Diyarname
Li Serêkaniya Rihayê BDP gelek li pêş bû lê ji nişke ve AKP hat gihîşt û bi çend dengan derket pêş. Û hê jî tu daxuyanî nehatiye dayîn. Li ser vê yekê gelk derket kuçeyan û li ber Avahiya Hikumetê ya Navçeyê kom bû. Gel diruşma "AKP'ya Diz" bilind dike. Mebûsê BDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan wisa got: "Me nelirêtî û pirsgirêk diyar kirine. Li holê pirsgirêkên mezin hene. Emê vîna gel nedin wan."
Li Riha û navçeyên wê di dema jimartina dengan de elektrîk hatibûn birîn.
Bi komek mezin ji gel ber avahiyê ye û diruşman diavêje. Gel li ber avahiyê dest bi çalakiya rûniştinê kir û kuçe li trafîkê girt. Li navçeyê xirecir didome.