê di vê meha avrêlê de beşdarî 31'emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê bû û Xelata Senaryoya Herî Serketi girt.
Fîlm li Meraşê, bi kurdiya wê derê, bi dengê bavek ku çûye xerîbiyê; komkujiya Meraşê, kurê ku temaşevan jê fêm dikin ku çûye çiyê û çîroka birê din ku dikeve dû çîroka wan; bi gotineke din dikeve dû çîroka xwe; tevî diya xwe, çîroka serdemekê, kîteyên ji 30 salên dawî nîşan dide. Fîlm bi atmosfereke giran, lê bi hûrbînî wekî ku bixwaze temaşevan li ser her peyvê bifikire diherike. Ev giranherikîna fîlm temaşevanan hinek aciz bike jî fîlm bi xwe asmosfera wê serdemê, giraniya mijara xwe baş derdixe pêşberî temaşevanan. Dengê bav ku baş li fîlm anîne; deng bi xwe bûye wekî lîstikvanekî û bi awayekî serketî cihê xwe di nav fîlm de girtiye.
Piştî fîlm yek ji derhêner û lîstikvanê fîlm; di heman demê de xwedî çîroka rastîn Zeynel Dogan bû mêvanê me. Zeynel Dogan ku ji Mereşê ye li Amedê dijî, di Konservatuara Bajêr a Aramê Tîgran, di Beşa Sînemayê de dersên sînemayê bi kurdî dide. Ev du sal in di wê beşê de bi kurdî dersên sînemayê didin û her du salan carekê yên bi serketî serdema dersê derbas kirine bi wan fîlm, belgefîlman didin kişandin.
Giraniya atmosfera qetlîama Meraşê
Zeynel Dogan dibêje em ciwanên wê serdemê di atmosfera bajarê qetlîamê, li bajarê Meraşê hatin dinê, fîlm jî vê atmosferê tîne ziman û wisa didomîne: "Di nav min de, di nav me de jehrek ku divê em biavêjin derve heye. Fîlmên ku divê qala me bikin hebin. Li ser van herduyan min got divê ez vî karî bikim. Pirsgirêkên ku malbat dijî hene. Ji vê yekê em ketin rê ku malbata min profîla gelek malbatên kurdan e. Hestên bi bavê min re eleqedar, hesabpirsîn... Min ev bar ji ser xwe avêt. Bi fîlmên wisa em jehrê di nava xwe de dikin der. Bi awayekî em xwe terapî dikin."
Dogan dibêje ku divê li ser Meraşê û qetlîama wê derê çîrok hebana, fîlm hebana û van yekan lê zêde dike: "Ji ber ku qetlîama Meraşê gelek bandor li wê derê kiriye. 33 sal in qetlîam çêbûye, hê li ser fîlm nehatine kişandin. Nedibû em ser vê yekê binixumînin. Bi vî fîlm em hinekî jî hesabê dipirsin."
Ronesansa devoka Meraşê
Di fîlm de devoka kurdî ya wê derê, ya Meraşê baş hatiye bikaranîn. Di vî warî de Mazlum Dogan alîkariya fîlmsazan kiriye. Derhêner Zeynel Dogan vê devoka aliyê Meraş, Efrîn, Semsûr, Meletî di nav kurdî de wekî dewlemendiyekê dibîne û dibêje: "Hinek dibêjin 'kurdiya we bi qapî qapatmiş bike bi sînor e'. Bi vî fîlmî di heman demê de me nîşan da ku kurdiya me bi vê yekê tenê ne sînorkirî ye. Dibe ku wan mirovan zimanê xwe ji bîr kiribe lê devoka wê derê dewlemend e û bi vê dikare fîlm bê kişandin. Kurdên wê derê jî dibêjin kurdiya me bi sînor e lê na. Me bi vî fîlmî ev nêzîktêdayîn jî têk bir. Ger kurdên li vê herêmê bi vê devokê têkiliya xwe baş saz nekin, dê nikaribin bi kurdiya giştî re jî têkilî saz bikin. Bi awayekî me têkilî jî danî. Bi vî fîlmî devoka vê derê me yekem car tomar kir. Mazlum Dogan ji bo vê yekê dibêje; 'Ji bo kurdiya Meraşê serdema navîn bi dawî bû, serdema nû dest pê kir'. Ev fîlm ronesansa devoka vê herêmê ye."
Tempoya rastiya jiyanê
Çawa ku jiyan her bilez naherike carinan hêdî diherike, carinan giran dibe, fîlmê "Dengê Bavê Min" jî wisa dibe. Ev giran herikîna fîlm carinan dibe sedema aciziya temaşevanan jî lê Zeynel Dogan vê yekê wekî pirsgirêk nabîne û van gotinan tîne ziman: "Di nav tempoya jiyanê de sekanek heye. Di TV'yan de, di sê saniyeyan de plan neguhere mirov hema li cihek din dinêrin. Mirov hînê vê yekê bûne. Tiştên mirov jêre dibêjin acizî jiyan bi xwe ye. Ev çîroka me divê bi vî awayî bihata vegotin. Divê mirov bi kurdan, elewiyan, gerîlayan re empatiyê saz bike. Hinek radibin dibêjin 'Hûn çima nabêjin terorîst?'. Em di vî fîlmî de çawa bibêjin? Mehmet karakterê vî fîlmî ye. Kar û emelê wî heye lê di heman demê de pirsgirêka kurd a Mehmet jî heye. Hinek dibêjin 'em ji wan re kar bibînin dê ev pirsgirêk çareser bibe'. Ev fîlm di heman demê de vê nêzîktêdayînê jî têk dibe."
Dogan dibêje em dixwazin ezbera giştî ya sînemayê jî serobino bikin û wiha dawî li gotinên xwe tîne: "Piştî li fîlm hat temaşekirin ger cîhana Basê hat fêm kirin wê çaxê fîlm gihîştiye armanca xwe. Fîlm tehmek dide yan na, ev yek girîng e.'
Zeynel Dogan û diya wî Basê Dogan. (Dîmenek ji fîlm)
***
Nûçeyên eleqedar:
- Ji ‘Yeralti’ bi 5 xelatan derket ser erd!
- "Putin's Kiss" an jî welat bi ku ve diçe?
- Şahiya sinemayê Festîvala Fîlman a Stenbolê dest pê kir
- Festîvala Stenbolê fîlmên kurdî dike mêvanên xwe
- Di Festîvalê de Dersên Sînemayê
- Dest bi firotina bilêtên fîlman kirin
- Rêwîtiya Festîvala Stenbolê dest pê kir
- Xelatgirên Rûmetê yên Festîvala Stenbolê diyar bûn
- Serokên Juriyê Ceylan û Mungan in