logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî
  3. Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike
  4. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  5. 260 zarokên biçûk birin şahiya dengbêjan
news-details

Ji Dusseldofê sed hezarî deng da Kobanî

Li bajarê Dusseldofa Almanyayê li dor sed hezar kesî di mîtînga ji bo piştgiriya Kobanî de hat ba hev. Hevserokê PYD'ê S

  • Dîrok: 11/10/2014
  • Beş: Nûçe

Almanya

Li bajarê Dusseldofa Almanyayê li dor sed hezar kesî di mîtînga ji bo piştgiriya Kobanî de hat ba hev. Hevserokê PYD'ê Salih Muslim got: "Heta ku Arîn Mîrxanên me hebin Kobanî dê li ser piyan be."

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Almanyayê (Nave-Dem) û PYD'ê ji bo piştgiriya Kobanî li Dusseldofê mîtînggek li dar xist, partî û rêxistinên AABK, MLKP, FKE, FEDA, PÇDK, CİK, PJAK, Partizan, ATİK, YDG, ODP, MLPD, Sol Parti, TİKB, Rote Aksiyon û DİDF jî di nav de bi dehan saziyan piştgirî da mîtîngê.

Ji serê sibê de gel bi diruşma "Ji Şengalê heta Kobanî" meşiya. Korteja mîtîngê bi qasî sê kîlometreyan dirêj bû. Dema gel gihîşt qasê hejmara gel gihîşt sed hezarî. Di mîtîngê de wêneyên Ocalan, alên PKK, PYD û gelek rêxistinên din hatin vekirin.

Gel diruşma "Bijî berxwedana Kobanê", "Bijî YPG",  "DAÎŞ ji Kurdistanê bicehime" bilind kirin. Axaftina destpêkê ya mîtîngê hevseroka NAV-DEM'ê Yuksel Koç kir û got ku kurdên li Ewropayê li ser piyan e û ev yek lê zêde kir: "Em silavên ji bo şervanên YPG û YPJ'ê dişînin."

Hevserokê PYD'ê Salih Muslim bi çepik û tilîliyan derket ser dikê, silav li gelê ku bi wan re di nav piştgiriyê de ne û wisa got: "Berxwedana ku îro li Kobanî li dar dikeve li ser navê mirovahiyê li dar dikeve. Bi saya berxwedana Kobanî hemû kurd hatine cem hev. Ev yek serketineke dîrokî ye."

Muslim bal kişand ser berxwedana kurdên Bakur û kurdên li Ewropayê û got: "Bi saya vê berxwedanê hêzên YPG û YPJ şer dikin. Divê ez bi awayekî eşkere vê bibêjim ku li Kobanî tu şervanekî yan rêveberekî me bi paş ve venekişiya ye û hemû di nav têkoşînê de ne. Herkes bila vê yekê baş bizane ku Kobanî têk naçe. Îro hemû rêveberiya Kobanî li eniyê şer dike. Yê me keç û kurên me yên wekî Arîn Mirxan hene. Wekî Rêber Apo rêberekî me heye. Kobanî îro 27 roj in ber xwe dide. Emê heta dilopa xwîna xwe ya dawî ber xwe bidin. Ger rojekê em têk herin jî dê ev yek ne eyba me be. Ji ber ku em ber xwe didin. Ew eyb dê yên ku soza alîkariyê dane me û alîkarî nekirine be. Dê bibe eyba dewletên dinyayê û eyba mirovahiyê. Bila her kes vê yekê baş bizane."

Enwer Muslim: Kobanî têk naçe

Hevserokê Kantona Kobanî Enver Muslim jî bi telefonê beşdarî mîtîngê bû û got ku Kobanî dê qet têk neçe.Muslim wisa got: "Ev çeteyên DAIŞ'ê bi çekên giran ku ji Misûl û Reqayê anîne dixwazin kurdan qetil bikin. Lê dê nikaribin. Di dîroka Kurdistan û Rojhilata Navîn de yekemîn car kurd di nav yekîtiyê de ber xwe didin. Kurdan bi vê berxwedanê diyar kir ku koletiyê qebûl nakin. Niha ez agahiyeke bidim we: Li aliyê rojhilatê Kobanî hêzên YPG û YPJ'ê çeteyên DAIŞ'ê xistin kêmînê. Li wir miriyên wan hene. Kobanî têk naçe û dê qet têk neçe. Herkes bila vê yekê baş bizane."

Her wiha Muslim bang li daya giştî ya Ewropayê û dinyayê kir û piştgirî xwest. Konseya Rêveberiya KCK'ê jî peyameke nivîskî şand ji bo mîtîngê û got: "Roj roja yekîtiyê ye. Azadî bi yekîtiyê tê. Emê bi vî awayî li dijî çeteyên DAIŞ'ê bikin û rê nedin wan. Gelê me bi têkoşîna ku meşandiye ev yek çespandiye. Îro jî bi vê zanebûnê dê li kolanan be."


Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 16 04 2026

'Ji bo li ser mirina Xezal Mewlan lêkolîn bike bila lijneyek bê avakirin'

news
  • 14 04 2026

Koma sêyemîn a koçberan gihîşt Efrînê

news
  • 12 04 2026

Berendamê YNK'ê Nîzar Amêdî bû Serokomarê Iraqê

news
  • 03 04 2026

Rêveberiya Kobanî: Em vê tayînkirinê qebûl nakin

news
  • 02 04 2026

UNICEF'ê li ser dibistanên Rojava daxuyanî belav kir

news
  • 02 04 2026

Hikumeta Sûrî kayûm şand ser Çelebiyê, gel daket kolanan

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Îro; agahiyên li ser Rojava

ad

‘Hinek Henek’ ligel henekên xwe tê Stenbolê

ad

Mîtolojî û Helbest

ad

İbrahim Tatlises du caran “Şemamê” got

ad

Amedê li Emittê bal kişand ser xwe

ad

Egîtîm-Sen û xala perwerdehiya bi zimanê dayikê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî

  • 17 04 2026
news

Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike

  • 17 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname