Diyarname
Di dawiya 7'emîn Kongreya Giştî ya Asan a Kongreya Civaka Demokratîk de lîsteyeke hate dengdan û rêveber û hevserok hatin hilbijartin. Di hilbijartinê de Mebûsa HDP'ê Selma Irmak û Hatip Dicle ji bo Hevserokatiya KCD'ê hatin hilbijartin.
Kongre duh dest pê kiribû û îro bi dawî bû. Piştî hilbijartinê Irmak got ku li hemberî hemû zor û zehmetiya gelê me yê meşa xwe ya azadiyê didomîne û ezê jî bibim yek ji wan. Irmak wisa got: "Em li bakurê Kurdistanê têkoşîna avakirina civakeke demokratîk didin. Vê kongreyê barekî giran da ser milên me. Ez sipasiya gelê me yê bawerî bi me anî û deng da me dikim."
Dîcle jî got ku piştî 4 sal û nîvan careke din hilbijartina ji bo hevserokatiyê bersiveke ji bo "hêzên derveyî demokrasiyê" ye û wisa dom kir: "Dîsa baweriya bi şexsê min jî nîşan dide. Bawer bikin yekemîn hedefa min ew e ku ez bibim layiqê we. Ezê ligel we xebatê bimeşînim. Mîsyona Kongreya KCD'ê ew e ku li bakurê Kurdistanê yekîtiya neteweyî saz bike. Em hemû cudahiyan wekî dewlemendiyekê dibînin. Ji bo raste rast demokrasî û demokrasiya radîkal saz bibe emê meclisan ava bikin. Ji bo vê yekê ew qas xebatên hêja hatine kiin. Helbet kêmasî çêbûne lê hêvî û bendewariyên me ew e ku ji bo xweseriya Kurdistanê li bakurê Kurdistanê çêbibe em bikevin nav xebateke gur. Ji ber ku çavên şehîdên Kurdistanê li ser me ye."
Her wiha Dîcle li ser pêvajoya çareseriyê jî sekinî û got ku hêviya me ew e ev yek veguhere muzakereyê û wisa dom kir: "Em li bendê ne ku nexşerê bê eşkerekirin, dewlet di çarçoveya Zagona Bingehîn de guherînan pêk bîne. Ji bo Serok Ocalan û girtiyên din bên berdan divê di cih de tiştên bên kirin pêk bên. Divê cih de PKK ji lîsteya terorê bê derxisti. Ji sibê wêde em dest bi xebatan dikin.Ji bo çareserkirina pirsgirêkên gelê kurd bi plansaziyeke ez bawerim emê bi ser bikevin. Bi van hestan ez silavan li we dikim. Bi hêza manewî ya şehîdan emê sedî sed bi ser bikevin. Her dem ber xwe bidin û hay ji xwe hebin."
Nûçeyên eleqedar: