Diyarname
Di rojên 7 û 8'ê mehê de il Amedê di çalakiyên ji bo piştgiriya Kobanî de polîs gelek bi şîdet bi ser gel de çû. Komeleya Mafên Mirovan a Amedê (ÎHD) daxuyaniyeke weşand û got ku di van bûyerên 7-8'ê mehê de yên rastî şîdetê hatine, mafên wan hatiye binpêkirin bila serî li me bidin. Komeleyê her wiha got ku ger di vî warî de di dest de agahî, belge (fotograf, dîmen, raporên nexweşxaneyê û hwd.) hebin wan jî bigihînin komeleya wan.