Gernas Roderîn
Sendîkaya Kedkarên Perwerdehî, Zanist û Çandê (Eğitim-Sen) di 9-11’ê gulanê de li Navenda Kongreya Anadoluyê 3'yemîn Lijneya Giştî ya Asayî bi mebesta hilbijartina Serok û Lijneya Rêvebiriyê li dar dixe û her wiha çav li rê ye ku helwesta di der barê xala perwerdeya bi zimanê dayikê ku mijara vê nivîsê ye, pêkutiyên ku çi li ser civaka muxalif û çi li ser saziyên sivîl de dibin, li dar dixe.
Ji bo ku Egîtîm-Sen bê fêmkirin, divê mirov hinekî li rabirdûya wê a ku ji salên 60’î û vir ve ye binêre.Ev sazî bi awayeke hêza tekoşeriya muxalifiya domdar di binê navên wekî ‘Sendîkaya Mamosteyên Turkiyeyê’ (TOS) ku bi derbeya leşkeriya 71’ê hat girtin û li şûnê ‘Komeleya Yekîtî û Hevgirtina Hemû Mamosteyan’ (TOB-DER) ku ew jî dîsa bi derba leşkerî ya 80’yî hat girtin, piştî 6 salên bêdeng endamên ku ji kevneşopiya vê tekoşînê hatibûn, bêdengî hilweşandin û qêrîna EGÎT-DER’ê ragihandin.
Di sala 90’î de hewldanên sendîkayîbûnê zêde bûn û di encamê de jî Egîtîm-Îş û Egît-Sen hatin avakirin. Ji ber ku vekirina sendîkayê ne zagonî bû, dewletê ew bi fermî nedipejirand. Bi piştgirîdana hin saziyên Ewropayê ev pêvajo hinekî din lezand û di sala 95’an de Egîtîm-Sen hat avakirin û heta niha jî li ser piyan e. Ji sazîbûna pêşîn û heta niha gelek endamên wê hatin kuştin/girtin/ezilkirin û nefîkirin. Piraniya mamoste û kedkarên kurd jî endam û rêvebirên vê sendîkayê ne.
Ez bawerim ew qas agahî dê bes be ji bo rabirdûya wê ya dûr û dirêj. Niha ku em werin ser mijara aktuel ku xala perwerdeya bi zimanê dayikê ye an jî eşkeretir xala kurdî. Ev xal ji ber ku ji aliyê Dadgeha Bilind (Yargitay) ve bi boneya ku dibe ‘daxwaziya perçekirina welat’ di sala 2004’an de doz li sendîkayê hat vekirin. Egîtîm-Senê jî ligel ku hejmarek zêde alîgir û dilxwazê vê xalê di nava wê de hene jî rabû di 3’yê tîrmeha 2005’an de li hemberî 115 dengên ‘naxêr’, bi 381 dengan got ‘belê’ û ji bo ku neyê girtin ev xal ji rêziknameya xwe derxist. Belê, sendîka ji girtinê hat rizgarkirin lê dilên dilxwazên vê xalê ji wê rojê de şikestiye. Xasma li Kurdistanê û li hinek bajarên Tirkiyeyê bertekên di cî de hatin nîşandan lê tişt neguherî di van sê salan de. Li gor serokê wê yê niha Alaattîn Dînçer dibêje, ‘di biryargirtinan de navendîparêzî mora xwe li pêvajoyan dixe û ev jî nakokîyeke ku heta niha nehatiye biwartin e’.
Wekî ku serokê sendîkayê jî diçespîne ev sendîka ji gelek komikan pêk tê. Aliyên Platforma Sosyalîstên Bindest, Kedkarên Welatparêz, Piştgiriya Sendîkayîbûna Şoreşger, Yekîtiya Sendîkal û Tevgera Kedê di nava xwe gelek caran li hev nakin û ji hev û din re kend û kospan derdixin. Tiştê herî seyr ew e ku di mijara vê xalê de piraniya wan bûn yek û li hember dengên aligirên vê xalê deng dan. Di nava van komikan de ‘kedkarên welatparêz’ ku piraniya wan jî kurd in, di biryargirtina jêderxistina xala navborî de li hev nekiribûn û piraniya dengên xwe ligel ‘belê’ bi kar anî bûn. Mirov heta cîhekî jî dikare helwesta komikên din fêm bike, ji ber ku dema dor tê ser mafên neteweya kurd ew demokrat û sosyalîstbûna xwe ji bîr dikin û wekî şovenîstan tevdigerin. Lê bi rastî jî mirov tênagihîje bê çima kurd dikevin vê rewşa malkambax. Bi sedema ku sendîka bila neyê girtin ev tawîz hat dayîn, baş e ma çima gelek partî û saziyên kurdan da ku neyên girtin di ber xwe de dan/didin û belkî jî hê dê bidin. Ma ne divê berxwedan di her qada tekoşînê de hebe?
Di dema biryargirtina derxistina vê xalê ji rêziknameyê de li derveyî salona civînê hinek alîgirên vê xalê ku ew nexistibûn hundir diqêriyan bi ser serok, rêvebir û delegeyan de: 'Emê dahatûyek birûmet ji zarokên xwe re bihêlin, lê hûn?’
Bi hêviya ku delegeyên me yên kurd vê carê bi piraniyê xala ziman bînin rojevê û bidin pejirandin da ku ‘axetî û berjewendiyên kesanî’ ji feraset û berxwedana ku bi dehan salan rûmeta xwe parastiye bê derxistin, ne ku ev xala bê derxistin.
Ji niha de em serkeftinê ji bo hemû delegeyên kurdîparêz dixwazin.