Diyarname
Lîstikvanê Barselonayê ku niha di tîma neteweyî ya Spanyayê de nav li dinyayê belav bûye, lîstikvan Lamine Yamal ê 16 salî. UEFA'yê xelata ciwantirîn lîstikvanê herî serketî dayê. Niha mijara me ew e.
Di vî temenî de ne tiştek hindik e mirov wisa navdar bibe, ne tiştek hindik e di vî temenî de mirov li tîma neteweyî bilîze û golan bide avêtin û biavêje.
Li ser wî notên derketibûn pêş me dan hev.
Fermo:
- UEFA'yê Xelata lîstikvanê herî serketî da ku di vî temenî de kesî ev xelat negirtibû.
- Ciwantirîn lîstikvanê ku di tûrnûvaya Ewropayê de golê diavêje.
- Ciwantirîn lîstikvanê ku di tûrnûvaya Ewropayê de asîstê diavêje.
- Ciwantirîn lîstikvanê ku di tûrnûvaya Ewropayê de cih digire.
- Ciwantirîn lîstikvanê ku di el Clasico de cih digire.
- Ciwantirîn lîstikvanê ku di lîstikeke La Liga'yê de golê diavêje.
- Ciwantirîn lîstikvanê ku bi formaya Barselonayê asîstê diavêje.
- Ciwantirîn lîstikvanê ku di dîroka Barcelonayê de derdikeve 50 maçên fermî.
- Ciwantirîn lîstikvanê ku di qonaxa eliminasyonê ya Lîga Şampiyona a Ewropayê cih digire.
- Ciwantirîn lîstikvanê ku di dîroka La Liga'yê de du golan di heman lîstikê de diavêje.
Yamal herî dawî êvara 9'ê mehê di nîv fînalê Euro 2024'an de li hemberî Fransayê lîst. Yamal di deqîqeya 21'ê de golek mikemel avêt Fransayê û rêya serketê da ber tîma xwe.
Yamal 14'ê mehê di maça fînalê ya Euro 2024'an de bilîze û ev yek jî li dîroka wî wê bê zêdekirin.