logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  3. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  4. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  5. KNK: Ji bo kurdan emê ji Neteweyên Yekbûyî 'statuya neteweya çavdêr' bixwazin

Bedran DERE

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Bedran DERE

Bedran DERE

Bedewiya Hunera Bedew û Cengîz Xelîl Mehmûd

  • Dîrok: 11/08/2017

Di her zimanî de ji xebata çêkirina resim re  dibêjin “Hunera bedew.”
Dibe ku xitabê çavan dike lewma.
Ji ber ku her cureyên hunerê  di eslê xwe de bedew in.
Ji hunera ser sehneyê bigire heta hunera deng, nivîsandin, çêkirina peyker û wêne...
Her tevger û xebata ku bi rêya wî bixwazî, bi awayê herî estetîk xwe bigihîne hestê mirovan bedew e, dikeve çarçoveya hunerê.

Di vê nivîsê de niyeta min ew e xortekî bi we bi bidim nas kirin ku xwe bi temamî daye vî karê ku xitabî rihê mirovan dike.
Hunera bedew. Resim, wêne. 
Di vê nivîsê de berhemên wî şîrove nakim. Lê hem jiyana wî hem jî ew berhemên tije rastiya me ku di harmoniya reqsa tilî û bêçiyên wî de afirîne gelek bandor li min kirin.
Tenê fikrek tê hişê min: Xwezî me jî hebûya pargalek ku nave wî “dewlet” dibû, çi dibû bila biba, bes em tê de serbixwebana ku me kariba tê de li gorî dilê xwe hunera xwe biafiranda, biparasta, pêşkêşkira û nişanî dunya alemê bida.
 
Li cem xelkê ev kar gelek bi qedir û qîmet e, bi taybetî jî li Ewropayê hema bigire li her bajarekî muzeyên resim hene. Galeriyên ku pêşengehên resim vedikin hejmara wan ji dermanxaneyan ne kêmtir e.
Şaredarî bi oganizasyona pêşengehan, banqe, karsaz, şîrketên cihêreng bi kirîna berheman wênevanan epey teşwîq dikin.
Qîmeta ku ev kesayetî û sazî nîşanî hunerê didin di civakê de îtîbara wan bilind dike.
Dibe ku ji ber dîroka wan ya kevin ya hunerê be…
Em pesnê xelkê nedin, em berê xwe bidim xortê me, Cengîz Xelîl Mehmûd.

Emê bi vê nivîsê re çend wêneyên wî jî biweşînin ku mirov wî baştir nas bike.
 
Cengiz di havîna 1987’an de li Qilabanê ji dayik dibe. Çîroka jiyana wî dişibe ya gelek kurdên li Xerzan û Hekkariyê. Welatparêzî, tehdîda dewletê, winda kirin, kuştinên faîlê wan ne diyar, şewitandina gundan a ji aliyê hêzên tirk ve û sirgûn. Ferdên malbata Cengîz berê xwe nedan Rojavayê Tirkiyê, wan jî wekî bi deh hezar şêniyên heremê ji ber xezaba neviyên Osmanî berê xwe dan başûrê Kurdistanê. Ew herema ku Cengîz neçar ma pişta xwe dayê û wê wekî bihuşt bi nav dike di rihiyeta wî de dibe sedemê hest û nexweşiyeke nostaljî. Lewra li her kuçe û kolanên wê bihuştê hê rêçên lingên wî hene û dibe ku li wan deran hê tayên porên wî yên zerîn li ba bibin, dibe ku xizmên wî yên windakirî vegeriyabin, dibe ku gundên wan neşewitibe. Dibe ku ew tev xewn bin, derew bin...
Ma qey wêne derewan dikin? 
Cengiz resim çêdike, resmê zarokatiya xwe.
Cengiz wêne çêdike, wêneyê rêwîtiya xwe,
Cengiz nîgar dike, nîgariya jiyana li waregehên penaberiyê.
Cengîz xêz dike, xêzên evîna xwe ya ku nabe nesîb.
Cengiz şahidî dike, şahidiya ku mirov li welatê xwe bibe penaber.
Her wargeh jê re dibe jiyanek, ramanek, temenek û dibe tabloyek.
 
