Asli Aydintaşbaş
Mijara me Alexander Poskrebyshev e ku wî bi salan rola sekreteriya taybet ê rêberê Sovyetê Josef Stalîn girtiye ser milên xwe.
"Niha hûnê bibên ma roja yekşemê mijar "neman. Destûrê bidin ez qal bikim. Malûm e serdema Stalîn serdemek reştarî ye. Li hêlek Şerê Duyem ê Cihanê û li Ewropayê jî têkoşîna li hember Almanyaya Nazî, li aliyê din Stalin ji bo rejîma xwe ya tehdekar bi rê ve bibe li hember hemwelatiyên xwe pêngavên paronayak li dar dixe...
Di serdema Stalîn de endamên îstîxbarat û ewlekariyê bi îdîaya 'terorîst', 'şoreşgerên dijber', 'Sabotajkerî', Troçkist', 'cehş', an jî girêdanên bi derve re têkildar çiqas mirov kuştine nayê zanîn û dîrokzanan li ser vê li hev nekirine. Reqem di navbera 3 û 9 mîlyonî de diguherin. Ji nivîskaran û burokratan, ji cotkarên îtîrazkar heta generalên Artêşa Sor û kesên di nava civakê de şika muxalefetê li ser kî hebe para xwe ji paronaya Stalîn wergirtiye. Li gor arşîvên Soveyetê di navbera salên 1921 û 1953'yan de 800 hezar însan dane ber guleyan û kuştine. Tenê di dewra Stalîn de 682 hezar û 692 kes bi gulebarandinê kuştine. Di bin fermana kuştina piraniya wan kesan de îmzeya stalîn heye.
Tenê di serdema Stalîn de di kampên bi navê "gulag" de nêzî 2 mîlyon kes mirine. Di nav van miriyan de kesên ji ber polîtîkayên Stalîn yên cotkariyê ku di encamê de ji birçînan mirine û ji ber "mihendiziya etnîkî" a rêberê Sovyetê ji aliyek împaratoriyê ji bo aliyek din hatine koçberkirin û di rêyan de mirine nîn in
Derdê min ne reqem in. Ew karê dîrokzanan e. Terora dewletê a di dema Stalin de ji 1960 û vir ve ji aliyê dîroknivîskarên Sovyetê û bi eşkerekirina arşîvên Sovyetê re bûye mijara bi hezaran nivîs, gotar û kitêbên dîrokzanên dinyayê.
Tişta min eleqeder dike fêmkirina "dînbûna" civakan e. Paronaya mirovekî piştî kîjan xalê/radeyê civakê dîl digre? Bîrdoziya siyasî a ji bo gel azadiyê wehd dike çi wextê vediguhere bizavek reştarî? Dewlet piştî kijan qonaxên kolektif dibin makineya sûc?
Helbet di sedsala 20'an de cihê civak xurifiye ne tenê Yekîtiya Soveyetê bûye. Mînak li navenda Ewropayê, li cihê ku asta perwerdehî bilind bû, diçûn operayan, li helbestan guhdarî dikirin, li wir nazî derketin û bi guhdarîkirina Wagner re gav bi gav ber bi çêkirna komkujiyê ve çûn û ew şop hê li ser dîwaran e. Ji Kamboçyayê heta Rûandayê nijada homo sapiens nîşan da ku ger derfetê bi dest bixe ji zû de ye ji rê derketiye.
Baş e, ev pergalên mezin, dewlet di dema ku aqil xwarine de ew kesên dewletê bi rê ve dibin çawa destûrê didin vê yekê? Burokratên li pişt perdeyê, yên ku xirabiyê wekî tiştek normal, tiştek ji rêzê nîşan didin ew çi kes in? Ew kengê rihê xwe winda dikin û dibin diranê çerxekê?
Sekreterê taybet ê Stalîn Aleksander Poskrebyshev ku di serê nivîsê de min navê wî anî ziman girêdayî rêberê xwe bû. Wisa navekî bû ku ji dema Şoreşa Kewçêrê ve di nav partiyê de xebitîbû. Kesek bi ewle, bi baldar... Di nav hiyerarşiya partiyê de gav bi gav bilind dibe û baweriya Stalîn pê xurt dibe.
Lê ev bawerîbûyîn jî nikare pêşî li îdamkirina jina wî bigire. Îstîxbarat dibêje Bronislava Solomonovna Metallikova ku jina sekreterê taybet e bi salan berê di gera li Parîsê de ligel Troçkiyê ku xizmê wê ye hevdîtin çêkiriye. Ji ber vê yekê jinê tewqîf dikin. Sekreterê taybet dengê xwe dernaxe. Wekî hemû terorîst û xayînan cezayê îdamê li jina du zarokan Metallikova dibirin. Poskrebyshev wekî hewldana dawî ji rêber re dibêje "Ez ji jina xwe hez dikim" lê ev jî bikêr nayê.
Tiştê ecêb heta Stalîn dimire, yanê 12 salên din jî ew ji bo Stalîn dixebite.
Ji bo roja yekşemê ev çîrokek hinek reştarî ye. Lê ji roja ku min ew çîrok xwendiye ez li ser cîhana vî mirovê ecêb, li ser çewisîna wî difikirim. Xirabiya Stalîn bi saya çewisandina mirovên bi vî rengî gulok bi gulok mezin dibe. Ka em binêrin hûn dê li ser vê meseleyê çi bibêjin?..
08.04.2018, Cumhuriyet
Wergera ji tirkî: Diyarname


