Diyarname
Amed spor ku 7'ê mehê kongreya xwe li dar xistibû û rêveberiyek nû hilbijartibû, ev rêveberî li hev civiya û karbeşiya xew pêk anî. Li gor biryara ku endamên rêveberiyê di nav xwe de girtin Ali Karakaş bû Serokê Klûbê, Nurullah Edeman jî bû Serokê Duyemîn.
Vaye karbeşiya ku rêveberî di nav xwe de kir:
1- ALİ KARAKAŞ / Serok
2- NURULLAH EDEMEN / Serokê Duyemîn
3- NESİH AKTEPE / Serkeretê Giştî
4- DİLAN YUMLU / Berpirsa Salonên Sporê
5- BESRA EKİNCİ / Berpirsa Karên Tenduristiyê
6- ŞİVEZAT IŞIK ZORLU / Endam
7- EMRULLAH GÜRBÜZ / Berpirsê Têkiliyên Bi Gel Re
8- SÜLEMAN GÖLKALP / Muhasip
9- ADNAN ZENGİN / Berpirsê Tîma Jêrîn
10- SORAN HALDİ MIZRAK / Berpirsê Çapemeniyê
11- SERVET EROL / Berpirsê Şaxa Fûtbolê
12- EKREM YEŞİL / Berpirsê AR-GE'yê
13- KAHRAMAN PAPATYA / Berpirsê Têkiliyên Sazîbûnê
14- ABDULLAH SEVİNÇ / Berpirsê Tesîsan
15- KASIM ŞENOL / Endam
Transferê dest pê kir
Klûbê ji bo Teknîk Dîrektoriya xwe peywir da Sertaç Kuçukbayrak ku berê kordînatorê tîmên jêrîn bû. Ji bo antrenoriya qeleparêzan jî peywir da Mesut Unal. Her wiha klûbê ligel lîstikvanên xwe Yusuf Yagmur, Abdullah Çetin, Caner Erdogan û qeleparêz Levent Taşkin kontrat nû kir.