Cengîz Xelîl Mehmûd niha li wargeha Mexmûrê ye, hem jî tam 19 sal in.
Ew taboloyên sipî yên bi caw datîne pêşiya xwe, bi firçe yan bi sipatul, yan bi dest û lepan firq nake, ew rengên li pêşiya xwe, piranî jî rengên girtî û yên dijwar, li ser wê tabloyê belav dike, geh bi tolhildanî, geh bi rik, geh bi kîn, geh bi hêrs geh bi hestên herî nerm mîna ku destê xwe li perrên siperikekê dabe, şekil dide wêneyên di kûrahiya zîhna xwe de.

Ev xebata wî dibe derman, dibe merhem ji hestên wî yên nostaljîk re.

Ez gotina dawî bidim Cengiz: “Li Maxmûrê min germaya cehenemê hîs kir. Dema ku toza çolên Erebistanê çav û qirika min tije dikir, hizir û giyana min jî bi heskirina huner tije dibû. Ji xwe hin di zarokatiya min de hunera wêne wekî gulek ji nû ve pelkên xwe vedike, di hembêza min de mezin dibû. Hemû tabloyên di mejiyê min de hatîn xêzkirin, dixwestin derbikevin derve û bibin ispata penaberiyek tirajîk.” 
      
Cengîz Xelîl Mehmûd li Hewlêrê Zankoya Selahedîn, Beşa Hunerên Ciwan, wêne qedand. Ew niha li Mexmûrê li Navenda Xebatên Hunera Destan ya Şehîd Delîla û Dibistana Amadeyî ya Ş. Koçerîn Mamostetiyê dike.
***

Ji bo wêneyan:
- GALERÎ: Cengîz Xelîl Mehmûd:

 

 

Hin Nivîsen Nivîskar

Jina kîlot di dest de

  • 03 Pûşper 2021

Ev 7 salin li Brukselê ji bo televizonekê kar dikim. Heftê, 3 rojan nûçeyên êvarê û yên şevê pêşkêş dikim. Di nava heftê de li...

Çîroka kevir û karsazan

  • 21 Avrêl 2017

Ev çîrok, min zemanekî pir berê, di cîwaniya xwe de bihîstibû, ez dixwazim li vê derê parve bikim.Rêvebirên saziyên mezin yên cîhanê ji bo...

RÛREŞIYA KURDAN

  • 24 Gulan 2021

Li vê dinê yek ji tiştên ku herî zêde min diêşîne xizanî ye. Ji kerema xwe re bila kes nebêje "ya muhîm jiyana bi rûmet e." Cîhê ku...

Hemû Nivîsen Bedran DERE

Bedran DERE kî ye?

Bedran Dere di bihara sala 1972'yan de li navçeya Mûşê Vartoyê ji dayik dibe. Di sala 1987'an de, di 15 saliya xwe de derdikeve Ewropayê, xwendina xwe li Swissre didomîne.
Di perwerdê de, bala wî diçe ser hunera bedew. Bi salan resim çêdike, li Swissre û welatên Ewropayê pêşengehên wêneyan vedike.  
Ji ciwaniya xwe ve mêla wî li ser kurdî bû lê bi taybetî, dersên pedagojî, wêje û giramera kurdî ku di sala 1993'yan  li Zanîngeha Zurîchê dest pê kirin, berî wî da nava deryaya akademîk ya kurdî.
Di sala 1994'an de, li Kantona Neuchâtel ya Swîssre cara yekem bi awayeke fermî, dibistana kurdî vedike û ew bi xwe lê mamostetî dike.
Di dawiya sala 1996'an de, li televîzyona kurdî MED TV dest bi karê rojnamegeriyê dike. 
Ew bi tevî hevkara xwe Hêvî Têkosîn, pêşkêşvanê yekem ê Bernameya "Rojbas Kurdistan" e.
Di karê rojnamegeriyê de ew herî zêde wekê pêşkêşvanê nûçeyan derket pêş.
Di xebata xwe de, giranî dide ser perwerdeya bikaranîna hunera deng.
Dublaj û xwendina bernameyên dokumanter wekî yek ji karên herî girîng û nazik dibîne.

Youtube Me
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Hevserokên KCD'ê diyar bûn: Irmak û Dîcle

ad

Anli: Hevalên me girtî bin em ne azad in

ad

Rojnameger hatin berdan (hat nûkirin)

ad

Kronolojiya komkujiyên çeteyên DAIŞ'ê

ad

Ne Kurdolojî, 'zimanên zindî' yanê çi?

ad

Bi kurdî gotin 'Hebûn an nebûn'

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname