AMÛDE
Şandeya HDP û DBP’ê di çarçoveya gera xwe ya Rojava de li Amûdê bi rayedarên Hikumeta Kantona Cizîrê û Meclisa Zagonsaz re hevdîtin pêk anî. Endamên şandeyê her wiha Mala Êzidiyan jî ziyaret kirin û guh dan koçberên ku ji Şengalê hatine.
Şadeya ku ji Parlementerên HDP'ê Faysal Sarî Yildiz, Ayla Akat, Selma Irmak, Îbrahîm Ayhan, Mulkiye Bîrtane, Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Firat Anli, Nûnerê Meclisa Gel a Sûryanî ya Bajarê Mêrdînê Samî Aykol û Parlementera berê ya Ewropayê Felek Nas pêk dihat serê sibehê ji bajarê Dêrikê derbasî Amûdê bûn û saet derdora 11.00’an destpêkê bi nûnerên partiyên siyasî yên di rêveberiya xweser de cîh digirin, hevdîtin pêk anî. Di hevdîtinê de Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Aysa Ebdullah, Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst Dijwar Ehmed, Sekreterê Partiya Lîberal Ferhat Têlo, Serokê Partiya Aştiya Demokratîk Talal Mihemed, Serokê Kombuna Niştimanî ya Kurdistanî Mehemed Ebbas, Sekreterê Partiya Demokrata Kurdistan li Suriyê Ebdulkerîm Siko amade bûn.
Şande piştre jî bi endamên hikumetê û Meclisa Zagonsaz a Kantona Cizîrê re cuda cuda hevdîtin pêk anîn. Endamên heyetê her wiha bi wezîrên perwerde, kar û barên civakî û tenduristiyê re jî hevdîtin çêkirin.
Li gorî agahiyên ku ji rayedarên hikumetê hatine girtin, di hevdîtinên ku ji çapemeniyê re girtî pêk hatin de, li ser sîstema rêveberiya Xweseriya Demokratîk, qanûnên ji aliyê Meclisa Zagonsaz ve hatine derxistin, xebatên hikumetê û tengasiyên derdikevin holê danustendin hatin kirin. Her wiha li ser sîstema perwerde û tenduristiyê, dîsa astengiyên di van mijaran de derketine hate rawestîn. Rayedaran destnîşan kirin ku hevdîtin baş derbas bûye.
Piştî hevdîtinan endamên heyetê Feleknaz Uca û Ayla Akat, ligel Wezîra Maliyê ya Cizîrê Remziye Mehemed, endamê Komîteya Karên Derkeve Ebdulkerîm Umer, Talal Mihemed re Mala Êzidiyan a li Amûdê ziyaret kir. Şande li vir ji aliyê rêveberên Mala Êzidiyan Şêx Silêman, Enwer Cindo, Şêx Berces û Îlyas Seydo ve hatin pêşwazîkirin.
Endamên şandeyê li vir guh dan welatiyên ku ji Şengalê hatine û êşên wan parve kirin. Endamên şandeyê piştgiriya xwe ya ji bo koçberan anî ziman û gotin ku ewê di vê mijarê de tişta ji destê wan tê bikin.
Şande piştre ji bo ku vegera bakurê Kurdistanê, ber bi Deriyê Sînor ê Sêmalka yê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de ve birê ket.
ANHA
***
Nûçeya eleqedar: