Diyarname
Berdevkê Çapemeniyê yê YPG'ê Rêdûr Xelîl got ku duh bi şev alîkariya çek û pêdiviyên leşkerî yên ku Amerîka bi balafiran ji jor de avêtin nav Kobanî gihîştine ber destên wan.
Ev 35 roj in YPG, YPJ û gelê sivîl ê KObanî li Kobanî li hemberî çeteyan ber xwe didin. Ev demek e hêzên hewayî yên Koalîsyona Navneteweyî bombeyan bi ser çeteyan de dibarînin. Duh bi şev pêşketineke nû çêbû ew jî ev bû ku balafirên kargo yên girêdayî artêya DYA'yê (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê) amûrên leşkerî ku çêde çek û teqemenî hebûn bi rêya hewayê gihandin YPG'ê. Berdevkê Çapemeniyê yê YPG'ê Xelîl hem ji ser tora civakî hem jî ji bo Ronahî TV ragihand ku ew amûrên leşkerî ku Rêveberiya Herêma Kurdistana Federal şandine bi balafirên DYA'yê gihîştine ber destên wan.
Heta niha li nav raya giştî ya dinyayê xebatên alîkariyê yên ji bo YPG'ê hatibûn kirin, bang hatibûn kirin, raya giştî ya dinyayê piştgiriya xwe eşkere kiribû lê rêya ku têre alîkariyê bigihînin Kobanî nîn bû. Her wiha Tirkiyeyê jî rê nedabû ku bi ser Tirkiyeyê ye alîkarî here Kobanî. Di dawiyê de balafirên hewayî yên DYA'yê bi hewa de alîkarî avêt Kobanî û bi vî awayî gihand wir.
Xelîl got alîkarî gihîştiye ber destên wan lê xwest ku berdewamiya vê jî bê.
Nehat gotin ku çi alîkarî gihîştiye ber destên YPG'ê, DYA'yê jî di vî warî de tu agahî neda lê weşanên The Wall Street Journal, Reuters û Dengê Amerîka navê rayedarekî payebilind ê DYA'yê neda lê gotiye wî gotiye ku 3 balafirên leşkerî yên kargo bi tîpên C130 bi giştî 27 paket avêtine nava Kobanî û ev paket gihîştine cihê xwe. Hat gotin ku balafir bêyî zerarekê bibînin vegeriyane navenda xwe.
Her wiha Reutersê gotiye ku Tirkiye ji ber vê alîkariyê dê hêrs bibe.


