logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

Ji Kongreya KCD'ê notê roja yekemîn

7'emîn Kongreya Giştî ya Asayî ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) li Kompleksa Werzîşê ya Şaredariya Kayapinarê ya Amed

  • Dîrok: 06/09/2014
  • Beş: Nûçe

Diyarname

7'emîn Kongreya Giştî ya Asayî ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) li Kompleksa Werzîşê ya Şaredariya Kayapinarê ya Amedê roja 6'ê mehê dest pê kir û 7'ê mehê dê bi dawî bibe. KCD'ê dê xwe biguherîne û wekî "Meclisa avakar" kar bike.

Vane notên ji roja yekemîn:

- Kongreya bi şiara "Em bi neteweya demokraatîk jiyana azad ava bikin" pêk tê.

- Ji çar aliyên Kurdistanê, Tirkiye, Ewropayê mêvan hatin. Heyeteke di bin serokatiya endamê LRN a ya PDK'ya Îranê Muhammed Salîh de, ji Herêma Kurdistana Federal, nûnerên YNK, KNK, Tevgera Goran, ku ji 25 kesan pêk tê, dîsa ji 3 kantonên Efrîn, Cizirê, Kobanê ya Rojavayê komek ji 25 kesan pêk tên wekî mêvan beşdarî kongreyê bûn.

- Li Salonê bi zimanên kurdî, erebî, suryanî, ermenî û tirkî panqartên wekî "Em bi şiyara Kurdistana xweser li ser bingeha yekîtiya neteweyî kom dibin", "Şoreşa Kurdistanê şoreşa jin û ciwanan e", "Serokatiya azad azadiya Kurdistan", "Bi jina azad re ber bi neteweya demokratîk ve" hatine daliqandin.

- Wêneyeke mezin a Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li pêşberê delegasyonê hate daliqandin. Dîsa salon bi şerîdên rengên kesk, sor, zer, spî û mor hatiye kişandin û bi balonan stêrk hatine çêkirin. 

- Li aliyê ku dê axaftin lê bê kirin jora wî, di nîvî de wêneyê Ocalan, rast û çepên wêneyên wî jî bi rêzê wêneyên Seyîd Riza, Şêx Seîd, Celadet Bedirxan, Elîşêr, Mele Mistafa Barzanî, Mela Seydayê Timoqî, Sema Yuce, Leyla Qasimlo, Delîla, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Mazlum Dogan, Mahsum Korkmaz, Kemal Pîr, Musa Anter, Doktor Qasimlo, M. Hayrî Durmuş, Alî Çîçek, Akîf Yilmaz, Melayê Cizîrî, Cegerxwîn, hatine daliqandin.

-  Li her du aliyên dikê du vîzyona barkordê hatiye danîn, di ser de kurdî, tirkî, ermenî, suryanî û erebî tê derbas kirin. Hema bibêje hemû delegasyonên komcivînê bi kincên neteweyî beşdar bûne. 

- Mulkiye Bîrtane, Hilmî Aydogdu, Selçûk Mizrakli, Aynur Ozgul, Şehmus Bayhan û Sanîha Aydenîz ji bo Dîwana Kongreyê hatin hilbijartin.

- Axaftina destpêkê ji aliyê Endamê Meclisa Daîmî Osman Ozçelîk ve hate kirin û Ozçelik wisa got: “Bi hêviya kongreya me yekîtiya neteweyî pêk bîne, em bibin yek dil, yek aqil. Bi wê hêviyê em dest bi kongreya xwe dikin. Hûn bi xêr hatin. Li Şengalê gelê kurdê êzidî tê qir kirin û gelê kurd îro li wir di bin baneyê yekîtiyê de parastina gelê êzidî dike. 

- Piştî sirûda Ey Reqîbê peyama Ocalan bi kurdî û tirkî hate xwendin.

- Hevserokên KCD'ê Ahmet Turk û Aysel Tugluk axivîn. Tugluk wisa got: "Em mafê xwe bi xwe rêveberina gelê kurd nakin mijara bazarê. Em dixwazin mafê referandûmê yê nasname û herêman bê nasîn. Gel bila bikaribe birêvebirina xwe bike. Em dixwazin hemû gel azad bijîn. me ji bo vê yekê têkoşîn da meşandin, bedel da. Gelê kurd êdî li her cihî gihîştiye wê astê ku rojevê diyar dike.

Divê Kongreya Neteweyî êdî neyê taloq kirin û di vê kongreyê de jî bibe mîjara sereke ya nîqaşê. Bi îmzeya Birêz Ocalan, Birêz Talabanî û Birêz Barzanî ya hevpar divê kongre bê kirin. Kongre KCD’ê jî divê vê berpirsiyariya xwe bibîne. Divê kongreya neteweyî di nava vê salê de bê kirin."

Ahmet Turk jî wisa got: " Li Rojavayê Kurdistan li Başûr li hemberî çeteyên hovane xebatek gelek hêja gel, rêxistin û saziyên me didin meşandin. Ger yekîtî hebe serkeftin li pêşiya me û gelê me ye. Îro şoreş û gel yekîtiya xwe ava kiriye. Ez bi dilekî germ vê tînim ziman. Lê kêmasî di siyaseta gelê kurd de ye di siyasetmedaran de ye. Ji bo yekîtiya gelê kurd divê gelê kurd bi siyaseteke hevbeş li pêşerojê binihêrin û êrîşan bi siyaseteke stratejîk li hember derkevin û hev hembêz bikin. Îro di kongreya xwe de em bangewaziyê ji hemû siyaset û siyasetmedarên kurdan re dikin. Em dixwazin dengê KCD’ê bigihîje hemû partî, saziyên kurdan. Îro roja yekîtiyê ye. DAIŞ bi hovane li ser gelê Şengalê fermanek derxistibû. 73 ferman derbas dibûn lê fermana 74’an gelek giran bû. Ew bûyerên li ser gelê êzidî derbas bûn ez fedî dikim bînim ziman. Lê gelê êzidî di dîrokê de bi rastî jî bêxwedî man. Lê îro YPG, YPJ, HPG li gelê êzidî xwedî derdikevin û gel dizane ne bê xwedî ye. Em sipasiya xwe ji YPG, YPJ û HPG re tînin ziman û em wan pîroz dikin.”

Roja 7'ê mehê dê kongre bi nîqaş û nirxandinên delegeyan bidome û di dawiya rojê de dê hilbijartin pêk bê û her wiha dê encamnameya kongreyê bê nivîsîn û eşkerekirin.

 

Nûçeya eleqedar:

- Vaye bernameya Kongreya KCD'ê

 


Parve Bike

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news
  • 20 10 2026

5 hezar xwendekaran serî li Zanîngeha Rojava daye

news
  • 19 10 2026

Ji bo kurdî ferman da şaredariyan

news
  • 19 10 2026

FîlmAmed carek din hat taloqkirin

news
  • 18 10 2026

Beşdarî konsera ‘Unreal x Jeton’ bûn: Kesek miriye, du birîndar hene

news
  • 18 10 2026

Ji bo jinan qursa xwendin-nivîsandinê ya bi kurdî dan dest pê kirin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
Ev jî hene
ad

Dengê Mezopomya 7 salî ye

ad

Pevajoya aştî, hilbijartin û nediyarî

ad

Her du bi penaltiyan hatibûn yek bi penaltiyan bi ser ket

ad

Serokê Parlamentoya Kurdistanê: YPG’ê serê kurdan li hember cîhanê bilind kir

ad

Eurovision sala bê li Ûkrayna nebe dê li ku be?

ad

"Dûzimanî" bû pirtûk

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname