Amed
Ji bo piştgiriya çalakiyên greva birçîbûnê BDP'ê îro Civîna Koma xwe ji dêvla Meclisê li Amedê li ber Girtîgeha Amedê li dar bixista, Waliyê Amedê biryar da ku dê destûrê nedin tiştek wisa.
Bi biryara walîtiyê ji serê sibê de li ber girtîgehê û li dora wê erebeyên TOMA û hêzên polîsan hatin bi cih kirin. Polîsan kuçeyên ku ber bi girtîgehên ve ne jî girtin.
(Dema ev nûçe dihat amadekirin Hevserokên BDP'ê Sehalattin Demirtaş û Gultan Kişanak bi rayedarên polîsan re hevdîtin pêk dianî)


