Diyarname
Serokwezîrê Yewnanistanê Aleksis Tsipras got ku piştî 27 salên nîqaşa li ser nav wî û Serokwezîrê Makedonyayê Zoran Zaev li hev kirine û dê Makedonya navê xwe biguherîne. Tsipras got ku wî û Zaev li hev kiriye, ewê navê xwe bikin "Komara Bakurê Makedonyayê" û ev nav hem li nav welat hem li qada navneteweyî de dê bê bikaranin.
Piştî di sala 1991'ê de Yûgoslavya parçe bû û Makedonya ev nav li xwe kir di navbera wan û Yewnanistanê de pirsgirêk derket û heta îro jî ev yek dom dikir.Yewnanistan dibêje ku navê Makedonya mîrateya kevn a wan e. Ji ber ku Makedonya navê xwe nediguherand Yewnanistan li dijê endamtiya Yekîtiya Ewropayê ya Makedonyayê derdiket.
Niha li Makedonyayê ji bo vê yekê dê referandûm çêbibe. Yekîtiya Ewropayê û NATO'yê bi kêfxweşî be biryar pêşwazî kir.


