Diyarname
Fûara Tûrîzm û Gerê ya Rojhilatê Akdenîzê ya Navneteweyî Emîtt bi beşdariya hezaran saziyan li dar ket. Standa Amedê bala temaşevanan kişand.
Emîtt îsal 19'emîn car e li Stenbolê li Tuyapê di navbera rojên 22-25'ê mehê li dar ket. Îsal nêzî 70 welatî, bi giştî 4500 sazî, sazgeh, bajar û şaredarî stand vekirin û xwe dan nasîn.
EMITT li dinyayê 5'emîn fûara mezin a tûrîzmê ye. Ji Îtalya, Bahreyn, Îngilistan heta Bulgaristan, Rusya, Hirvatistan, Brezilya, ji Rusya, Ozbekistan, Îranê gelek welat hebûn ku stand vekiribûn.
Saziyan bajarên kurdan dan nasîn
Sazî û bajar û şaredariyan di standan de bajar, çand, xwarin û cihên xwe yên tûrîzmê didan nasîn. Ji bajarên kurdan Amed bi pêşengiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Walîtî, ligel saziyên xwe yên din standeke mezin vekiribûn. Standa Amedê 4 rojên fûarê de rastî eleqeyeke mezin hat. Ligel Amedê bajarên din ên kurdan wekî Wan, Batman, Mêrdîn, Culemêrg, Agirî, Îdir, Sêrt, Bedlîs jî hebûn.
Armanc hatina tûrîstan ji bo Amedê ye
Li Standa Amedê xwarin, şîrînî, zîvkarî û çanda Amedê li ber çavan bûn. Di her roja ku dengê muzîka Amedê li standê bilind dibû de roja dawî hunermendê ji Amedê Mehmet Surtkentli stranên kurdî û tirkî yên Amedê pêşkêş kirin. Dengbêje Sebriyê Agirî ku bû mêvanê standê wî jî klameke pêşkêşî mêvanan kir.
Li Standa Amedê, Midûrê Çandê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Muharrem Cebe ji bo me got ku ev 5 sal in her sal beşdarî EMITT'ê dibin tevî ziman, çand, destxet, muzîka xwe Amedê didin nasîn. Cebe dibêje, demek berê ew beşdarî Fûara Berlînê, Îzmîrê jî bûne û di van fûaran de firsenda nasandina Amedê bi dest dixin û dikin ku bêhtir dîroka kevnare ya Amedê bidin nasîn.
Ligel Standa Amedê, otel û acentayên tûrîzmê yên Amedê jî di standan de Amed dan nasîn û kirin ku tûrîst ber bi Amedê ve bên. Cebe li ser çavdêriya xwe ya li standê dibêje ku gelek kes tên serdana standê, dibêjin me nizanibû Amed cihek wisa ye û dibêjin ku dê ji bo gerê werin Amedê.
Midûrê Çandê Cebe dibêje par 200 hezar tûrîst hatine Amedê û van yekan lê zêde dike: "Em dikin ku her sal vê vê hejmarê zêdetir bikin lê heta aştî çenebe zêdekirina hejmara tûristan hinek zehmet e. Hê jî li dinyayê di nav nexşeyên cihê gerê de Kurdistan wekî cihê sor, yanê cihê talûke tê nîşandan. Ger aştî çêbe ev yek dê biguhere û zêdetir tûrîst bê. Wê çaxê em dikarin bibêjin salê dê mîlyonek tûrîst bên Amedê. Niha hinek zehmet e lê dîsa jî em dikin bi xebatên wisa zêdetir Amedê bidin nasîn û vê hejmara tûrîstan zêdetir bikin."
Ji bo wêneyên li EMÎTT'ê li galerî binêrin (bitikînin):
Li EMÎTT'ê standên bajarên kurdan


